Ferhenga înteraktîf
trt kurdî
(10) (5) (3)
di mijarê de bigere
tirşik-trt kurdî

24. de haydê! ka em binêrin qûnalêsên vê qenalê dişên bûyera 26.06.2017 xirakirina bîrhatina ehmedê xanîyê şermezar bikin yan na? lê dişên ji sibê heta êvarê ji pkkê re bêjin teror û meror û azadînexwaz hwd. ka azadiya tcya we? tiffî li we û tovê we!



27.06.2017 16:52 | tizbîkêş

25. Kanalekî trt ye ku turkce altyazilî weşan dike.



30.07.2017 19:18 | sloujouc

26. Berê dîsa dihat temaşe kirin lê piştî 15 ê tîrmehê mirov nikare 3 saniye jî tehemmul bikî.



31.07.2017 04:43 | biaqila malê

27. Dest bi weşanên hd kiriye.

Frekansên Uyduyê yên TRT KURDî HD'yê:
Here lînkê



17.01.2018 18:21 | cinorek

28. qanala ku qet temaşa nakim, ji xwe tv yê j3i temeşa nakim.



18.01.2018 09:53 | tililili

29. Divê navê wê trt kurmî be.



18.01.2018 10:06 | dilsoz

30. ne qanala kurdaye...



18.01.2018 22:25 | kurdokercewsî

31. Aniha gelek lewitîye û kesên ku li ser xebata kurdî dikin guh nadin ziman û wek kesekê xerîbê ku zimanê kurdî paşve hinbûne diaxivin.

Xeberdana zimanê kurdî jî wek protestoyek e.Lê dema ku li xebatkarên wî mêzedikî ne wisanin.

Zimanê kurdî qet li devê wan nayê.

Nûçevanê wan çiqas jî xwe dixemilîne dîsa jî wek gundîya dixûyê yaw.

Ulke tv = trt kurdî

Heyfa min ji peyva "kurdî" ra tê ku bi wî navêre tê bikaranîn.

Çend bernameyê baş hebin jî binî navê trt kurdî da ewan jî xirab dibin.



31.03.2019 12:36 | brzn

32. ez dibinim gellek kes bi kurmanciya wê kanalê qerfên xwe dikin.
Erê, carna tirkî-kurdî pir tevî hev dikin,
Lê kanalek pir giring e. ew kanala digihîşe hemû kurdên bakûr û kurdên anatolyayê.
Bi taybetî hinek bernameyên wê kanala pir baş in.
Minak bernameyek bi navê wext çava derbas bû heye. Ez tewsiye dikim temaşa bikin.
li ser wê kanalê kurdên sewasê, kurdên kirşehirê, kurdên meletiyê, kurdên erzinganê dikarin bibinin.



05.01.2020 21:00 | cinorek

33. Ji qenalên kurdî de qenala ku herî zêde qala çand û hunera kurdî keyfxweşîyên rojane karên rojane dike trt kurdî ye. Gelek bernameyên wan hene ku hem ne polîtîk e hem xweş û girîng e.

Ji qenalên dîtir ku siharê heta şevê qala şer, polîtîkayên yek alî, bilindkirina navê serokekî dike. Mixabin qenalên rêxistinên kurda qasî trt kurdî girîngîyê nade çand û hunera kurda.



05.01.2020 21:14 | azad30

34. belkî li tirkiyê qenala herî popûler ya bi kurdî be. ez bixwe temaşe nakim lê tvyên dn yên bi kurdî jî temaşe nakim. hebe tune be şer e, xwîn e û girîn e. helbet ev rastîya me ye lê mirov nikare 24 saet van temaşe bike û di psîkolojîyek normal de bimîne.
ez hemû nûçeyan her roj dixwînim di înternetê de, ji rojevê namînim lê qet li nûçeyên tvyan temaşe nakim.

min hêvî nedikir ku ev qenal evqas bidome lê vaye 5 sal in dewam dike û gelek kes jî temaşe dikin. ji bo dewletê serkeftinek mezin e.



05.01.2020 21:51 ~21:51 | simurg56

35. Du sê roj berê bernameyek li miksa navçeya Wanê kişandibûn li ser ekranê bû. Min dît bi carekê guherî û axaftina Erdoganî anîn ser ekranê. Ji ber ku qenal kurdî ye yekî axaftina wî werdigerand kurmancî. Axaftina wî li ser coronayê bû. Min nihêrî carekê wergêr got covid-19(on dokuz). Di demeke kurt de fêhm kir ku şaş kiriye û sererast kir got covid nozdeh. Helbet normal e lê Kenê min pê hat. *



01.04.2020 11:55 ~11:56 | xabûrî

36. Kanala dewleta tirk e ku bi zimanê kurdî weşanê dike. Di merasîma vekirinê de, wê çaxê trt 6 digotin, Rojîn strana Mihemedo gotibû. ".. wî de agir bikeve mala van romîyan" trolltîyeke xweş bû



01.04.2020 12:21 | bedirxan

37. Kanala ku televîzyona min ya lîsteya yekem deyî, gellek tiştên xweş têde heye. Hûn çima aciz dibin. Kurdê li wir dixebite karê xwe dikin. Pê nan dixwin.



01.04.2020 13:53 | dilreş

38. Bernameyên ne têkîldarê nûçeyan , sîyasetê pirr baş in.Bernameyên ku zimanê Kurdî hîn dikin gelek baş in.



01.04.2020 16:59 | brzn

39. qenala go dewlet zimanê kurdî ji xwe ra kiriye amûrê propagandayê. Go em zarok tv nehesibênin, yekane qenala go bi kurdî weşan dike li destê dewletê da ye. ne ji bo xizmeta kurdan lê belê li dijî kurdan bi kar têne.



08.12.2020 18:26 | hueyn

40. TRT KURDÎ ×
TRT KURMÎ √



09.12.2020 11:20 | zîzo

41. xeletiyên xwe jî hene lê ewqas xirab ninû ku mirov heqeretan jê bike.
gellek bernameyên xweş jî ji bo wê qanalê hatin çêkirin.



10.12.2020 10:16 | cinorek

42. trt qimil. yek ji şiltaxên vê qenalê ya diyarbekir - ruhayî û malbat tev de akp - mhpyî.

Here lînkê

Here lînkê

bavê wê Alîkarê Serokê Bajarê Diyarbekirê yê AKPê, Mehmet Arzu ye. digel keça wî burcu, Kurekî wî jî di trt de ye û kurê din jî di Midûriyeta Bajêr a Hawirdor û Bajarvaniyê ya Diyarbekirê de hatiye wezîfedarkirin.

Here lînkê



22.07.2021 16:09 ~16:37 | asîmanê sêwî

43. qenala ku bûye sedema di hişê min de avabûna pirsekî ye.
gelo tirkmanc vê qanalê dibîne anjî ev qanal tirkmancan dibîne?



20.09.2021 20:07 | heval.js

Rûpel: ( 1 2 3 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» trt world
» kurdîkirina twitterê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî