Ferhenga înteraktîf
whatsapp
(12) (4) (9)
di mijarê de bigere
tirşik-whatsapp

43. bernameya ku ev çend roj in îmana min jê çû. ji ber ku nehatiye rojane kirin venedibû. paşê min jî bi temamî ji têlefonê rakir da ku ji nû ve bar bikim. lê niha jî nikarim bar bikim.



15.10.2016 13:25 | nazim tolhildan

44. sepana ku bi ligel hebûna înternetê jî naxebite. piştî 04.10.2016 binçavkirina parlamenterên hdpê li bakur û tirkiyê înternet hat sînorkirin. ji ber wê jî whatsapp niha naxebite



04.11.2016 14:48 | mergehez

45. li cem min jî nedixebitî, dema dixebitî jî baş nedixebitî carinan qut dibû.



04.11.2016 21:51 | xwedêda

46. hê jî naxebite..



05.11.2016 11:41 | bûtîmar

47. yek ji sepanên kêrhatî ye; dewletê li gor gotina binali yildirim ji ber ewlehîyê sekinandiye, hinekî jî kêm kirine. li gor sazîya dewleta tirk jî ji ber lawazîya înternetê ya giştî ye. lê mesele wek serokwezîrê wa gotî ji ber ku parlementerên hdpê hatin girtin hemû ev e.

lê çareserîya wê he ye: vpn
di appstoreê de jî, di play stroeê de jî heta te bivê vpn he ne, yekî bar bike û veke; malpera tu dixwazî wê vebe û whatsappê de jî ti arîşe dernakeve.
hotspot shiel vpn hem appstore hem play stroeê de he ye, gelek baş e.
ez nija zenmateya playstroeê bikar tînim



05.11.2016 13:32 | xendekî

48. ev çiye yahû?

Tu ne endamek kevin î! Agahî: Tenê nivîskarên tirşikê yên kevin û hinek peyam nivîsandî, dikarin peyamên siyasî yên di tirşikê de bibînin.
Ger te problemek hebe binivîse vir: simurg56@gmail.com
(Ger te têketinê nekiribe jî here têketinê bike)
J'xwe re têkeve



05.11.2016 17:22 | xwedêda


51. ji me ser xêrê be, whatsappê dest bi vîdyoyê jî kir. Bi xatire skypeyê



17.11.2016 09:37 | kerboran

52. bernameya ku wê di darbeya bê ya tirkiyê de, şûna facetime'ê bigire û tirkiyê ji darbeyê xelas bike.



17.11.2016 09:49 | simurg56

53. Hatiye rojanekirin. Ferqa wê û snapchat ê nemaye. Hew ev ji me kêm bû.



24.02.2017 02:51 ~02:52 | biaqila malê

54. guheriye lê bi ya min ne problemeke ewqas mezin e, ger li hesabê we neyêt hûn ne mecbur in li wÊneyên ku hatine parvekirin binêrin.



24.02.2017 15:53 | ferhenga şikestî

55. Sepana ku kirasê instagram û snapchat 'ê li xee kiriye. Ji binî Ne hewcebû. Ida ji Armanca xwe bihûrî û wê xwîna (wextê) mirov bimije.



25.02.2017 02:22 | gumgumok

56. Guyê xwe li whatsapp ê jî kirin ser xêrê be!



25.02.2017 18:08 | xwelî li ser

57. Di malpera wergerê de zimanê kurdî nîna.
Here lînkê



14.04.2017 21:44 ~21:45 | cûndûllah el-kurdî

58. Topa ûris lê keve . Xêrên wê xirabiyên wê kêmtir in.



26.09.2017 23:33 | robar cilo

59. mixabin kurdan dipişivîne (asîmîle dike), kurdên ku her dem bi hev ra bi kurdî xeber didin, gava tê ser whatsappê ji hev ra bi tirkî dinivisînin, ji ber vê yekê çêtir e mirov peyama dengî bişîne.



26.03.2020 07:35 | afa

60. App'a ku min jê birîye. Ser ê min rehet bu. Her gav min dixistin koma. Rewşa kesikî jî nama dibinim. Instgram jî jê birim. Pêşnîyarî we dikim hûn jî jê bibin.



02.04.2020 00:56 | dilreş

61. Sepana ku li gor gotûbêjan taybetiya dinivîse, çalak û çalakbûna dawî rakirine. Mirov çalak e, yan dinivîse-nanivîse xuya nake.

Bi ya min xweş nebûye. Ferqa sepanê ji mesengerê nemaye. Zikobeg ji vî xeletî vegere! *

Edît: dibe ku pirsgirêkek çêbû be. WhatsApp niha wek berê dişuxile.



19.06.2020 21:22 ~2020.06.20 01:35 | kajav

62. Piştî vebizava dîsa hat serast kirin. Bi min nûjena nû jixwe tiştekê elo tewşo bû.



19.06.2020 22:58 ~22:59 | yûsiv

63. sepana ku îro serê sibehê li ser me girtiye û bi çavên xew peymaneke bi me da ye qebûl kirin.
li gorî vê peymanê êdî whatsapp agahiyên di derheqê me de dikarê bi facebookê parve bike.ev agahî:
-peyamên me
-agahiyên hesab
-rewşa whatsappê
-lînk
-lokasyon
-telefona ku em bikartînin
-....


heya 8ê vê mehê divê hemû bikarhêner vê peymanê qebûl bikin, yên ku qebûl nekin êdî ji 8ê mehê pê de nikarin bi kar bînin.
Here lînkê



07.01.2021 17:36 ~17:37 | merwano

Rûpel: ( 1 2 3 4 )