Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [perwerdekarê kûsîyan] de;

4. bûye mijara hejmara duyemîn ya zrîngê jî.



01.12.2019 20:26 | simurg56

1. li tirkiyê belkî wêneya herî navdar e.
Here lînkê

ji aliyê osman hamdî beg ve hatiye çêkirin. di salên 1906 û 1907an de du guhertoyên wê çêkirine.
li ser wateya wê çend şîrove hene:
1- rewşa rewşenbîrek ji hal ketî ye ku hewla pêşvebirina gelê xwe yê paşdemayî dide.
2- wan kûsîyan temsîl dike ku di dewra laleyan de mûm danîne ser pişta wan û di şahîyan de ew bi kar anîne.
3- osman hamdî rêvebirê çend sazîyan e. û ev kûsî jî kesên li ber destê wî ne ku bi wek kûsîyan li pey xwarina li ber wan e, lê belê gelek zehmet e bigihin wê.
4- zilam hewl dide vî karê xwe yê zehmet bi alîkarîya mûzîkê bibe serî. ev jî wî bixwe temsîl dike ku bi hunera xwe hewl dide gelê xwe perwerde bike.
5- zilam li entrûmana xwe ya neyê nade lê wê li pişta xwe xef dike. ji ber ku sebra herkesî heta cihekî ye. yanî osman beg dev ji hewla xwe ya perwerdehîya gelê xwe, berdaye.
û hwd.

wêneyek xweşik e. min ji teorîyan jî hez kir.



29.11.2019 23:08 ~23:10 | simurg56