Ferhenga înteraktîf
10.08.2015 sêyemîn civîna nivîskarên tirşikê a li amedê
(5) (0) (3)
di mijarê de bigere
tirşik-10.08.2015 sêyemîn civîna nivîskarên tirşikê a li amedê

23. civîna ez dikarim li ser skype beşdar bibim haya we jê hebe. ger heyranê shorbevan wî zêde meraq dikin wêneyê profîla wî yê rastîye lê ji bû heyranê xwe. di serîda yê ku li serê mirare/mirîye yanî hola ezîda ezê xisûsî wêneyek diha rastî barbikim û bikim avatarê profîlê di demek nêzde li bendê bin



19.07.2015 10:28 | shorbevan

24. civîna ku hatina ferhenga şikestî û elegez esseh bû*



19.07.2015 16:24 | ferhenga şikestî

25. ji ber ku kes navê min negotiye ez nayêm *



21.07.2015 18:39 | kurê xelkê

26. civîna ku heta kurdistana serbixwe ava nebe ez ê beşdar nabim. *



de ez werim. lê ji min pir tişt nesekinin, min got kurmancîya min ne ew qas baş e, lê ez dê biceribînim.



21.07.2015 20:54 ~22:09 | endazyar

27. (bnr: taktîk)*



Kurê xelkê neyê ez jî nayêm. Va mi dîsa go!



21.07.2015 21:22 | mergehez

28. Civîna ku ez ê nekarim beşdar bibim ji ber ku ne li amedê me. Lê wê ruhê min li wir be. Kî dizane belkî ruhê eşmeyê jî li wir be ..



21.07.2015 22:20 | brusk56

30. civîna ku bi çend şertan ez dikarim bêm;

eger elegez neyê û simurg56 were, qantir bizê û xwê şîn bibe, û kulik hespê bilîcan yê hesenê dudê birevîne bîne ji emer axa re û emer axa li ser soza xwe bisekine û keça xwe gulçînê bidiyê..

henek li aliyekî, civîna ku min dil nîne tevlê bibim, ji xwe li ser tirşikê her roja xwudê em dicivin..



24.07.2015 21:51 | endazer

31. tê bêjî qey em hemî endamên şîrketekê ne û li ser pêşeroja şîrketê, globalbûna dinyayê, û şert û mercên bazarê dipeyivin û ji bo aboriyê biryarên zor giran digirin û jiyanê li xwe dikin heram.. welhasil

yahu here were em du saet rûdinin çayê vedixwin û ji xwe'r subbet dikin, ma hûn çima xwe ewqad diqehirînin û mîna bûka yekşevîn naza dikin?

ne civîn e, hevdîtin e bo xwudê ji xeynî mergehêz kes neyê jî ez biçim û pê re çayekê vexwim û hew.



24.07.2015 22:42 ~22:43 | ferhenga şikestî

32. civîna ku bi vê şertê es ê werim: eger çaya min li ser kîsê shorbevan be. îcar em hêvî ne ew evqas ne çikûs be û xwe giran neke.



24.07.2015 22:48 | hola êzîda

33. Teklîf ji hola êzîda re: heke ku tu werî ez ê qehweya qizwanan îkramî te bikim *

ji xeynî wê: de loy loy de loy loy neyên yabo. Heke ku hûn li me ne qayil bin, em qet li we ne qayil in!



Nîşe: this is a joke! Don't misunderstand me.



24.07.2015 23:50 | mergehez

34. Vê carê em ê civîna xwe li Almanya lidarxin.



27.07.2015 02:47 | hola êzîda

35. (bnr: ne civin belav bibin)



27.07.2015 10:52 | shorbevan

36. (bnr: çivîn)

Ji ber ku çîv çîva her kesî ye û hew.



27.07.2015 21:55 | azadixwaz

37. Seêt û ça bellî nêbiyo ?



04.08.2015 12:17 | teberkerde

38. 7ê mehê ez bawer im nabe lewra heval dê wê rojê nuh werin amedê. Dibe ku westiyayî bin. Loma heke ku we jî go erê bila 8 an jî 9ê mehê be. Piştî ku roj diyar bû emê cih û saetê jî diyar bikin. Jixwe herî kêm saet 4 5an de meeiv dikare ji malê derkeve...



Sankî Teberkerde jî wê were. Heke ku were dê pir xweş bibe



04.08.2015 12:21 | mergehez

39. ger 10 be wê baştir be, ji ber ku di rojên 8 û 9'an de nîşan û daweta hevaleke min heye lewma ezê tevlî wan çalakiyên mecburî bibim

û bi ya min saet jî piştî 7'an be. ma law di orta nava rojê de mariv dikare derkeve derve? bi xwudê ji ber germahiyê serê me mîna zebeşa amedê biqelişe



04.08.2015 12:30 | ferhenga şikestî

40. ew civîn e ya ku ti kesî ez dawet nekirimê.



04.08.2015 12:34 | dijber

41. (bnr: it doesn't matter)

Ji min re ferq nake ha 8 ha 9 ha 10. Lê hêvî dikim tm di wê rojê de karê min dernekeve.



Cih: zêde cih nizanim hûn bêjin

Saet: 19:30-20:00



Nîşe: bila herkes şîva xwe bixwe û were ha *



04.08.2015 12:37 | mergehez

42. (bnr: herkes dawetlî ye)

civînên tirşikê bê dawet e lê yên li kanadayê nayên em wan qebûl nakin *



04.08.2015 12:38 | mergehez

43. ger endazer were ezê jî werim teqînek çêkim zû cîhê xwe bêjin oxlim.



04.08.2015 15:06 ~15:07 | shorbevan

Rûpel: ( 1 2 3 4 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» 10.08.2015 sêyemîn civîna nivîskarên tirşikê a li amedê
» sêyemîn civîna tirşîkvanên mêrsînê
» civîna nivîskarên tirşikê
» nivîskarên ku peyamên xwe jê dibin
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî