Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mirady] de;

15. îro ligel simurg56 peymana sponsoriyê daniye..

hêvî dikim ku pereyên bi ber vê peymanê ketîn li nivîskarên tirşikê jî bihesilin.. (:



(bnr: mirady full_album (3 albûm di zikê hev de) bêrapid daxîne.zip)



21.12.2013 11:51 | endazer

11. li gorî agahiyên bi destê îstîxbarata tirşikê ketine.. camêr bi her peyameka derheqê xwe de dihese û dixwîne.. lê mafê xwe yê xwe parastinê û bersivdanê ji bo demên mûsaît û mûnasîb dihêle.. belê gelî palewan û keybanûyên tirşikistanê ji bo saxî û silametiya can û cesedê xwe xêra xwe û ya dêûbavê xwe haj xwe û devê xwe hebin! û kar û barê asayîşa tirşikê giran nekin..

stranbêj û mûzîsyeneke kurd e vêga ji bo çêkirina mûzîkên fîlma dawîn ya derhênerê kurd ferit karahan ya bi navê the fall from eden an ji baxê buhuştê derketin an cennetten kovulmak ve mijûl e.. heta niha bi navê xemname û marmasî du albûmên qerrase derxistine û albûma sêyem jî destê xwe biriye ber guhê xwe û destê xwe yê din jî li tizbiyê xweş dike.. wê bibare!



19.09.2013 03:06 | endazer

9. stranbêjê ku vê paşiyê li her hesabê xwe yê facebookê ragihandibû an daxwuyandibû ku êdî mema bi raperînkê re derdikeve ser sehnê û distire.. sebeb çi ye nizanim.. ya rast min bi xwe eleqedar jî nake ji ber ku ne guh didim mirady û ne jî guh didirêrim raperînkê..



14.09.2013 06:58 | endazer

4. cara pêşÎn min navê vî camêrî bi strana wî ya bi navê (bnr: bûnisra) ku bi eslê xwe helbesteka şairê rehmetî arjen arî ye seh kir.. paşê strana wî ya bi navê (bnr: bi xatirê te) bi ber guhê min ket û gelekî kêfa min jê re hat.. ez zêde dirêj nekim.. dengê wî û terza wî gelekî baş e û têra xwe serkeftî ye lê wekê gelek stranbêj û hunermendan ew jî hej popûlarÎte û çepik û ecibandin û heyranî û hejêkirinê dike mixabin û kar û xebatên xwe jî beralî dengê ku çepik jê têne ve dike.. li ser facebookê şairê kurd ê tirkînivîs kemal varol ku ew jî bi eslê xwe ji erxeniya diyarbekirê ye û şairek heta te bivê jêhatî û serkeftî ye carinan stranên vî camêrî parve dike..



15.08.2013 21:03 | endazer