105. Her kes tiştekî dibêje ji wê vîrusê.Bê gûman sedama wê jî heye.ew sedem çi ye?hinek dibêjin yek Hechecîkan xwar mir û ew vîrus belav bû. Hinek jî dibêjin ew vîrûs destê însana hatîye amedekirin.Her du jî çikasî rast e jî, xwarina Hechecîkan çava belav bû min pir meraq kir. Çinê |
|
12.04.2020 01:36 |
dilreş
![]() |
106. ev vîdeo nîşan dide gava ku vîrus digihîje meriv, çi dibe, çawa dibe, çi tê serê meriv |
|
13.04.2020 03:31 |
afa
![]() |
107. vîrûsa ku derfet daye herkesî ku propagandaya bawerîyê xwe bike. |
|
13.04.2020 07:54 |
simurg56
![]() |
108. Malbata koronayê hatî ye ew vîrûs lê medya me tirsekî mezin xistî ye dilê me û wek fîlmên Hollywoodê de ji mere par ve kiriye. |
|
13.04.2020 09:43 ~09:44 |
dilreş
![]() |
109. Dermanê wî tînere, tînera selolozîk wekî hun zanin an nizanin tiner qat qat ji qolonyayê bi tesîre xwe pê desenfekte(biparêzin) bikin. Jiber ez çapkarê cila me dinava tînerêde emrê min derbas bûye min gelek caran kişandiye jî (di pozê xwede) ez tînerê baş nasdikim nava dilê meriv paqij dike, devû pozê meriv vedike kezebameriv dişo hênikdike.. ez di dawiya emrê wede we nekim muptezel û muptelayê tînerê : ) |
|
13.04.2020 12:24 |
telebê hz mêdî
![]() |
110. tîner dermanê wîye kesin belavbikin Kesên bi tînerê îtibar nabin jiwanre reçeteyek din binivîsim |
|
13.04.2020 16:08 ~16:09 |
telebê hz mêdî
![]() |
111. di serî de ez vê bêjim, ne vîrûsek sentetîk e. Bi timamî xwezayî ye û ji familyaya vîrûsekê ye. Ne pêwîste teorîyên komployê ne yanî. hêjmara sedane ya kuştinê ya covid-19yê ne biqasî sars-cov û mers-covê ye lê têgerîya wê ji ya van herdu pismamên wê zêdetir e. ji ber wê yekê kaosa ku xistî cîhanê ji ya herduyên dî zêdetir e. ji destî gelekê digihêje mirov ji ber wê yekê destê xwe her gav bişon. têgihiştina min a li ser vê quzzulqurtê evqas e. tiştek bala min kişandî hinek tixtorên pêşnîyarên ji bo ku mirov ji stresa wê dur bikeve kirî ye. mînak tixtorê tirk ê li emerîkayê dijî mehmet oz gotîbû ''ji bo ku hûn ji stresa coronayê dûr bikevin hûn dikarin seks bikin'' gelo xoce tû baş dibêjî lê hûn him dûrîya civakî dixwazin him jî dibêjin ji bo ku ji stresê dûr bikevin li hev şa bibin. ma em bikutin vîrusê dqn :/ |
|
13.04.2020 16:38 |
soryazyus
![]() |
112. (bnr: eser çetîn) bijîşkekî ji dêrika çiyayê mazî ye û di derheqê koronayê de agahî û bersivên kurdî dide. Gelek bala min kişand. Agahiyên ne pir cûda ye lê li ser tora civakî bi kurdiyek resen vîdyo û peyama parve dike. Wê bala we jî bikêşîne* |
|
15.04.2020 15:42 |
rizgarm
![]() |
113. Hejmara mirovên ji ber vê vîrûsê nexweş ketine bûye 3.2 milyon û hejmara miriyan jî bûye 213 hezar. |
|
02.05.2020 02:53 |
xelîl
![]() |
115. nexweşe koronavîrûsê ya nû ye. ew vîrûs, vîrûsê rna ye. cara pêşîn li wuhan da derket. |
|
02.05.2020 19:56 |
vîta
![]() |
116. a ku heta niha bûye sedema 247,033 mirovan. |
|
03.05.2020 21:12 |
brusk56
![]() |
117. Li welatên weke brezîlya, ekvator, hindîstan, meksika, hwd. hijmara mirîyan her ku tere pir dibe. |
|
03.05.2020 21:50 |
cinorek
![]() |
118. vîrûsa ku vaye bi qasê heftiyekê ye, leza belavbûna wê hindik bûye, bi taybetî li ewropa. |
|
10.05.2020 23:23 |
brusk56
![]() |
119. hejmara nexweşên vê nexweşiyê 4 milyonan û ya miriyan jî 280 hezaran bihurandine. her çiqas hejmara nexweşan li dewletên pêşketî û yên ewilîn ji nexweşiyê para xwe hildan kêm bibe jî li dewletên nepêşketî û feqîr yên gelek qerebalix in de berbilavtir û bihêztir dibe. kifş e bandora nexweşiyê di wan welatan de wê bibandortir û xirabtir bibe. |
|
11.05.2020 00:53 |
xelîl
![]() |
120. va çenda di nav kurdan de dîsa mewlûd û nanê fitarê didomin, bû çend cara gazî min jî dikin, ez dibêjim tiştê hun dikin ne rast e, dibêjin "tiştê ku xwedê nivîsandibe wê bibe". |
|
11.05.2020 01:04 |
afa
![]() |
121. Vîrûsa li amedê dîsa har bûye. Li gor nexşeya bajarên bi vîrûsê ketine li romê û bakûrê kurdistanê amed yekem bajêr e. Ji ber bilindbûna hejmara kesên tûşbûyî walîtiya bajêr, ji îro pê de derketina derva ya bê maske qedexe kiriye. Divê heçiyê derkete derve û li cihê girtî maske bidin ber devê xwe. |
|
10.06.2020 00:16 |
tîrêj zana 21
![]() |
122. No,virûs kewt hemî cay miyan,tenya nêkawt cayêko ez tey dî gureyêna,belki minji xeyri ney virûsî çend roji xorê rekwtê keyidê xo dê goştariya sarêdê xo bikerdê |
|
10.06.2020 00:53 |
zimistanî
![]() |
123. ev çi xezeb bû li ser me barîya ya Reb |
|
10.06.2020 02:18 |
şev
![]() |
124. Hinek jî bidome emê tev ji berdevk/maske an goh bel bibin an jî kol bibin, li farqînê meriv dertê derve tu dibêjî qey êvara e'ydêye, li restoranta dinihêrî dibêjî mirov hatine nanê fitariyê jixwe qehwexana nepirsin dibê qey diçin tewafa kabeyê.. û kêm kes maske bikar tînin îro ez û hevalek li du çerxa bi motor siwarin me sparişan dibir ez li pişt siwarim maske li binê çena mine em çûn nuqteya kontrolê parêzer got maske yê xwe bidin ber devê xwe hê derbas bibin, hevalê min jî maskeyê xwe hinda kirûbû hingê got bide ber devê xwe hê derbas bibe ew jî tirsiya ku bibêje tune a ku min dît ji cêba xwe bone derxist da serê xwe * û bi rê ket parêzer jî keniya got xwedê te çibike min gazîkir mingot em diçin dermanxanê emê bistînin û dermanxaneya çi halê çi.. ev vîrûs mirova kiriye qeşmer û hiştiye hevalek jî maskeyê sipî di ser yê reşde daye ber devû pozê xwe dibêje ezê herim bira min xelat bikin jiber min du maske daye ber devê xwe * dibê ma çima qey wê timî ceza bidin? Mingot welleh tu rast û baş dibêjî.. |
|
10.06.2020 22:19 |
shorbevan
![]() |
125. Li Amedê her ku diçe zêde dibe.. |
|
10.06.2020 23:18 |
xeletnivîs
![]() |
![]() |
teîzm û dînên heyî [1] |
![]() |
hînbûna îngilîziyê [2] |
![]() |
mehmûd berazî [1] |
![]() |
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1] |
![]() |
ercan bingöl [1] |