Ferhenga înteraktîf
versiyona kurdî ya biwêj û gotinên pêşiyên tirkan
(25) (1) (40)
di mijarê de bigere
tirşik-versiyona kurdî ya biwêj û gotinên pêşiyên tirkan

226. Kîrê zingarok û qûzê gemarok li hev digerin/bi hevdigerin * / qûşxane gêra dibe qelpaxê xwe dibîne / tencere yuvarlanir kapağını bulur :



(ji tirsa we dilpîs û dilgemara em newêrin gotin û biwêja jî li tirşikê zêdebikin*)



19.05.2016 20:32 | shorbevan


228. bi tirkî; yüzüne gözüne dursun

bi kurmancî; ber çavê te bigire



(bnr: ber çavê yekî girtin)



17.06.2016 01:48 | endazer

229. damlaya damlaya göl olur



(bnr: mûk mûk dibe rihek)



23.08.2016 13:58 | xendekî

230. samanlıkta iğne aramak



(bnr: bîra bi derziya kolayî)



23.08.2016 14:04 | xendekî

231. iti an çomağı hazırla

(bnr: navê gur bîne pelendar lê werîne)

(bnr: behsa gur e gur hazir e)



04.09.2016 18:43 | simurg56

232. mart kapıdan baktırır kazma kürek yaktırı

(bnr: adar wekî jinan bî ye geh dikene geh digirî)



08.09.2016 16:16 | nazim tolhildan

233. parasıyla rezil olmak



(bnr: heqê xwe jî dide, serê xwe jî dişkêne)



22.09.2016 09:50 | xendekî





238. (bnr: ye kürküm ye)
(bnr: tişt zêr e xwedî pê re)
belkî ne %100 hemwate be lê...



16.01.2018 23:30 | simurg56

239. peyama hozan serhad: kerên sist tirê şidiyayî dikin/106308
(bnr: ummadığın taş baş yarar)



19.04.2018 21:21 | simurg56

240. her çiqas li jor çend cûreyên wê hatibin gotin jî;
İnsan yedisinde neyse yetmişinde de o dur = kurmê şîrî heta pîrî



13.01.2019 23:43 | simurg56

241. lafla peynir gemisi yürümez

(bnr: her gotin nayê dotin) (Cizîr)
(bnr: hec bi qewîtîya nabitin) (Cizîr)
(bnr: bi gotinan zîv nabe zêr) (Cizîr)
(bnr: bi got got mirov nare cot) (endazer li jor nivîsîye)



02.03.2019 19:11 ~19:12 | xendekî

242. Ji niha pê ve di nav ferhengên tirşikê de cihê xwe girtine. Me doh bi hevkarîya xendekî ji 9.000an zêdetir biwêjên Tirkî, li ferhenga Tirkî-kurdî zêde kirin. Heye ku em vê ferhengê weke ferhengekî serbixwe jî biweşînin.
Ser xêrê be.



15.10.2019 21:04 | simurg56

243. wê rojê cîya min got..

yê ku dixwaze rû kî rûreş e yê ku nade jî deh rûya rûreş e

İsteyenin bir yüzü kara, vermeyenin iki yüzü

têbinî : cîya min tirkîtî Nizane.



25.10.2019 08:54 | bûtîmar

244. annesine bak kızını al demişler

(bnr: dîyê bibîne û dode ber hilîne) ji kitêba cembelî kurê mîrê hekaryan a îhsan colemêrgî



03.12.2019 22:20 | xendekî

245. hem ayranım dökülmesin. hem de ....... *
(bnr: ne sar li te tê û ne germ)



04.12.2019 01:08 ~2021.05.11 14:59 | merwano

Rûpel: ( 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 )