Ferhenga înteraktîf
nifirên kurdî
(52) (10) (5)
di mijarê de bigere
tirşik-nifirên kurdî

112. tu kerrafî bixwî!



27.06.2014 18:32 | xendekî

113. penceşêr li bedena te bikeve!



27.06.2014 18:32 | xendekî

114. ohoy kezeba te reş bibe law law



27.06.2014 23:08 | xemgînamed

115. (bnr: topa seddam l'te bikeve)



30.08.2014 09:04 | xendekî

116. (bnr: penceşêrê li bedena te dayî)



30.08.2014 09:05 | xendekî


118. "…; kêr bi we bikeve; di nav gûyî de bişewetin; di nav xwînê de bixeniqin; emirqutî bibin, talan bibin, bibelqitin, bimesixin, biqurmiçin, bihelikin!!!"***



***Ji pirtûka rênas jiyan, di tuwaletê de, r: 67.



17.09.2014 19:59 | xendekî

119. ''quzilqirt'' nifirê ku pir tên bikaranînin.



17.09.2014 20:05 | endazyar

120. spî bikevin te!



27.10.2014 10:23 | gulan

121. quzulqurt!



27.10.2014 12:52 | endazyar

122. xwedê BELA wan JI BER PIYÊ wan bidê wan



27.10.2014 18:58 | xeyalperest

123. TI JI QUTÊ salê NEXWÊ rebbî!



27.10.2014 19:00 | xeyalperest

124. ti bi devê GUREKÎ har herê



27.10.2014 19:22 | xeyalperest

125. nizanim wateya wê çi ye lê (bnr: bedîlkurt)



27.10.2014 20:54 | simurg56

126. bextereş

quzilqurta canê te

tu geber bî

merez li canê te bikeve

tu di gola bê av de bixeniqî

tu negêhî malê

tu xêr ji gedê xwe nebînî

kula qanserê di canê te de were (an jî kula reş)

topa xwedê li te keve

xwedê xezeba xwe li te bike

emrê te kin be

çira te vemire

moz bi zimanê te ve bide

benikê doxîna te biqete

kund li warê bavê te bixwin

qirika te şil nebe

tu bibî şîva guran

goştê te bibe xwarina mişk û maran

tofan bê serê te

tu di ava gû de bixeniqî

xwelî li serê te be (herhal ê ku vî nifirî nizane tune ye)

wey diran di devê te de nemînin



dibe nifirên ku min nivîsandine li jorê jî hatiye nivîsandin. min tenê dinivîsand. kontrol nedikir.



03.12.2014 21:35 | kurê xelkê

127. nav bin navan keve

kalkê min her tim bi apên min re digot dema ku hêrsa wî dihat. min hinek koland û pirs kir wateya vê nifirê çîye. dibêjin berê heger yek bimre karmend yanî memûr dihatin û navê wî yê mirîye lê rêza merîyên mirî de dinivîsandin yan jî yek diçû û navê mirî ji muxtar re digot ewî dinivîstand. loma ev gotîn peyda bûye û ketîye ser zimanê gelê meyê serhedê.



04.12.2014 00:20 | resençiyayî

128. Kî bêje zimanê kurdî ne xweş e

Ji bo zimanê xelkê têbikoşe

Gîsinê cot zikên wan biqelêşê

Tîr di wan be, bimire bi serêş e !



13.03.2015 13:08 | quşxaneli

129. (bnr: ava reş di te de werê)



13.03.2015 13:23 | xendekî

130. ava reş bi çawêteda ne hatibu kulîya zimanê te ne xwaribu tiliya min di çawê te ra neçubu.



13.03.2015 17:25 | sedrik

131. nifirekî pir dilşewat: weylee topa seddam litekeve



01.04.2015 11:35 | quşxaneli

Rûpel: ( 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 )