Ferhenga înteraktîf
vîrûsa koronayê

Navê mijarê ya ewil ev bû:vîrûsa korona
(27) (4) (8)
di mijarê de bigere
tirşik-vîrûsa koronayê

126. di rojekî da 300 kes pê ketine.
Dibêjin deb`a diduyan li amedê dixe.
û li wir bê maske derketina derva qedexe bûye.



11.06.2020 03:08 | bûtîmar

127. Nexweşên coronayê li ba me ji van astan derbas dibin: Ji gumanbaran nimûneya dev û poz digrin, tomografiya wan dikşînin. Heke nimûne erênî lê tomografî paqij derkeve li ba me dimîne, heke herdû jî lihevhatiyê coronayê be dişînin navendê.

Nexweşên ku niha li servîsa me radikevin bi gelemperî gazincan ji negirtina tahm û bêhnan, êşên movikan û kuxikê dikin. Tedawîya wan piranî hebin ji ber vê yekê zêde têkiliya me bi nexweşan re çênabe. Tenê derziyek binçerm heye bi navê (bnr: clexane) (xwînê zelal dike da ku zêdetir sûd ji heban werbigrin), dema em vê li nexweş dixe dikevin odeya wan. Hebê wan jî sê cûre ne: (bnr: plaquenil),(bnr: azitro)(bnr: enfluvir) e. 5 rojan li ba me van tedawiya digrin û roja şeşem ji bo ku 14 rojê xwe temam bike dişînin yûrdan.



22.06.2020 16:46 ~16:48 | rizgarm

129. Îro çu bum ATM'ê pere bikşînim, herkes nav xwe di 3-4 gav dihêle.Maske jî devê min deye û wê germa havînê bêhna min diçikîne. Ez hîn dora ATM'ê me. Hema 10 dk sekinîm.
Zilamek peçetek damin.
-Kerem bike.
Min jî got:
-Na, sax be ne hevceye.
Zilam jî ji minre got
-Wê nexweşîya koronayê me perîşan kiriye. 2 mervê min xestê(nexweşxanê) deye.
-min ji got xwedê alîkariya wan bike.
Zilam pere xwe kişand û çû.
Min jî dilê xwe got:Tu peçeteyê Atm bakij dike û serdi wê peçetê didimin.



24.06.2020 00:04 ~00:11 | dilreş

130. Devlet ji bo wê vîrusê, dergetina dereve bê maske qedexe kir.
Ew ci kasî fikrekî baş an xerap be jî, ji bo tenduristiyê ne baş e. Germa havîne maske xeynî fêdê xisar e. Behna mirov diçikîne û devsa oksîjenê mirov karbondioksit dikşîne.
Ew maske ji bo vîrûsê na parêzî ne. Ew vîrûs gellek biçûk e.Kîja maske be jî xelasî jê tinne.



26.06.2020 00:45 | dilreş

131. Ew vîrûs Çînê an çihekî din belav nebûye.Berê naw mîrovan debu. Medya û Medyaya Civakî her cikasî mirovan ditirsin e ji dibeje ew korona '' nû'' ye. Devên xwe dibêjin. Sedama wê yekê ez nizanim lê ew derevek mezin e.
Kesên ku vîrûs zanî be çiye, wê vîrusa korona bawer nake.



26.06.2020 00:50 | dilreş

132. Naqede, her roj canê hinekan distîne, hê tu çare û derman jê re xuya nake



29.08.2020 20:21 | afa

133. kompanyaya elmanÎ pfizerê doh ragihand ku dermanê wan çêkirî encama 90% serkeftî tide.
Here lînkê
weke dihat gotin ku paş hilbijartina amrîkayê kompanyayên dermên yek bi yek xebatên serkeftî biweşinin. ew rast derdikeve.
paş wê nûçeyê borseyên gellek welatan bilind bûn. weke tirkiyê
lê li tirkiyê millet zen kir ku ew jiber îstifakirina berat albayrak werg bû.



10.11.2020 06:02 | cinorek

134. sernavê ku di tirşikê de neketiye rojeva min lê meheke sax ji ber wê di karantînayê de mam. di wê dewrê de min gilî û gazincan kir, kuro ez çima demokrat im û ez çima bi mentiqî tev didim hema çêra li wuhaniyan, çîniyan bike û rehet bibe. bi rastî jî xelk bi vê riyê bara psîkolojiyên xwe sivik dikin. lê ji min nehat mîna rastgirên fehmkoran tev bidim. her wiha. ji wê hez nakim û nebûya peyveke biyanî û ji ber wê qertafên mêbûnê hilnegiriya min ê wê wekî tiştekî nêr xeyal bikira. hemû pîsîtî ji serê mêran derdikeve, ev jî girêdayî vî meselê ye qey. min xwest çi bibêjim, niha çi dibêjim nizanim. bi xairê te sernav, ne tu vîrûsa kumik ser bariyayo!*



11.11.2020 02:05 | biruya hayao miyazaki

135. her çiqas nûçeyên dîtina aşiya koronayê belav bibe jî belavbûna aşiyê bixwe dê salek zêdetir bigire. lewma bi taybetî dewletê paşdemayî û yên pêşdikevin di bin talûkeyê de ne.

hejmara nexweşan li dinyayê gihişt 60 milyonan û hejmara miriyan jî gihişt 1.5 milyonan. Here lînkê



24.11.2020 01:59 | xelîl

136. mîkroorganîzmaya ku wê sala 2021an jî biherimîne. li b akur rewş hîç ne baş e. di gelek nexweşxaneyan de ji bo nexweşên giran cî nemaye. vê biharê hemû nexweş dihatin razandin lê dîsa jî evqas problema cih çênebûbû lê vê gavê tenê nexweşên navînî û giran tên razandin, dîsa jî cih min peyda nabe gelek deran. eger wisa dewam bike, wê gelek nexweşên ku dikaribûn bijîn, wê ji ber kêmasîya tedawîyê bimirin.
belê jê re çend derzî/parza derketin lê belê heta ku ew werin hilberandin û têra girseyan werin belavkirin, wê zivistan derbas bibe. jixwe wê derbeya mezin, vê zivistanê li me bikeve. piştî zivistanê wê him bi saya jêbexşîya civakî, him bi saya demsalê him jî bi saya derzîyê, wê nexweşî hêdî hêdî ji rojeva dinyayê derkeve. tabî ji bilî bandorên xwe yên aborî û civakê yên demdirêj.



30.11.2020 22:32 | simurg56

137. Nexweşiya ku min jî bihurand mixabin. Zêde giran nebû: hinek tayê û serêşê bi min girt û hertim bê hal û bê qîdûm bûm. sê rojan dewam kir lê piştî wê tiştek nema. Diho karantîna xelas û îro derketim derve.



30.11.2020 22:43 | xelîl

138. Virusa ku derziya wê hê nehatiya pêşxistin e. Derzîya herî zû li dora 4 salan hatiya pêşxistin. Vêca wê çawa çê bibe nizanim.



01.12.2020 21:20 | hueyn

139. de ka dereke dî nema çûn ji çînê derzî anîn! emanet li xwe nedin. xwedê zane çiye.



02.12.2020 16:29 | xwelî li ser

140. Virusa go li brîtanyayê şiklekê wê î nû hatiye dîtin e go ji ya dî zûtir belav dibe.

Here lînkê



15.12.2020 00:19 | hueyn

141. vîrusa ku bi mûtasyona xwe hê nû di çapemeniya tirka de bûye rojev. berî 6 roja min nivîsîbû. navê mutasyona nû ya koronayê VUI – 202012/01 e.



21.12.2020 19:53 | hueyn

143. Vîrûs mûtasyon derbas bike çîye ne be çiye? Em dîsa maske deynin ser pozê xwe, dîsa derketina derve qedexe bikin.Hêvî dikim ew bela zêdetir serê me ne êşînî..!
Bela dibejim ji ber ku dewlet derketina derve qedexe dike, dibistana digrin. Karê me nîvco dimîne,polîs ceza dinivîsene...
Off bûn of of



22.12.2020 01:59 ~02:05 | dilreş

144. çend teorîyên komployê jî bi xwera hanî.
mînak: kesên ku dinya dest vanin (bnr: wasp) xwastin bibînin mirov çiqas gura van dikin, gotinan van dikin.



19.03.2021 02:42 | doesntmatter

145. Îro min bi xwe testa lezdar çêkir. Mînakgirtina ji gewrikan dilê min xeland, ya nav poz jî ez dam ber bênijînên ser hevdu. Yeaq.



01.11.2021 12:41 | biruya hayao miyazaki

146. Heya min zêde jê nebû lê bi vê nexweşîyê ketime. Biharê de ji bêhna xwe aciz bûm. Wek bêhna sîr û pîvaza ji min dihat. Ev bûyer heta Tebaxê domiya. Ji bêhn û tehma goştê ajalan aciz dibûm. Heman bêhn ji wan dihat. Pişt re heta du heftiya min qet bêhn nedikir. Herwiha tehm jî nedihat. Çûm nexweşxanê lê pcr negatîf bû. Welhasil piştî çend heftiya baş bûm. Ew bêhn tehm kêm bûbû. Lê va mehek e dîsa heman bêhn û tehmê distînim.
Min hinek lêkolîn kir. Heman bûyer di him mirovên din de jî qewimî ye. Hin kes dibêjin psîkolojîk e. Lê nizanim. Êdî nema dikarim pîvaz sîr û goşt bixwim. fîzyolojîk bîyolojîk û psîkolojîk olerek ber bi veganbûnê ve diçim. Bi xatirê we. *



03.11.2021 19:11 ~19:11 | xwelî li ser

Rûpel: ( 1 2 3 4 5 6 7 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» vîrûsa mers

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanistitenduristi zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî