Ferhenga înteraktîf
nifirên kurdî
(52) (10) (5)
di mijarê de bigere
tirşik-nifirên kurdî

66. Bila hestiyê te erd ê, goştê te binpê be



05.09.2013 13:37 | lorddadeon

67. mêrê te xişk û sor bê!



05.09.2013 19:23 | îrbome mem pulur

68. xwudê bela te ji ber piyê te bide te!



12.09.2013 15:44 | ahmet_amed

69. "Heyla topâ xwedê li bedenâ te ketî"

"weylé dîya te Bê sersaxîya te."

" weylê penceşêr ketî hinavé te."



12.09.2013 23:05 | cudî

70. wey tu bi belqitî û bi şelfitî : ji omerîyan



12.09.2013 23:26 | firat

71. Jan dost- kela dimdimê



Xwedê nehêle yê ku bû sebeb

ji devê wan derkeve kezeb



Warê wana be agir û dojeh

darê wan jêbin ji kok û reh



tenûrên wana qet neyên dadan

teşiyên wana qet neyên badan



qet ew neçinin zadê ku çandin

tev wenda bibin pezên civandin



mirazê keç û xortên wan nebe

deriyê rehmê li wan venebe



13.09.2013 00:05 | tavgezokî

72. hey pozneşewitîYO HEY xwêlîsero xêr ji xwe nedÎYO,AGİR Bİ MALÊ KETO, XWAZKA ERD Û ESÎMAN qelişîYO Bİ KEZEBA TEYA REŞO DE RİJÎYO :-)



13.09.2013 01:35 | yasê

73. Ez jî yên ku min kom/top kiribûn pêşniyarî we bikim:



1-Topa xwedê li te keve

2-Goştê te bibe xwarine mişk û maran

3-Mezelê te ne keve nava tu mezela

4-Dê û bavê te xêrê ji te nebîne

5-Xwedê te kewîr bike

6-Tu tu xêrê ji xwe nebini

7) Xûn di dev ra hato !

8) Dev li te xwar bibe !

9) Mala te bi serê te da bixelê (hilişîn) !

10) Tu, tu gûna nebîn î (Tu, qet tu gûna nebîn î)

11) Qanser lê hato !

12) Qanser li te were !

13) Su/stû li şikeştî yo !

14-Agir bi derê te keve

15-Agir bikeve mala te

16-Birûsk li te keve

17-Cegera te bişewite

18-Îlancix di gewriya te da were

19-Kevir û kuçik li te bibarin

20-Mal mîrat buyo

21-Top lê ketîyo

22-Tu bi goştê canê xwe kevî

23-Tu bi kansere bikevî

24-Tu car rîya te rast neçe

25-Tu dîn bibî bi çola bikevî

26-Tu hewcîyo ker û kûçikan bî

27-Tu ji herdû çava bibî

28-Tu ker û lal bibî

29-Tu perçe perçe bibî

30-Tu qe mezin nebî

31-Tu rezîl û riswa bibî

32-Tu sêwî bibî

33-Tu têkevî ber desta

34-Tu têkevî ber destê min

35-Tu xêre ji xwe nebînî



1-) Tu qe tunevî

2-) Tu xêre nebînê

3-) Hundir qul bûyo

4-) Kezew qul bûyo

5-) Mejo velo bûyo

6-) Firî ku firî bûyo

7-) Ma kesew li te riş bibe

8-) Ma goştê te mar û mişik bixwin

9-) Tu goştê xwe biruçkinî

10-) Ma li te zehr û zikkûm bê

11-) Ma serê li te bihise

12-) Ma serî te li kevirekî bikeve

13-) Heta mirine qa tu rindîye nebinî

14-) Çav riji bûyo

15-) Çav kûr bûyo

16-) Qurşun li te ketiyo

17-) Hîşk bûyo

18-) Har bûyo

19-) Xwîn verşîya.

20-) Dînîk bê û çolle ketîya

21-)Menzîl qût bûya.

22-)Mero gur li te bicivin û goştên te ji hestîyan te bikin.

23-)Tu ji destê xwe bibinî.

24-) Malik li te bela bibê.

25-) Mitike ketîyo.

26-) Kûr bûyo.

28-) Hundir reş bûyo.

29-) Tu gûno nebînî

30-) Tu heri û cex nebi.

31-) Hundir reş bûyo.



26.09.2013 20:29 | serxush

74. Qeda li te bikeve... *



26.09.2013 22:54 | ceso

75. (bnr: nîvê çanda kurdî) *

(bnr: xwedêkuştî)



23.10.2013 00:11 | brusk56

76. wan lê top'l emrê te ketî..



23.10.2013 01:51 | rexnegirêtagirtî

77. kafirên zindîk



23.10.2013 01:55 | rojabaz


80. Xwedê te nehêle!



23.10.2013 10:50 | kendal

81. Mirazê te di çevê te da bimÎne!



23.10.2013 10:50 | kendal

82. Xwedê emrê te kurt ke (bike)!



23.10.2013 10:52 | kendal

83. kezeba te dı devétedı derkeve !



çavéte bırjın !



23.10.2013 15:13 | brahim

84. hey lê tu ji hev ketî!

hey lê sifin kor bûyî!

hey lê tarîmijê çavên te girtî!

hey lê mêlaka te hinciniyî!

hey lê nemayî!

hey lê xudê bedîl kurt kirî!

hey lê doxilbaşî bi kezebê girtî!

hey lê hezik û helemîn pê de hatî!

hey lê stukur pelixî!

hey lê tu şepirze bûyî!

hey lê şimşik teqiyayî, de here! *



23.10.2013 17:32 | zero

86. "Daxwaza min ji Xwedê ew e ku hemû karên te nîvco bimînin!"



29.10.2013 13:10 | devliken kelogiri

87. belkî ba yê tofanê li te kevê



29.10.2013 14:36 | newenda

Rûpel: ( 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 )