Ferhenga înteraktîf
farqîn
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-farqîn

26. (bnr: mir)

(bnr: ji kerema xwera fatha kî pir nebînin)

niha kurê apê min li batmanêye ez pêre axivîm ti dijûn nema ji dewlet û ydghrê kire milet tije bûye edî hatîye qirikê bawer bikin niha hilbijartîn hebe hdp li farqînê deng dernaxe milet jî zane tiştê pkk dike niha şaşe tev dibêjin çima li rojavayê tirkîyê çalakîyên wisa li darnaxin, derdê pkk çiye me û xwe dide kuştin û birçî bê av bê cereyan dihêle..



10.11.2015 11:23 | shorbevan

27. mixabin bi qasê dorpêça li ser cizîrê balê nakişîne ser xwe. ji ber ku êdî gelê kurd ji van tiştên bêencam kerixiye û nizane ka çi bike.

herkes di mala xwe de rûniştiye û li benda aramiyê ye.



di wextê berxwedana kobaniyê de, ji ber ku kurd %100 mafdar bûn, li hember derwletê serê xwe hildan û li her derê dinyayê rabûn ser piyan.

lê niha serê tu kesî ne zelal e, loma jî gel tenê diqehire û naxwaze û nizane tiştek din bike.



10.11.2015 22:13 | simurg56

28. Bajarê ku ji berê de bi Kurdewariya xwe bi nav û deng e û ji ber vî ku her tim rastê êrîşên dewleta t*rkan tê.



11.11.2015 13:39 | şînşînok

29. bajaroka ku dibêjin dewleta dagirker ji hewayê bombebaran dike. li gor nûçeye dihayê mirî û birîndar hene.



11.11.2015 13:52 | brusk56

31. (bnr: xerabû ka dixtorê wê)

li gorî gotin agahîyên pkkê kesên êrîşdikin ewê bê bersiv nemînin û pkk naxwaze bela xwe li leşkerên ku bela xwe li wan naxe bide başe.. çavê me teva li pkkêye ka ewê êrîşek çewabike gelo bersiva wê ewê hima bitenê ber xwe bide û bê kuştin..



11.11.2015 16:55 | shorbevan

32. gelek kesên nezan û korfêm evê bobelatê wek berxwedanê bi nav dikin.

yav ez dema dirûşma 'bojo borxwodono forqono' dibihîzim eyn agirê kelandî di ser serê min de wer dibe.

tu berxwedan nîn e, qetlîam û xwînxwariya evê dewleta bênamûs heye..



11.11.2015 19:13 | ferhenga şikestî

33. li malpera sputnik kurdistanê bi sernivîsa "Herêma kurdan: Alozî, êriş, sewqiyat û qedexe berdewam in (Agahî gav bi gav tên nûkirin)" derbarê farqîn agahî tê weşandin. karekî hêja ye mîna bbc tê kirin.



Bêhtir bixwîne: Here lînkê



11.11.2015 21:29 ~21:30 | biruya hayao miyazaki

34. bajarê ku zarokên wê bi kurdî diaxivin. weke cizîr û hekarî û gever û nisêbîn û silopî... hê pêla asîmîlasyonê lênedaye. farqîn rûspiya amedê ye.



11.11.2015 23:34 | ceso

35. dijmin xwe bidirîne jî farqîn gavek paşve navêje li ser "kurdîstanê herb û sefer heye lê zafer tuneye"wer dibêjin û wisaye îro gelek kes hatin ku ji bû kurd serî ji wanre deynin lê wan serî danî jî kurda serî dananî..



12.11.2015 11:45 | shorbevan

36. Bajarê ku bi devoka xwe tête niyasîn e.Her çend hindî Hekariyê navdar nebîtin jî...



12.11.2015 22:17 | vêca çiyeeee

37. bajarê 12 rojan di bin dorpêça leşker leşker û polîsên tirk de ma, dorpêç îro qediya. her der wêran kirin, 12 kes kuştin û îro ji bajêr derketin. dema derketîn gel li ser cehdê leşker û polîs protestor kirin.



tişteke çawa ye? ev dewlet çi qa dewleteke wehş e, fêm nake! bi şer û kuştin û talanê tu nikarî dengê vî miletî bibirî.!!



14.11.2015 20:50 | xendekî

Rûpel: ( 1 2 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» farqîn

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî