126. di rojekî da 300 kes pê ketine. |
|
11.06.2020 03:08 |
bûtîmar
![]() |
127. Nexweşên coronayê li ba me ji van astan derbas dibin: Ji gumanbaran nimûneya dev û poz digrin, tomografiya wan dikşînin. Heke nimûne erênî lê tomografî paqij derkeve li ba me dimîne, heke herdû jî lihevhatiyê coronayê be dişînin navendê. |
|
22.06.2020 16:46 ~16:48 |
rizgarm
![]() |
129. Îro çu bum ATM'ê pere bikşînim, herkes nav xwe di 3-4 gav dihêle.Maske jî devê min deye û wê germa havînê bêhna min diçikîne. Ez hîn dora ATM'ê me. Hema 10 dk sekinîm. |
|
24.06.2020 00:04 ~00:11 |
dilreş
![]() |
130. Devlet ji bo wê vîrusê, dergetina dereve bê maske qedexe kir. |
|
26.06.2020 00:45 |
dilreş
![]() |
131. Ew vîrûs Çînê an çihekî din belav nebûye.Berê naw mîrovan debu. Medya û Medyaya Civakî her cikasî mirovan ditirsin e ji dibeje ew korona '' nû'' ye. Devên xwe dibêjin. Sedama wê yekê ez nizanim lê ew derevek mezin e. |
|
26.06.2020 00:50 |
dilreş
![]() |
132. Naqede, her roj canê hinekan distîne, hê tu çare û derman jê re xuya nake |
|
29.08.2020 20:21 |
afa
![]() |
133. kompanyaya elmanÎ pfizerê doh ragihand ku dermanê wan çêkirî encama 90% serkeftî tide. |
|
10.11.2020 06:02 |
cinorek
![]() |
134. sernavê ku di tirşikê de neketiye rojeva min lê meheke sax ji ber wê di karantînayê de mam. di wê dewrê de min gilî û gazincan kir, kuro ez çima demokrat im û ez çima bi mentiqî tev didim hema çêra li wuhaniyan, çîniyan bike û rehet bibe. bi rastî jî xelk bi vê riyê bara psîkolojiyên xwe sivik dikin. lê ji min nehat mîna rastgirên fehmkoran tev bidim. her wiha. ji wê hez nakim û nebûya peyveke biyanî û ji ber wê qertafên mêbûnê hilnegiriya min ê wê wekî tiştekî nêr xeyal bikira. hemû pîsîtî ji serê mêran derdikeve, ev jî girêdayî vî meselê ye qey. min xwest çi bibêjim, niha çi dibêjim nizanim. bi xairê te sernav, ne tu vîrûsa kumik ser bariyayo!* |
|
11.11.2020 02:05 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
135. her çiqas nûçeyên dîtina aşiya koronayê belav bibe jî belavbûna aşiyê bixwe dê salek zêdetir bigire. lewma bi taybetî dewletê paşdemayî û yên pêşdikevin di bin talûkeyê de ne. |
|
24.11.2020 01:59 |
xelîl
![]() |
136. mîkroorganîzmaya ku wê sala 2021an jî biherimîne. li b akur rewş hîç ne baş e. di gelek nexweşxaneyan de ji bo nexweşên giran cî nemaye. vê biharê hemû nexweş dihatin razandin lê dîsa jî evqas problema cih çênebûbû lê vê gavê tenê nexweşên navînî û giran tên razandin, dîsa jî cih min peyda nabe gelek deran. eger wisa dewam bike, wê gelek nexweşên ku dikaribûn bijîn, wê ji ber kêmasîya tedawîyê bimirin. |
|
30.11.2020 22:32 |
simurg56
![]() |
137. Nexweşiya ku min jî bihurand mixabin. Zêde giran nebû: hinek tayê û serêşê bi min girt û hertim bê hal û bê qîdûm bûm. sê rojan dewam kir lê piştî wê tiştek nema. Diho karantîna xelas û îro derketim derve. |
|
30.11.2020 22:43 |
xelîl
![]() |
138. Virusa ku derziya wê hê nehatiya pêşxistin e. Derzîya herî zû li dora 4 salan hatiya pêşxistin. Vêca wê çawa çê bibe nizanim. |
|
01.12.2020 21:20 |
hueyn
![]() |
139. de ka dereke dî nema çûn ji çînê derzî anîn! emanet li xwe nedin. xwedê zane çiye. |
|
02.12.2020 16:29 |
xwelî li ser
![]() |
140. Virusa go li brîtanyayê şiklekê wê î nû hatiye dîtin e go ji ya dî zûtir belav dibe. |
|
15.12.2020 00:19 |
hueyn
![]() |
141. vîrusa ku bi mûtasyona xwe hê nû di çapemeniya tirka de bûye rojev. berî 6 roja min nivîsîbû. navê mutasyona nû ya koronayê VUI – 202012/01 e. |
|
21.12.2020 19:53 |
hueyn
![]() |
143. Vîrûs mûtasyon derbas bike çîye ne be çiye? Em dîsa maske deynin ser pozê xwe, dîsa derketina derve qedexe bikin.Hêvî dikim ew bela zêdetir serê me ne êşînî..! |
|
22.12.2020 01:59 ~02:05 |
dilreş
![]() |
144. çend teorîyên komployê jî bi xwera hanî. |
|
19.03.2021 02:42 |
doesntmatter
![]() |
145. Îro min bi xwe testa lezdar çêkir. Mînakgirtina ji gewrikan dilê min xeland, ya nav poz jî ez dam ber bênijînên ser hevdu. Yeaq. |
|
01.11.2021 12:41 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
146. Heya min zêde jê nebû lê bi vê nexweşîyê ketime. Biharê de ji bêhna xwe aciz bûm. Wek bêhna sîr û pîvaza ji min dihat. Ev bûyer heta Tebaxê domiya. Ji bêhn û tehma goştê ajalan aciz dibûm. Heman bêhn ji wan dihat. Pişt re heta du heftiya min qet bêhn nedikir. Herwiha tehm jî nedihat. Çûm nexweşxanê lê pcr negatîf bû. Welhasil piştî çend heftiya baş bûm. Ew bêhn tehm kêm bûbû. Lê va mehek e dîsa heman bêhn û tehmê distînim. |
|
03.11.2021 19:11 ~19:11 |
xwelî li ser
![]() |
![]() |
teîzm û dînên heyî [1] |
![]() |
hînbûna îngilîziyê [2] |
![]() |
mehmûd berazî [1] |
![]() |
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1] |
![]() |
ercan bingöl [1] |