Ferhenga înteraktîf
biaqila malê
(19) (1) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-biaqila malê

31. 4 saet û 42 deqe ye onlîne/girêdayî ye işev bi werîsan ve xwe tirşikê va girêdaye *



(bnr: dibe ku rekoreke din were şikênastin)



15.09.2016 01:33 | bûtîmar

32. nivîskara ku wê û hozan serhad êdî endazer ji nav reqîbên min derxistine xwedê jiwan razî *, pir çalake pir..



15.09.2016 11:46 | shorbevan

33. çi biaqila malê, wellehî biaqila dinyê ye* xwedê heye, nivîskareke jîr û jêhatî ye lê herî zêde zimantûj e.



24.09.2016 16:46 | nazim tolhildan

35. nivîskara ku wexta nuh hate tirşikê û bi domdarî nivîsand, xwîna lê keliyabû. min gotibû weke miroveke baş xuya dike, piştî elimîm ku ji dêrikê ye, min got na bavo dêrikî baş in, nêrîna wan serast e lê mixabin her ku nivîsand ev fikrên min berevajî bûn. bûye endazerê duyemîn. di tirşikê de mêrek hebû ku li fersendan digeriya bo ku pkk reş bike, va ye jinek jî lê zêde bû û temam bû. ser xêre be gelî tirşikvanno..



24.09.2016 17:35 | mergehez

36. nivîskara zana, çeleng... * riya rast/heq yeke ew jî di wê riyêde dimeşe.. ew qelema xwe tev saxbin û hevî evin ku ti kes ji pênûsa wêre nebin av/cam/naylon.. mijarên ku vedike ji rexneyanre, ji rastkirinanre vekirîne ne rastbin rastbikin...bixêrhatiye



24.09.2016 20:52 | shorbevan

37. Nivîskara kerhatî û jêhatî.

Nerîna her kesî ji bo xwe ye û mafê wî/wê heye ku vebêje. Tenê ji bo meseleyekê ji tirşikvanekê sar bun ne zêde rast e. Tekane meseleya tirşikê ne siyaset e (û helbet yeke giring ew e), ya herî giring jî ziman e loma qîmetê nivîskaran di serê minde gorî wê yekê ye.



24.09.2016 21:33 | azadixwaz

38. Nivîskara dîsa eşkere kir ku dema di nav gel de guherînên siyasî çê dibin hêrsa partîzanokan har dibe.



Heke min 2 meh berê bi sedan alayên tirkan di destê dêrikiyan li sûka dêrikê heta xeraca dolmîşan ne dîtiba - hin partîzanok jî berê rahiştibûn alaya tirkan - min fahm kir dêrika pesnê wê tê dayîn ne Ew dêrik e. Xewn û xeyalên hinekan e.. û nerastiye.



Bila hinek xwe nexapînin û nebêjin filan der çawa ye. Ev guherîna ku ne ji pkkê û ne ji tcyê re dibe riya rastiyê ye. Ji îdeolojiyan dûr e. Niha hunê jî werin vê riya. Xwedê bike hun heta wê roja tiştê hun ji ber fedî bikin nekin...



24.09.2016 22:31 ~22:42 | berxweda

40. (bnr: melîs)



04.06.2017 18:46 ~18:47 | çarçoveya bextewariyê

41. (bnr: quzzulqurt)



05.06.2017 01:05 | biaqila malê

42. yeka xwînşêrîn e



05.06.2017 15:02 | ferhenga şikestî

43. biaqila malê ye lê li mala xwe da bi tenê dijî *

Laqirdî alîkî..
xwediyê navekî zehv orjînal e yaw..

arekî twîtterê da jî dinivîsand, ez zêde nakevime twîtterê, loma nizanim ku hê dinivîse yan na..



01.12.2017 03:13 | bûtîmar

44. Twîtter li ser serê wê bûye xezeb , hê dinivîse *



01.12.2017 03:15 | biaqila malê

45. li ser sosyal medyayê mixabin bêtir (di sedî de 99) bi tirkî dinivîse.
ez dibêm qey ji bela ku di nava tirkan de dijî bivênevê xwe mecbur hîs dike ku bi tirkî îş û emel bike.
wexta ku ez li stenbolê dijiyam hevalên min ên tirk hebûn, ji min re digotin tu bi kurdî dinivîsî em fêm nakin, loma min jî car caran tirkî dinivîsand. dûre min nihêrî ku helwesteke şaş e min dev ji tirkî berda, sankî fêm bikin dê çi gû bi destê min bikeve, jixwe çend meh şûnde min ew giş asteng kirin em ji hev pak bûn



01.12.2017 11:42 ~11:44 | ferhenga şikestî

46. Stara xwedê lê be. Zehf baqil e. Bila binivîse bi nivisên bedew bibe



01.12.2017 18:57 | hêvî

47. Tirşikvana ku ez meraq dikim gelo çi alemê da ye..



21.02.2018 03:06 | bûtîmar

48. Tirşikvana meraq dikim ku gelo a niha çi dike *



30.04.2019 23:29 | bûtîmar

49. yek ji wan nivîskran e ku ji roja ku me hev nas kiriye heta îro çi di tirşik netê de û çi jî di mecrayên din ên înternetê de peywendiya me qet qût nebûye.
(bnr: emojiya rûtirş)
(bnr: emojiya bişirînê)



01.12.2019 02:18 | ceso

50. tirşikvana ku ez şa kirime ye * ji ber ku serê vê sibê ketim tirşikê min dêhna xwe dayê behsa min hatiye kirin û ez şa bûm *



01.12.2019 12:43 | bûtîmar

51. kurdên ku tirşikê dixwînin lê nanivîsin/122627

bi vê entrya xwe va careke din jî eşkere kiriye ku biaqila mala tirşikê ye *



07.05.2020 18:36 | bûtîmar

52. Nivîskara min îro lê anîye der avatara wê

nexşeya kurdistanê
ye. Ji dûr wêneyek artîstîk xuya dikir, ji nêzîk gava 5 saniye lê dinêrî mahabad tê bîra mîrov.



01.06.2020 23:52 | hespêsor

Rûpel: ( 1 2 3 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» biaqila malê
» malê axa diçe canê xulam diêşê

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî