Peyvên nû li Kurdî wergerînin an darişînin. Gotarên teknîkî li Kurdî wergerînin. Herkes rojê gotarekî wergerîne dê tirşik ji wîkîpediya kurdî 10 qat bêhtir mezin bibe. Hevokên dirêj saz bikin û guh nedin nefêmkirina wan. Bi demê re wê ew hevok cih bigrin. Ewqas şîret bes*
di nava dikanek teng de rûniştime. derva sar e, hundir teng. ne karim derêm ne karim di hundir de rûnêm. li ser paldanka xwe rûniştime, li ber min kombersa min, divê ez bikevim dersa xwe ya online lê qet taqet nakim. ji aliyek din stresa dikanê, ev 2 roj e sîfteh nekiriye. ji xwe heftê 2 roja girtî ye. her ku diçe zext li ser min zêde dibe. ji aliyê din divê li azmûna bixebitim û bikevim derza lê ka?
niha hundirê dikanê wek qehwa gunda ye. herçî ê kursiyek ji xwe re zevt kiriye li quncikekê rûniştiye û ketiye nava tengezariya aborî. xirecirek ji hundir difûre. bi jarbûna xwe ketine pêşbaziyê. ew dibê ez feqîr im, yê din dibê na ez feqîrtir im. de li nav cihek awha de ezê çawa derzê guhdar bikim? hîn weha parsek xwe li hundir diqewimînin û çend dua û helestan zanin li ser hev direşînin da ku guniye çend kesa bi xwe bînin. nizane ez feqîrê xwudê jê belengaztir im. du roj e sîfeteh nekiriye.
ha heke hûn behsa koronayê bikin, ne xema kesî ye. dibên heya em ji birçîna dimirin, emê bi korona bimrin, çêtir e. ne maske û ne mesafe kî ku zevt kir .....
Pirtûk, dîsa weke klasîka dan brown hatiye nivîsîn. Naveroka pirtûkê têr û tije ye. buyer tev bi hev re girêdayî ne, lê parçe parçe hatine honandin. P...
Tirşikvanên karin beşdarî civînê bibin, ji kerema xwe li vê 15.11.2020 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê mijarê diyar bikin. Ger di derbarê cih, demjimar û rewşa civînê pêşniyarên we hebin, binivîsin.