Ferhenga înteraktîf
nifirên kurdî
(52) (10) (5)
di mijarê de bigere
tirşik-nifirên kurdî

175. Tiştê eceb ev hemû bi min xweş tên îro, her çiqasî ku gotinên xedar û nexweş bin jî di eslê xwe de. Çend mînak jî li vir in:

Agirê Helebê bikeve mala bavê te!

Çavê te birijin!

Kul texe!

Mirazê te çavê te da bimîne!

Lawo, Xwedê bîne pêşîya te jî! Zarên te jî wiha le te bikin!

Çavên te kor be!

Pişta te bişkê!

hwd.



29.03.2020 16:56 | elfesya

176. (bnr: mirazê te çavê te de bimîne) :/



29.03.2020 18:53 | xelîl

177. nifîna nû derketî: hey korona te girtî!



29.03.2020 22:02 | hespêsor

178. tu bêmrad bimînî

xebateka gelek hêja heye li ser nifir û dua yên kurdî Here lînkê nivîskar asmin uyanik bajar bi bajar, gund bi gund gelek nifir û dua daye hev, gelek spas ji bo vê xebata delal.



29.03.2020 22:10 | afa

179. Xwedê bike afat ji dev re bîne
Pê te bişkê destên te qurom be , tu car mala nekevî (ji bo keçan)



29.03.2020 22:22 ~22:24 | brzn

180. mêrg xweş û rengîn e wek zimanê kurdî
Kî nepeyive vî zimanî bi dil û merdî
rojek xweş nebîne, bibîne her derdî
merezdarî be li çola, bimîne bê xwedî.



29.03.2020 22:52 | quşxaneli

181. (bnr: hey mele qesba to qul bo)
(bnr: dimilkî)



29.03.2020 23:16 | kajav

182. tu belkî heft waran bigerî
serê heft rêyan bisekinî
laçkada bi xwîn be
serê te şikestî be
tu nizani bî tu li kîjan rêyê herî.
-
Min go hacê te go hacê
agir bigre koka darê qere hacê
kî ji nava herdu çava nava dila xeberde
xwedê bikuje kurê wan yên ber zewacê
-
Tu herî nava heft şirîka
-
Lewo belkî tu nesitirî



30.03.2020 22:05 ~22:14 | brzn

183. hêviya min ji şahê gerdûne
kî kurdî neke zimanê jiyanê
lê biherime pincarê cîhanê
eş û jan tu car nede wî/wê emanê



30.03.2020 23:02 | quşxaneli

184. Tasên te bineqise
xenekûtkek te bigire
xwedê xenîmên te be
mirazên te çavên te de bimîne
bavê te bi mir e
bavê we li we bi mir
Tu dibêjî qey tirra we gêj kiriye
zikê we têr bû , de dev bavêjin guhê hev



06.04.2020 23:39 ~23:55 | brzn

185. bi min ji bo keçan a herî giran, mirazê te di çavên te de bimîne an jî kesnebirê ye



07.04.2020 04:39 | roberz

186. Embazê mino çêrmûgij no zewtî vana:
-boka vurû pakra bivirso bêroro şima
-boka pîrik şima û dewarirodo *



13.05.2020 02:15 | rizgarm

187. bavê te xwe qûzê dîya te biheqîne.

nifirekî pir dewlemende*



13.05.2020 10:28 | kovan

188. Heviya min ji xwedê tu şeqa şeqa gunika li ber qûzê xwe nebînî



13.05.2020 14:19 | bêwar

189. nifirên waxtê dizvirînî ser zimanê tirkî pir komîk e heheheh
xwelî serê dekim, stîya te(îstî-boyun) bişkê, serê te bînê tirê keve (wtf??!)



13.05.2020 15:33 | doesntmatter

190. Mala bavê te bişewite, mala te serê te bixwe, tu xêrê ji xwe nebîne



14.05.2020 06:00 | şemamok

191. -Tu erda reş kevî
-mala te bikeve
-tu qet têr nexwî



14.05.2020 22:50 | rotê şevê

192. Tu herî û ji wê de meyitê te were!!!



25.07.2020 12:15 | rizgarm

193. Ez meyîtê te hildim!



24.09.2020 12:00 | xwelî li ser

194. *Top û tofanî bêro to ro!

*Boka topa ûris to ro do!

*Boka qirşûnêdo bê veng to gino!



24.01.2021 12:48 ~13:06 | rizgarm

Rûpel: ( 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 )