Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [1917] de;

3. fîlmek serkeftî ye lê min xweştir hêvî dikir.
belkî taybetîya wê ya herî berbiçav ew e ku fîlm ji yek sekansê pêk tê. ji serî heta dawî, mirov ji heman kamerayê serpêhatîyên serlehengan temaşe dike. yanî dîmen qet qut nabe. hestek cûda li mirov peyda dike.
weke din, bi qasê dizanim di sahneyekî de ku wextê serleheng dibeze, leşkerek din lê dixe û dikeve erdê, di rastîyê de di senaryoyê de tune û bi xeletî çêbûye.
min 82 pûan dan fîlmê..

binnivîsa kurdî ya fîlmê têra xwe baş bû. ji ber ku devoka wergêr gelek nêzikî ya min bû, min bi tu awayî zehmetî nedît di fêhmkirinê de lê belê çend peyv hebûn ku îhtîmal heye ji alîyê herkesî ve neyê fêhmkirin. pûana min ji wergerê re jî 87 e. destên xelîl sax bin.



25.07.2020 19:53 | simurg56

1. êdî bi kurdî dikare were temaşekirin.
fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê xelîl ve, li kurdî hat wergerandin.

hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 90.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê

ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê





têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin.
ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be.
Hûn dikarin versîyona hêdî jî, dîsa ji rûpela fîlmê daxin.

têbinî-2: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142


têbinî-3: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, ji bilî bikaranîna binnviîsa hêdî, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin.



02.06.2020 19:41 ~19:42 | simurg56