Ferhenga înteraktîf
brusk56
(21) (1) (11)
di mijarê de bigere
tirşik-brusk56

64. Tirşikvaneke hêja yê tirşiknetê ye



16.06.2015 17:54 | darînê daryo

65. duh fakulteya xwe qedand û bi merasîmek gelek xweşik û kurdewar derbasî qonaxek nû bû. lê hê belaya mezintir li ber wî ye: tusa îlonê.

(bnr: merasîma mezûniyetê ya alternatîf ya zaningeha dîcleyê fakûlteya tibê)



16.06.2015 19:11 | simurg56

66. nivîskarê ku ne moderatorbe ez jî bi tişkî nizanim.



16.06.2015 19:54 | shorbevan

67. nivîskarê êdî bûye bijîşkê fermî ê tirşikê ye.

mezûniyeta wî li ser xêrê be *



16.06.2015 22:17 | berxweda

68. Bo min (bnr: rol model) e. Kurd é, Kurdperver e, walatparéz e, bijîşk e,



17.06.2015 00:04 | tîrejên rojê

69. Hevalekî başe û dilenkî paqij di piçenga xweda digerîne *



17.06.2015 18:00 | hogir elegez

70. pîra min berê ji min re digo, 'kuro bixwîne bibe doxtor ji xwe re mîna artîstan bigere, doxtorên me pax bi xelkê nakin, ji xwe re biaqil be' falan lê mi digo pîrê ez teralekî xwudê me ji min biqêre..

pîra min rast digo ev zilamê ha jî piştî ku bû doxtor pax bi xelkê nake êdî.

mi du hefte berê jê re peyam şiyandibû lê qet zehmet nekir û bersiva peyama min neda..

doxtor efendî! dinya ji te re jî namîne



24.08.2015 08:43 ~08:44 | ferhenga şikestî

71. amadekariya azmûna tusê dike loma êdî nayê van deran. Van rojan wê tevlî qampek kujer ya ji bo vê azmûnê bibe.

pişti azmûnê hêvî heye vegere.



24.08.2015 23:49 | simurg56

72. tirsikvanê zîrek ê ji ber peyamên xwe yên:

-abdullah ocalan: serokê partiya karkerên kurdistan

-abdullah ocalan: rêberê gelê kurd

rastî reşşikên dijber'an hatiye *



24.09.2015 19:17 | xendekî

73. Nivîskarê tirsikê yê ku beşdarî tusê bûye û xwedê hez bike wê di demek kurt de vegere tirsikê..

Coming soon *



24.09.2015 19:44 | brusk56

74. nivîskarê fîlm li tirşikê bar dike lê puan nadê. nizam çima!

Here lînkê



28.10.2015 23:46 | azadixwaz

75. nivîskarê ku ji bo ku ajansên nûçeyan di derbarê tirsik.net ê de nûçe çêke, peyamek bi kurdî û tirkî amade kir û şand rudaw.net, kurdistan24.net, nerinaazad.com,radikal.com.tr, trtnûçe, xebatnews, yuksekovahaber, azadiyawelat, imctv, zaphaber, sputnik kurdistan, kurdistan24.org, rojevakurdistan.org.



ez peyamên ku min şand, li vir parve dikim. ger hûn bixwazin hûn jî dikarin hinek malperan re bişînin an jî belkî nasê we hebe, rojnamevan felan.



peyama bi kurdî ;

merheba rudaw !

ez vê peyamê weke nivîskarekî tirsik.net'ê dişîninim.

tirsik.net yekemîn ferhenga înteraktîf a bi kurdî ye. ji aliyê bijişkekî ve hatiye saz kirin ku ew bi xwe jî di malperê de bi nicka simurg56 dinivîse.

ev malper beriya du sal û nîvan dest bi weşanê kir. heta niha zêdetirî hezar kes lê bûne nivîskar û her roj bi sedan peyamên nû tên nivîsandin.

malpera ku tirsik.net'ê di nav xwe de, beşa sînemayê, beşa pirtûkan, beşa caps û karikatoran û radyoyê jî dihewîne.



bi ya min, tirsik.net ji ber ku tekane malpera kurdî ya bi vî rengî ye, hêja ye ku bibe mijara nûçeyek di rudaw.net'ê de.



