Tirşik-Pirtûk

labîrenta cinan

 hesenê metê

 

 avesta


 1994


 kurmancî

 

 196

 roman

 2014.12.06 18:08

 simurg56

 Mamoste Kevanot, tevî xanima xwe Nêrgisa Koçer diçe Gunde Dînan. Cihê fesadî, dek û dolap û virekiyê. Û gundî; ji aliyekî ve ciwamêr, dilgerm û pakij, ji aliyê din ve; nezan, korfam û serhişk. Mamoste ji dizane ku du rê li ber hene: An wê dakeve pîvana wan û li wî aliyê wan î pakij rast bê an jî xwe ji wan dûr bixe û rastî aliyê wan î korfam bê. Kevanot bi zimanê wan dipeyive û dide ser riya yekemîn. Lê li wî gundê ku pîrebok û cin, însan û şeytan tevlihev dibe wê gotina Gebranê Baço rast derkeve: “Ku tu dakevî pîvana wan, bawer bike tu ê li wir bimînî… tu ê di pîvana wan de bihetikî xoce… tu ê pîvana wan de bifetisî û biçî. Di pîvan û dunyayên wan de ev kuçên vî gundê ha ê li te bibin labîrenteke cinan û tu ê ji nav dernekevî…” Hesenê Mêtê di romana xwe de me li labîrent û dehlîzên tarî ê civakeke derengmayî digerîne, civakek ku labîrenta herî tarî û tevlihev mêjiyê însanên wê bi xwe ye.


labîrenta cinan - Tirşik

labîrenta cinan


1. Labîrenta Cinan duyemîn pirtûka Hesenê Metê ye ku bi mijara xwe balkêş e û baş hatiye nivîsandin.
Pirtûk li ser baweriyên çewt ên mirovên gundekî paşdemayî hatiye nivîsandin.
Lehengê romanê Mamoste Kevanot ji bo mamostetiyê bike, diçe vî gundî, ango Gundê Dînan. Li wir nêrînên wî yên pêşîn ew e ku ev gund muhtacî mamosteyek baş e û pêwist e gelek tişt û gelek baweriyên bê bingeh ji mejiyê mirovên vî gundî bên pakkirin. Bi vî awayî mamoste Kevanot dest bi perwerdehiyê dike. Di rojên pêşîn de tekane kesê xwendî yê gund, ji mamoste re vê pêşniyarê an jî vê hişyariyê dike:

"Ku tu dakevî pivana wan, bawer bike tu ê li wir bimînî... tu ê di pîvana wan de bihetikî xoce... tu ê pîvana wan de bifetisî û biçî. Di pîvan û dunyayên wan de ev kuçên gund ê teng û zirav bibin... ev kuçên vî gundê ha ê li te bibin labîrenteke cinan û tu ê ji nav dernekevî..."

Wekî mamosteyek îdealîst mamoste Kevanot gelek giringiyê nade vê hişyariyê û ji tiştekî wisa bawer nake. Baweriya wî ew e ku her mirov dikare bê perwerdekirin û ji bo vê yekê tenê pêwist e ku mirov bi wan re bikeve têkiliyên nêzik û bi wan re bi zimanê wan biaxive. Mamoste Kevanot roj bi roj di nava labîranta cinên vî gundî dimeşe û her ku diçe dikeve tariyek û kûrahiyek.

Cûre: Roman
Çapa yekem: 1994, Stockholm
Weşanxane: Weşanên Avesta
Rûpel: 195 rûpel



2. min hemû pirtûfiroşên amedê serobino kir dîsa jî min peyda nekir



3. Mamoste kevanot. Wexta ku trembêla xwe difroshe û diçe çêlekekê dikire wê gavê heya bi kokê pê digre.



4. bi taswîr kirina gundîyan, pirtûkek self-oriantalîst e.

kevanot ji bo mamostetî diçe gundek, gundê cinan. hewl dide ku bi wan re tiştên medenî (wek dev ji berdane baweriyên derbarê cinan) bide zanîn an jî bi qewla nivîskar, "bikeve pîvanên wan". dawîde bala xwe lê dide ku ti gû ji wan gundîyan nabê; wek dînan ji cinan re dide xeberan û gundî pê tedigîhêje ku mamoste din bûye...

wekê din, di vê pirtûken kurdî î min xwendî de bi maneya zimên ve yê herî serketî ew pirtûk bû. him zimênekî sade bû him jî hevokên rojane wek "tu û xwedê" hatibû bikaranîn. ramanek wusa bi min re çêbû t ku ne zimênekî mekanîk e.

dawîda, gelekî carinan hevokê "bi gotinek din" jî hatîye bikaranîn. ez ti caran rastê vê hevokê ji romanan re nehatîbûm: piranî ji nivîsarên zanistî an jî ji pirtûkên akademîk re çavê yekî ji vê diket. ji ber vê jî min ê peşî vê hakîr û kêm didît lê paşê pê tedigêhiştîm ku gava meriv bi kurdî difikire guhê meriv nayê xermişandinê û bi rastî wê xwêşa yekî jî diçe.



Berga pirtûkê:
Berga pirtûkê
Puana tirşikê= 55.75
pûanê bide pirtûkê: