. fîlmeka Quentin Tarantino ye, fîlm sala 2012an cara pêşiyê li amerîkayê ketiye vîzyonê de, di fîlmê de lîstikvanên wekê Jamie Foxx, Christoph Waltz, (bnr: Leonardo DiCaprio), (bnr: Kerry Washington)û (bnr: Samuel L. Jackson) dileyîzin.
fîlm mijara xwe ji çÎrokek ji çîrokên şerê navxweyî yê amerîkayê yê heyama sedsala 19an distîne. rêya reşikek kole bi navê django û bijîşkek alman bi navê dr. schultz awayekî ji awayan li hev rast tê û li hev diherbile, dr. schultz tawanbarên qaçax digire û dikuje û serê herê tawanbarekê kuştî pereyan qezenc dike, xwedî û efendiyê berê yê django jî yek ji wan tawanbarên qaçax e ku dr. schultz şopê li ser digerîne, piştî qederekî êdî django û dr. schultz dibin şirîkê hev Û bi hev re derdikevin rav û nêçîra tawanbaran, piştî ku bi hev re têr ditamijin bêhna xwîn û kuştinê, vê carê jî bayê felekê berê van herdu şirÎkan dide ser qonaxa candylandê.
ez dirêj nekim ji bo wan kesên hez ji fîlmên westernê dikin, xêra xwudê ye, jê nemînin, temaşe bikin an bi qewlê toriyan berê xwe bidinê û lê bihesînin.
Array. fîlmek xweş e. li gel dirêjbûna xwe jî mirov aciz nake û nahêle mirov dema mayî kontrol bike. te dît di hinek fîlman de mirov fîlmê disekinîne û lê dinêre ka çend deqe maye...
tiştek ecêb e ku di fîlma derhêner ya berî vê de inglourious basterds de, derhêner rîtibû devê elmanan de lê di vê fîlmê de vê carê dilê elmanan xweş kiriye. heçko lêborîna xwe ji wan xwestî..
Array. Fîlmekî efsane ye. Muzîk, diyalog, cil, lîstikvan... Gelek caran hêliştiye go ez lê temaşe bikim.
Kêfa min zehf vê seyneyê re
vîdyoyê veke
Yaw ma ew şef çiqa yekî ji xwe bawer e. Bi dengê xwe, rûyê xwe, bedena xwe lîstikvaniyeke bêhempa kiriye. Belkî bîst caran min li vê sahneyê temaşe kiriye.
Û ji vê seyneyê re hat. Ew stephen yê qûnreş, cerdevanên me tênê bîra min*
vîdyoyê veke
Django, ji koletiyê xelas bûye û bi alîkariya camêrekî alman dikê go jina xwe ji bin koletiya dewlemendekî ji Mississippi xelas bikê.
Django, yekî jîr û jêhatî ye. Mêraniyê ji ti kesî re nahêlê...