ger hûn bixwazin nûçeyek biweşînin di derbarê tirsik.net'ê de, ji bo standina agahiyên berfirehtir an jî çêkirina hevpeyvînanan, hûn dikarî peyamek bişînî moderatorên tirsik.net'ê. an jî rasterast vê mailê bibersivînin ez ê bikarim we bigihînim wan ..



gelek spas. dembaş.





peyama bi tirkî ;

merhaba xebatnews !

size bu mesaji tirsik.net in bir yazari olarak gonderiyorm. tirsik.net ilk kurtce interaktif sozluk. yaklaşik 2,5 yil onca acildi. siteyi açan kişi sitede simurg56 nicki ile yazan bir genel cerrahi uzmani.

siteye şimdiye kadar binden fazla kişi uye olup yazarlik aldi. sitede ayni zamanda film tanitimi, kitap tanitimi ve caps-karikatur, radyo bolumleri var ki radyo dişindakilerin bir başka kurtçe alternatifleri yok.

bu bakimdan tirsik.net in bir haberinize konu olacak degeri tasidigini dusunuyorum. daha fazla bilgi almak icin tirsik.net teki moderatorlere veya biraktigim mail adresine mesaj atabilirsiniz.

teşekkur eder iyi çalişmalar dilerim ..



10.11.2015 15:12 | brusk56

76. kesê ku wa rûdaw bi dara peyneketîye.. kesê ku başkirîye ku reklam daye rûdawê lê ger ev malparên bîna rûdawê me reklam nekin em jî wan reklam nekin an em wan pîs bidin nîşan reklamek kîrêj li darxin ger rîya wan bi vê peyamê ket bira bizanibin ev tehdîteke û bîra rojê ducar sêcar me reklam bikin an ji bela asîstanê (bnr: simurg56) yanî (bnr: shorbevan) nafilitin heqê wan çi dike emê bidin wan heqê wan gurzekî şivên tere em ji ber deynê kesekî nerevîyane..



10.11.2015 16:59 | shorbevan

77. *Ew kesê ku piyê Kurdan dişemitîne û wan dixe nava qûşxana tirşikê.



10.11.2015 19:01 | şînşînok

78. Niviskarê berî tirşikê me hev nas kiriye. Lê tiştê balkêş hevnasîna me ne tê bîra min û ne tê bîra wî.



Hevnasîna me bi xêra qeydkirina telefonê hat fahm kirin û bi rastî jî ev hevnasîn gellekî balkêş e *



11.11.2015 01:23 | berxweda

79. nivîskarê ku îroj hemî peyamên xwe bi bawerke qedandiye

kuro bawerke em ji te bawer dikin*



06.01.2016 12:01 | ferhenga şikestî

80. haya keseke ji brusk56* tune ye gelo? herî dawî di meha kanuna '16an de têketinê kiriye. xwedê bike tiştekî nehatibe serê wî. na, heke bixwestekî nehatibe jî xwedê emrê wî dirêj bike û hema çend lître* oksîjen li ber monîtora tirşik-vekirî vexwe, kevir nabare. *



18.04.2017 18:57 ~19:04 | biruya hayao miyazaki

81. sax e û baş e. lê hebkî mijûl e û karê wî hinekî giran e.
dîsa jî nenivîsandina wî ji ber tiraliya wî ye.



18.04.2017 22:12 | simurg56

82. hama bejê du sal berê di tirşikê de sernaveke ''di tirşikê de her roj peyamek binivîse'' vekiribû lê hama bêje ev du sal in ti tiştek nenivîsandiye, ev sal û nîvek e jî yek du car têketiye. ger em bi hesabê ewî camêrî bikin kêmtir 500 peyam deyndar e



05.12.2017 10:09 ~10:09 | ferhenga şikestî

83. nivîskarê hêjayê ku ez tim bi enerjiya wî vedigerim. maşela tu ê bêjî qey enerjiya min a tirşikê ye. tu her hebî camêro.

nivîskrên din jî her hebin.
(bnr: emojiya çavlijor)



01.12.2019 01:27 | ceso

Rûpel: ( 1 2 3 4 5 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» brusk56

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî