Ferhenga înteraktîf
vîrûsa koronayê

Navê mijarê ya ewil ev bû:vîrûsa korona
(27) (4) (8)
di mijarê de bigere
tirşik-vîrûsa koronayê

85. Niha li romê hejmara kesên pê ketine gihaştiye 15679 a, hejmara miriya jî bûye 277.



01.04.2020 19:56 | tîrêj zana 21

86. rêjeya berbelavbûnê pir zû bilind dibe. hikûmeta tirk naxwaze (nikare) barê qedexekirina derketina kolanan hilgire û budçeyek bo pêwîstîyên gelê xebatkar terxan bike. Herkes diçe kar lewma korona wek ba belav dibe. Heger Çîn ji xwe re bikin mînak rêbazên wan bên sepandin û qasî heyvekê derketin mînîmîze bikin wê ev bela ji stûyê me vebe. Lê vê dewletê çi karek qenç kirye da ji vê qrîza global rûspî derbikeve. hêj wek parsekan pere ji milet dixwaze. Çi dewletek pîsek, rezîl û xwînmije.

herî zêde dilê min ji bo bijîşk, hemşîre û xebatkarên tendirûstîyê diêşe. Ew sax dikevin rîska nesaxîyê. Hêvî dikim bi kêmtirîn mirin em ji vê vîrûsê rizgar bibin.



01.04.2020 20:36 | hespêsor

87. belavbûna wî pirr pirr hêsan e bo ku gel vî yekê fêhm nake.Bi rastî min jî fêhm nedikir , lê piştê dîtina tûşbûna kesên navdar ku şewbayê ketine min fêhm kir, ev pirr hêsan belav dibe.Ji bo ku li ser tiştan ve digire û zû zû jî pûç nabe.mînak li ser tiştên plastîkî heta 72 saetan disekine.Kesên ku li derva devê wan vekirî digerin , ew kesên ku fêhm nakin e.
Ew kesan , ji derve bi rêya bêhnvedanê nebe jî şexbaya ku cil û kinc û serê van ve digire tînên mala xwe derbasê kesên din jî dikin.
(bnr: xemsar)



01.04.2020 20:53 ~20:54 | brzn

88. Ez bawer kena bi eno halê xwu do nêweşî hemî ca de vila bo. şarê ma qet aqilê xwu nêgêno serê xwu. şîret zî ên rî feyde keno! homagirteynî nêzanî vîrûs çî yo, feqîrê homayî nêzanî xwupawitiş çî yo.

Ez xebera ra ewnêna Merdim qarantîna ra remayo. Hey kêmaqil! Ti xwu nêfikirênî dor û dormarê xwu bifikiri. Maya xwu baw û bapîrê xwu bifikiri.

Homa ma na nêweşîya pandemî ra bipawo, vernî de hiş û aqil bido ma.



01.04.2020 21:09 | kajav

89. mixabin bûye sedema mirina xoceyê me yê pir pir hêja, prof. dr. cemil taşcioglu.
camêr dr.house'ê fakulteya tibê ya stanbolê bû.
yekemîn nexweşê koronayê ya li tirkiyê, li cem wî muayene bûbû. bi vî awayî vîrûsê vegirtibû. ev ji 10 rojan zêdetir bû ku entube bû. berî çend saetan çû ber rehma xwedê.

tu xwendekarê fakulteya tibê ya stenbolê tune ku wî nas neke û jê hez neke. xwedê rehma xwe lê bike.



01.04.2020 21:14 | simurg56

90. hewce ye ku derketina kuçe û kolana qedexe bibe



04.04.2020 18:21 | afa

91. li dinyayê hejmara mirovên ku jiber vê vîrûsê nexweş ketine bûye 1.1 milyon û yên mirine bûye 60 hezar.

li tirkiyê û bakurê kurdistanê hejmara nexweşan bûye 20 hezar û ya miriyan bûye 425.

nexşeya koronayê ya zanîngeha john hopkinsê: Here lînkê



04.04.2020 19:33 | xelîl

92. Esselamu Aleykum
Gelî tirşikvanan;

Koronavîrus belayeke, bobelateke ji aliyê Xwedê ve hatiye şiyandin e.

Pey de bi tinaz kirinan, bi henekan, bi kenînan wê pergandin. Kengî li tora medyaya civakî dinêrim henek kirina bi vê babetê û pêkenî.

Temam bes, besss...

Aya hîç ji vê rewşê, ji hêrsa(xezeba) Xwedê ditirsin nîn in?
Bela û bobelat bûye tiştekî hêsan.

Tirane kirin, bi taybetî li ser vê mijarê yekcar karê şeytên e. Û ev rewş nîşaneya hişkbûna dil e.
Xweda wisa ferman dide:

''Qet nebe di gava tengasiya ku em bo wan ecibandîbûn gihîştibû wan, lava kiribana. Lê dilê wan hişk bû. Çunke şeytan ji wan re kirinê wan bi xeml û xweş nîşan da.''
(6, En'am: 43)

Em tiştên li derdora me rû didin qey nabînin? Nexweşan, miriyan nabînin?
Gelo em li benda çi ne?
Li benda bobelateke mezin de ne ji asîmanan bihê xwar û me ji hal de bixe ku fêre jê derbixin û ji Xwedê lêborîn bixwazin?

Misilmanan li hember karesat û bobelatan çi divê bikin qey nizanin?
Divê misilmanan li hember bela û musîbetan; bi tobe kirinan(bi hişê xwe nûyandinan), bi dirozan(bi du'ayan) û ji Xwedê lava kirinan hewar dabixin.

Û tu!
Kesên vê rewşê bi henek, pêkenî û kenawerî re belave dikin...
Bi te re hest nîn e, dil niye, pejn nîn e.

Perwerde rawestiya, sînoran hatiye girtin, deriyên mizgeftan hatiye dadan, Nimêja Înê û bi civatî nimêj kirin rawestiya.

Bangbêjan dibêjin limêjên xwe di nav malên xwe de bikin.

Ummet ji hevdû veqetiyan...

Mirovên li rûyê erdê dihîn fêre ji vê dernexistin.

Aya Xwedê bi vê bobelatê hêrsbûna xwe ji me re ragihand?
Qey ev bobelat e bergîdana kiryarên ku em bi destên xwe ked kirine?

Ew hişyarî ye, hişyarî!

Tişteke gelte pê kirinê niye!

Xwedan wilo radigîne:

''Heyf çi heyf e li wan bendeyan! Her resûlê(pêxemberê, peyamê, şandiyê, hinartiyê) ji wan re hatibê, nebûye ku wan hey pê tinaz nekirine.''
(36,Yasîn: 30)

Resûl ji bo rast kirina riya xwe ne hişyariyek e? Nexweşî ne ji hişyariyê ye?

Ev ayet ne tenê bi taybet ji bo Resûlella hatiye hinartin. Bi rastî ev ayet hemî peyamberan digre nava xwe.
Wekî bi gotina Xwedê:

''... . Em hey bi mebesta hişyarîkirina bi tirsandinê beratên derhoze dişînin.''
(7, Îsra: 59)

Ku îroj netirsê tu wê kengî bitirsê?

Li gel dirozên(duayên) umêdwar yên ji Xwedê daxwaz kirî ji yekî re kesayetî peyde kirin jî pêwîst e.
Ev kesayetî jî bi tobe kirinê(bi hişê xwe nûyandinê) û bi kirina kiryarên baş pêk were.

''... . Xwedayê me! Me xwe bixwe zilm kiriye, heke tu li me neborînî û tu li me nayîrînî bi vebirî emê bibine ji wan kesên windakiriyan.''
(7, A'raf: 23)

Xwedayê me, me ji kesên îstixfara xwe anîne bike.

Xweda wisa radigihîne:
''Bêguman emê berî ezabê mezin(berî ezabê axretê), ji ezabê hindiktir(ji ezabê dinyê) bi wan bidin çêjandin( tam kirin), hêvî heye ku vegerin.''
(32, Secde: 21)

''Bi sedema ku mirovan bi destê xwe (guneh) ked kirine, tevdanî( fesadî, xirabî) di reşayî û deryayê de xuya bû, dibe ku wan ( ji kirinên xwe) pey de bizivirin, (Yezdan) hinek ji kirinên wan bi wan bide çêsandin(ta'm kirin).''
(30, Rûm: 41)

''Û heke (civatê wan welatan) bawer kiribûbana û bi berpirsyarane tevgeriyabûbana meyê li ser wan de zêdehiyê ax û ezmanê li ser piştê vebikira lê derewandin. Êdî me jî bi sedema keda ku wan kiribûn, wan hişk pê girtin.''
(7, A'raf: 96)

Xwedayê me, me ji wan kesan bike ku bi tobe kirinê xwe arasteyî te kirine û me bixe nav wan kesan ku xwespartiyeke bidilsozî xwe spartine te.

Tu mezin î û tu ji hemî kêmasiyan dûr î.

Yezdan wilo ferman dide:

''Haydê, bo kêmasiyên xwe lêbprîna xwe ji Xwedayên xwe bixwazin. Û paşê bi tobe kirinê(bi hişê xwe nû kirinê) xwe arasteyî Xwedê bikin; ku Xweda jî heya wê danê(demê) navdayî we bi awayeke xweşik bide jiyandin û ji hemî bêhnpakan re bergî bêhnpakiyên wan bide. Û heger hûn berê xwe jê biguherînin, êdî (hûn baş bizanin ku!) ez ji wê şapata roja mezin, ku bi ser we de were, ditirsim.''
(11, Hûd: 3)

''Ji Semûd re hemnîjadê wan ê Salih şiyandin. (Salih) Got ku: ' Gelê min!', tenê ji bo Yezdan re perestî bikin, ji Wî dîtir Xwedawend tine (ku hûn djê re bendetiyê bikin). Ew e hûn ji ax afirandiye û ji we re behreya avakirina axê pêşkêş kiriye. Hingê ji bo gunehên xwe lêborîn hey ji Wî bixwazin û bi hişê xwe nû kirinê( bi tobe kirinê) berê xwe bidin Wî; çimkî Xwedayê min (ji kesên berê xwe vegerandine Wî re) nêzîk e, tekane mercî Ew e ku dirozan(du'ayan) qebûl bike.''
(11, Hûd: 61)

Xwedayê me, em tobe dikin. Tobe û du'ayên me qebûl bike.

Eger kesên serpêhatiyên û encamên mirovên ku berê me jiyan kirine tatêl dikin hebin, teqez;

Ji sûreta Ta Ha(20) ji ayeta 100ê heta ayeta 135a (heta dawiya sûretê)
û
sûreta Îbrahîm(14) ku ji bi 52 ayetan pêk tê

Bixwînin.

Belku bîst deqîqe bi xwendina wan naçe lê jiyana we biguhere û jiyana we watedar be ku Xwedê bike.

Li gel silavên germ.
Bîmînin xêr û xweşiyê de.



04.04.2020 21:07 | rûbar

93. Vîrûsa ku bûye pêlîstok bo hemû hişmendiyan. Her hişmendiyek sedema hatina vê nexweşiyê bi awayekî bi xwe ve girê dide. Bisilman dibêjin, ev nexweşî bo ceza kirin û bal kişandina xeteriyê mirovan ji aliyê xwuda ve hatiye şandin. Komunîst dibêjin, bi vê nexweşiyê, rewşa pergala kapîtalîst derketiyê holê û bi vê pergalê jiyan nameşe, divê dewletên kapîtalîst heşê xwe bi serê xwe din û li sosyalîzmê vegerin.
Wer hasil hemû hişmendî wekî ku di dîrokê de kirin e, îroj jî dîsa dixwazin kirîzên gerdûnî bikin firsend ji xwere, lê wekî ku ji kesê aqilmend re jî kifş e ku ev vîrus nexweşiyeke ji nexweşiya ye û ne cara yekem e, dihê serê gerdûnê.
Em mirov dibên qey di fezayê de tekane zîndewer in û ev hemû feza li dora me digere. Lê mixabin ne awha ye. Mirov jî cûreyek ji zîndeweran e ku li ser ruyê erdê dijî. Ev gerdûn bi milyona sal e digere û mirov jî hew tenê 60 hezar sal e li ser vê gerdûnê ne.yanê gerdûn mayinde ye , zîndewerên li ser wê diguherin. Mixabin û sed mixabin heke qira mirovan jî bê , gerdûn dê dîsa weke xwe berdewam be....



04.04.2020 23:31 | tîrêj zana 21

94. Here lînkê



05.04.2020 02:45 ~2020.04.13 01:37 | afa

95. rewşek pir nexweş e xweda alîkarê me be bi taybetî yên ku bê dewlet *


sazkirina jêr: Min rêzefilma the walking dead xilaskir lê seasona 10mîn hêj min peyda nekir*, paşî min bi versiyonek din a bi navê fear the walking dead destpêkir. bawer bikin min bêhna xwe teng kir bi wan filman we.

Ferz bikin ku ew sîstema niha em tê da bi temamî herifî ( (bnr: têkçûyîn) û em wegerîn jiyaneke bê qontrol. Ne leşker/asayîş ne dewlet/dadgeh hene. Çikesê jî hay ji çikesan an Jî çi erdan tune be. êca aliyekê lêgerîna xwarinê aliyekê xwe parastina ji diz û talankeran ji kujeran... insan li ser hebûna xwe dîsa pisyaran dike ez çi me, kî me, gelo ew çi rewş e, em çi dikin, çima wisa lêhat û em ê çi bikin... di wê halî de jiyana berê û rewşa niha di mêjiyê mirovan da lihevdixin hinek wenda dibin hinek ser dikevin hinek bindikevin. tiştek esil jî ew e ku jiyan wek berê nabe. Lê dîsa jî bi şiklekê mirov rêya xwe peyda dikin.

Di wê rewşa niha de jî çi bibe bila bibe ger benî adem(bnr: human race) sax bimîne, wê rêyekê ji xwe re dîsa peyda bike. ku rewş zêde giran an jî siwik ferq nake insan dê he xwe biparêze û jiyana xwe berdewam bike.



05.04.2020 05:30 ~2020.04.06 05:22 | de facto hozan

96. Bi xêra vê vîrûsê carina xwe weke dîstopyayekî de hîs dikim ev demeke her çi qas min xwe zêde îzole nekiriye jî ji gelek tiştan.
Min xwest fîlma pandemî temaşe bikim ku dinyayeke ya rastî Amerîkayeke ji ber vîrûseke li ber manûnemanê teswîr dike, min nekarî bibim serî ji ber ku zêde karîkatûrîze hat, min fêm kir ku tiştek heta ku rastiya wê ya bel û berbiçav heye çîrokên pevxistî tu tamê nadin.
Bi xêra Vîrûsê min hay ji gelek rastiyan çêbû.
- xwûdê heye û wê rojekî bi rastî jî bela mirovên jirêderketî ji binê lingê wan bide wan!
- mirov û dinya di nav ahengeke zêde zêde zîz û zirav de diçin û tên. ev nefs û xawên û serxweveçûna mirovan wê bibe serê sebeba wan û dinyaya tê de dijîn.
- sektora tenduristiyê bi kêrî seriyek pîvaz nayê, digel hemû pêşveçûnên teknîkî hîn jî nekarîne serwextî can û cesedê mirovan bibin.
- hemû dewlet di serî de jî dewletên mezin ji bo parastina sermiyan û sermiyandaran heye, xelkê ji rêzê ne xema wan e, li ber mirina xelkê na li ber têkçûna sîstema nexweşxaneyan dikevin.
- dewlet ku mirovên rêkxistî ne hemû enerjiya xwe ji bo berhemînana çekan li dijî hev dimezêxin li hemberî felaketên rastî hîç amadekariyek nekirine. ji bo forsê ketine nav rikberiywkî ji bo bidin pêşiya hev di çûn û vegirtina heyv û stêrk û galaksiyan de lê hîn hay ji qûa xwe ya tazî nîn in, Vîrûsek nanometrîk dikare tirrê ji qûna hemûyan berde.
- rabûna sînoran tev derew e! ya rastî tim derew bû tenê Kurdên ker yên xweliya amarayê bi serê xwe de kirine li ber hatibûn.
- mrov bi tenê ye, tenê tê, tenê dijî û tenê dimire!



06.04.2020 04:18 | endazer

97. Vîrûsa ku kifş e di vê meha avrêlê de wê berbilavtir û geştir bibe. Sîstema navneteweyî wê çiqas û heta kengê li ber xwe bide nizanim lê ezmûnekê mezin dide niha.



06.04.2020 05:06 | xelîl

99. vÎrÛsa ku neçalakbÛna bijîşkên tirşikÊ berçav kiriye. mixabin bijÎşkên tirşikê di vê ezmûnê de di polê de man. bi qasî ku ji dest wan dihat raya giştî û tirşikvana agahdar nekirin. herwiha kesÊn dibÊjin korona derew eji baş serwext nekirin e. her çend hewl dane çend agahiyan bidin jÎ bi ya min ev agahî û hewldan kêm û lawaz mane. ji xwe derketina kesÊn ku ji vÊ vÎrÛsê bawer nakin jÎ vÊ idayÊ piştras dike.



07.04.2020 17:02 | tîrêj zana 21

100. jiyana hemû kesî guherand. ji zarokê 1 salî heta, zilam an jî jina 80 salî, jiyana herkesî giherand.
beriya 2 heftiyan kê bawer dikir wê rewş bê vê astê.

wisa xûya ye ku wê hê gelek bidome û wê bibe mirina gelek kesan.



07.04.2020 19:58 | brusk56

101. li îtalîa êdî xelq di malê xwe de dimrin , meytê wan dibe berete .

law corona te me zevt kir di vê dêndar bûnê de .
bêdadê , zalimê



08.04.2020 02:05 | shwinsherm

102. Hejmara nexweşan li dinyayê bûye 1.7 milyon û li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê bûye 52 hezar.

Hejmara miriyan li dinyayê bûye 107 hezar û li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê bûye 1101.

Piştî bûyera diho ya li Tirkiyê qewimî, kifş e dê hejmsra nexweş û miriyan zêdetir û berbilavtir bibe.

Here lînkê



11.04.2020 23:41 | xelîl

103. Ev vîrus bûye toqa nehletê ketiye sitiyê mirovan, ez bawerim pirahiya mirova pê ketiye û derbaskirine jiber ev nexweşîn 2-3 meh zêdeye heye dema nû derket taxê qewlî bavê teyar me jî para xwe û zarokên xwe bir malê û me qedand. dema li çînê ev mîqrob derket eynî wan roja serê min keliya,heraret rakir, serê min êşiya pozê min bû çemê nîlê gewriya min bû çola sehrayê û her kuxtek zirtek pêre, laşê min wekî qeşa antartîqayê dikim nakim germ nabim roja ewil wiha didomiya min lîmon û çay û nehna ter û hingivê sexte di cîhê şekirda kire qedehek çayê êdî çewa têde bi cî bû nizanim min vexwor nîv seetek derbas bû limin girankir ez bûm wekî miriyek birêde here bûm term min dev ji kar berda ez çûm malê nizanim çewa çûm malê û çewa bû şeveq jixwe ev nexweşîn li alîkî êşa diran li alîkî û ez jî li alîkî ez bawerim eleqeya vê nexweşînê û diran jî bihevre heye werhasil piştî nixamtinek baş ez şeveqê piçek başbûm min çû pakêtek hebên kedewê a bi navê (bnr: katarin) ev pir başbû ez bûm wekî bizmar vê carê min li nexweşînê girankir lê jiber çixarê û jiber vê seqemê ava min derxistibû êdî kuxikek ziwa her dikuxim qirka min diêşê dengê min bû wekî dîkê qîlqîlo, bu bire bira min bi taybetî bi şev dengê min qelew dibû heftekî wiha domiya hefta dudiya û sisiya jî bi hişê xwe natim edî hêdî hêdî başbûm
Ez texmîn dikim ew korona bû lê min got jixwe hersal salê carek serma distînim ev jî ewe min cîdî negirt min zanibûya meyê du kapa jihevra bavêta oxira wê nebixêr bikira

Ez bawerim pirahiya mirova carek derbas kiriye jî pê ne hisiyane dibêjin şofe


Her wiha ev vîrus jî lutfek xwedaye, xweda hatiye rehmê ji mirovahiya fehşbûyîre lutfa xwe nîşan daye. wê mirovahî rojek baş nebîne ji niha pêde ev niha rihmete ji mirovan re wê mirov li van rojan bigerin vê vîrusê keys û dersek xweş da, dide û wê bide nemirova, hê wê xwedê were xezebê jî ka ev çiye.. êdî jiyan herama li rojên xweş negerin. Xwedê hesabê xwe distîne hesabê wî seriye. Ka rojên pêş çi tê serê mirovên têr û tor û fehş emê bihevre bibînin



12.04.2020 00:02 | telebê hz mêdî

104. şewba hê li tirkiyê giringiya wê nehatî fêm kirin e.
sedema wê jî elbet rêvebirên vî welatî ne.
rêvebirên hemû welatan derketin, bi awayek net û eşkere gotin mesele pir cîdî ye, wê bi sedan hezar kes bimire felan. boris johnson got wê gelek malbat hezkiriyên xwe zû wenda bike. trump got bila xwedê emrîkayê biparêze.
ên vî welatî derdikevin dibêjin, belkî em vê yekê 3 heftiyan de biqedînin, rewşa me pir baş e û nizanim çi.
çima tu rastiyan nabêjî. çima nabêjî li gor texmînên me, wê hinek rojan 300-400 kes bimire. belkî wext were rojê hezar kes bimire.

hê, li vî welatî ên ji corona'yê bawer nakin hene. welhasil çi bê serê me em heq dikin.



12.04.2020 01:21 | brusk56

Rûpel: ( 1 2 3 4 5 6 7 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» vîrûsa rombertik

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanistitenduristi zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî