Ferhenga înteraktîf
dijber
(23) (1) (8)
di mijarê de bigere
tirşik-dijber

43. nivîskarê ku pêlên bayên sar li cihê ku vala hêliştiye diwerin..

hêvî dikim ku di demeke zûtirîn de vegere û heta ji desta tê bitirşikîne..



25.01.2014 16:33 | endazer



46. bila (bnr: rasteqÎn) jÎ ware em Ê bejÎn em hatin.

yan jÎ hÛn bejîn mina di fÎlma the message de derbas debÛ:

(bnr: tekrar toplanıyorlar)



14.04.2014 18:39 | cinorek

47. 1- nivîskarê ku piştî min Dît vegeriya tirşikê, min hew îdare kir û ez jî ketim navê!

2- nivîskarê ku bi dijberiyê vegeriya...

3- nivîskarê ku dîsa bi xêr hatiye...



14.04.2014 19:02 | ceso

48. NİVÎSKARÊ KU DİVÊ EM JÊ RE NEBÊJİN "Bİ XÊR HATÎ" NEXWE DÊ DÎSA DİJBERİYÊ BİKE HERE *

XWEZÎ TU NEHATİBA LOO *

BİLA TİRŞİK COMPANY BERXEKÊ BİGURE BO HATİNA WÎ...



14.04.2014 20:13 | oxir

49. ev bêje di eslê xwe de dijmintiyê dihewîne û dijberî di nav dijmintiYê de gellekî normale lê mixabin bêhtir di nav gelê me de bi cih bûye. ev yek jî halê me yê rebena nîşan dide



14.04.2014 21:30 | renas

50. ev insan he sax e? ez venagerim.



17.04.2014 00:38 | saladin

51. nivîskarê ku ji nişka ve vegeriya ye. du sê rojan carekê tê û peyamek dinivîse, direve.

ka ew dijberê berê

ka ev dijberê vêgavê

ka ew bihara rengîn

ka ew gulên sor û rengîn..



tirşikê de rekora mana online ji xwe aîdê wî bû. hindik mabû

tirşikê de rekora mana offline jî bişikîne. neyse, baş e ku vegeriyaye.



23.04.2014 10:13 | simurg56

52. (bnr: dilşikestî)



23.04.2014 10:22 | cinorek

53. (bnr: çima em ji dijberî hez dikin)



09.05.2014 23:02 | ceso

54. kesê ku bi sernivîsên bi erebî û farisî, vekirina sernivîsên bi tirkî rexne dike ; ەیدا ییە. دەوانی ب ئەمناو لە پەنی تا بەڕ لە/38265



erê min ji bo ên fêm nekiriye got *



10.05.2014 02:17 | brusk56

55. (bnr: hewaneyî)



12.05.2014 18:48 | kevçiyê dil

56. rekortmenê tirşikê ku ser xêrê vegeriyaye.



01.08.2014 01:28 | simurg56

57. nivîskarê tirşikê ye ku bi baldarî peyamên wî dişopînim, dema ku hê nû dest bi nivîsan kiribû tofana tirşikê rakirbû lê hezar mixabin ji nişka ve sekinî..

edetek wî ya nexweş heye ku gelek eciz dibim, peyamên vî camêr bi pirranî 'bnr û vbnr' in, lê tu dibêjî 'binêre' em jî bi kelecaneke bêhempa dinêrîn gûyek jî tune ye! ma çima bi hestên me yên paqij dileyizî? hi?

kekê ez rîca dikim 'biner'ên xwe tijî bike, têra hefteyekê 'bnr'ên te yên vala hene, belkî bêhna te jî vebe.. te go erê?



27.08.2014 15:26 | ferhenga şikestî

58. vê taliyê piştî van çend nivîskarên nû ên formatnezan me qedrê wî zanî, ez şûna simurg56 de bûma min ê mifta tirşikê dabûya dest û jê re gotibûya ji vir û pê de asayîşa formata tirşikê li ser milê te ye, te divê rûne peyaman rast bike û divê dîrekt xwediyê peyamên şaş bavêje..




59. eger di jiyana xwe ya rastî de jî wekê jiyana xwe ya li ser tirşik û netê hinde dilwasewas be, û her tiştî ji xwe re bike xem û fikar û ji ber kêmî Û kurtiyên xelkê û dinyayê xwe ji qehra bikuje, hema xwudê sebrê û şîfa xêrê bidiyê, min kir û nekir bi kurdî ji bo obsesyonê (takıntı) peyvek nedî, ez bi xema wî ve dihêlim..



04.09.2015 02:45 | endazer

60. nivîskarê ku ez bi xwe me û armanca min ne-xweşkirin û dilxweşkirin e lê rexnegirtin e ta ku em kêmasiyên xwe bibînin. ma yana çi fêdeya me ye û eger em giş ewqasî baş bûna, gelo çima em heta niha bindestên van ker û kûçikan bûna?

Ya giringtir ji wê nivîskarê ku dixwaze hûn wî di medya civakî de navdar bikin ta ku bikare bêtirs rexneyan li her kesî bigire û pozê naşewitin, jî bişewitîne û namûsê têxe wan.

Yanî birano! tirşikvanino.

Twittera min bişopînin û belav bikin ta ku ez zêdetir ji we re binivîsim û tirşikê jî ji we re navdartir bikim.

ev hesab ne hesabekî hema wisa ji bo nivîsînê ye lê v ji bo guhertin û pêşxistinê ye.

kes ji min nafilite, ji Barzaniyê mezin bigire, heta di yê biçûk re derkeve, ji apo bigire heta di osmanî re derkeve. ji Kimranşanê bigire heta di mereşê re derkeve.

heta kurdistan nebe dewlet, dijberiya min ji me re dê berdewam be.

(bnr: demokrasî)

(bnr: dîmuqratî)

(bnr: demoqrasî)

(bnr: rexne)

(bnr: rexnegirî)



04.09.2015 03:07 | dijber

61. nivîskarê ji bo xelatên tirşikê şerr ragihandiye û ev çend roj in serkêşiya nivîskarê mehê dike.

hîn 51 roj heye. ev maraton e. bêhna xwe fireh bike *



jêrenotdi profîlê de eşkere nekiriye lê di peyama xwe ya li jor de zayenda xwe eşkere kiriye *



09.09.2015 23:25 ~23:30 | berxweda

62. li darê tirşikê heta ez heme, nikare tu rekor mekoran bişikîne, rehma xwudê lê bê shorbevanek hebû wextekî bi wê kurmanciya xwe ya pelixî çav li textê min dikir lê di çarçoveya qanûnên tirşikê de, min ew ji hukm xist û pasîfîze kir..

niha belkî we ferq kiribe, feqîro ji tirsa newêre çavê xwe veke û destê xwe li peyvekî bigerîne.. *



09.09.2015 23:30 | endazer

Rûpel: ( 1 2 3 4 5 6 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» dijber

Kategoriyên mijarê:: yendin tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî