tyrant

 Gideon Raff

 Gideon Raff

 2014


 dya amerîka

 Îngîlîzî

 60

 aksîyon dram rageşî

 Ev fîlm hê li kurdî nehatiye wergerandin (1970.01.01)

 simurg56 (2015.07.07)

 rêzefîlm di derbarê netewekî ji rojhiata navîn e ku ji aliyê dîktatorek ve tê birêvebirin. yek ji du kurên bî dîktatorî li amerîkayê dijî û li wir bijişkê zarokan e û jiyana xwe û zarkên xwe ji atmosfera rojhilata navîn. piştî vegera wî ya li welatê xwe ku ji ber zewacek bû, êdî dîrok jê re ne tenê nostaljî an jî bîranîn in.


tyrant - Tirşik

tyrant


. rêzefîlma ku ev demek bû min navê wê bihîstî lê min hê nekarî lê temaşe bikim. rêzefîlm li der rastiyên qirêj yên rojhilata navîn hatiye çêkirin. her çiqas senarîst înkar jî bikin, senaryo ji bxwyerên rojhilata navîn e. wateya tyrantê tîran e. her wiha ev nav dişibe navên îran û sûrî ya îngîlîzî: syria û iraq
her wiha navê karakterê sereke bessam e û him navê wî him jî bûna wî ya doktor ya li derveyî welat gelek dişibe beşar essad. eşar esad li îngîlîztanê bijîşkê çavan bû bessam jî li amerîkayê bijîşkêzarokan e. ez niha dadixînim û dikim îşev lê temaşe bikim.

Here lînkê



Array. balkêş e. min beşa ewil temaşe kir. tenê bi yek beş jî bes e ku dilê mirov rojhilata navîn bixele.
tê de gelek caran mîna ku behsa dewletek din were kirin, behsa sûrî tê kirin li weke min li jor jî gotibû di eslê xwe de rêzefîlm bixwe li ser sûrî ye.

di xêla li qesrê de, melodiya strana ku lê dide, melodiya strana bi tirkî ya Şaşkın e. wer xuya ye tirkan dîsa dizîne.



Array. (sezon 1- beşên 2-3-4)
gelek kêm caran komîk e. heta niha kin tiştek ji bo kenandinê nedît di rêzefîlmê de lê 2-3 caran tiştên ku lê keniyam çêbû.
her ku diçe mirov ji dewletên din yên li rojhilata navîn jî, tê de nîşane û bandoran dibîne.

sahneya ku ez lê keniyam, vîdyo şandina bassam ya mirina qaddafî ya ji bo birayê xwe yê serok bû. û şiva hêsinî jî nehatibû jibîrkirin. xwe şewitandina welatiyekê, destpêka bihara ereban anî bîran ku li tunusê bi xweşewitandina welatiyek destpê kiribû. di rêzefîlmê de bêguman propagandaya ameîkayê heye. yanî bassam li amerîkayê dixwîne û dimîne û loma li gorî yên din gelek demokrattir û mirovtir e fîlan. lê rastî ji vê jî dijwartir e mixabin. yanî derhêner û senarîst kêm jî pesna amerîkayê didin. ji aliyê din ve, ne rexne be jî, behsa berjewendîparêziya amerîkayê jî hatiye kirin, bi bêdengiya amerîkayê ya li hember kuştina mirovan ku ji bo parastina berjewendiyên xwe -hebûna navendeke xwe ya leşkerî ya li vî welatî- wisa dikir.


welhasil, rêzefîlm baş dihere. 6 beşên weşandî man, ez ê di derbarê wan de jî binivîsim. li bendê bin. (xwezî min an jî kesekî xêrxwaz wergeranda kurdî)



Array. rêzefîlma min jî temaşe kiriye ye. her çiqwasî hin tişt dûrî çanda rojhilata navîn be jî (dibe ku çanda ereban werrê be) têkiliyên dewletê rojhilata navîn û amerîka gelekî xweş pêşkeş dike.

û wekî simurg56 jî gotiye rêzefîlm sûriyeya berê tîne bîra mirovî lê carinan ewqasî dûr dihere ku meriv fahm dike kesê ev rêzefîlm amade kiriye taybetmendiyên ereban kom kiriye û li vir pêşkeş kiriye. dîsa weke simurg gotiye hin sahne tunusê tîne bîra mirov, lê di derna de meriv dibê qey ew yekitiya mîrektiya ereban(United Arab Emirates) e. carinan dibê qey sûrî ye. welhasil ev der ne dewletek tenê ye.

ji bo wergerandina binnivîsa wan ez amade me. ji xwe 20 beş in wê zû jî bê wergerandin.



Array. êdî ji bo min jî rêzefîlm e. ji ber ku min heta niha mîna ku fîlmek be, lê temaşe kir û hemû beşên weşiyayî (14) temaşe kirin. êdî mîna ku rêzzefîlmek be, ez ê her heftî li benda beşeke nû bim.

gelek sahneyên rêzefîlmê êdî li stenbolê tên kişandin. jixwe di beşa 02:03ê de stranek tirkî jî weşandin.
rêzefîlm têra xwe baş dimeşe û mirov dixe nav meraqê. tê de car caran tiştên bêmantiq hene lê divê mirov mîna lostê li hemû rêzefîlman nenêre û wan kêmasiyan nebîne, ger na tama tu tiştî namîne. (weke mînak di sahneyekê de hatina dîtîna plakayeka stenbolê)

fînala sezona yekemîn gelek xweş bû. mirov dikariya texmîn bike lê ya rastî ez li ser nefikirîm û min texmîn nedikir. piştî ku mirov fînalê temaşe dike û vedigere wan sahneyên di nav behrê de ya bassam û jamal, axaftin û tevgerên jamal gelek watedartir dibin. ez meraq dikim gelo wê tê de behsa kurdan jî were kirin an na. ya rast jixwe navê tu gelên heremî nakin lê qet nebe belkî îmaya kurdan bikin. ev jî heye, belkî maan'a ku bombeyên kimyewî avêtinê belkî sembola helepçeyê be. piştî beşên tije trajedî, dîsa sahneyek ku lê keniyam derket: ew sahneya ku bassan li çolê hêviyên xwe wenda dike û serê radike û sê caran li ser hev dibêje allahu akbar. çima tiştek wisa kirine nizanim. bi qasê em ji beşa 02:04 fêhm dikin bassam nexwestiya zarokên wî hînî tu dînan binin (belkî jî ji bo heta 18 saliya wan gotibe) û em texmîn dikin ku ne misilman e. ger armanca vê sahneyê ew be ku bibêje mirov dema bêhêvî dikevin dawiya dawîn xwe dispêrên xwedê; wê demê ev rewş lehengê me yê wêrek û zana dixe pozîsyonek lawaz



Array. ber bi çîroka ypgê ve diçe. heçko tê de behsa ypgê were kirin.
weke mînak:

rêxistinek derdikeve holê ku diavêje ser bajarokan, çend kesan li ber çavên herkesî dikujin û vîdyoyên wan dikişînin. jinên wan ji xwe re dibin. û tê gotin ku şervanên wan piranî bîyanî ne. ev rêxistin êrîşî navendek leşkerî dike û tank jî tê de gelek çek û cebilxane bi dest dixin. dewleta abbudin pêşîn wan biçûk dibîne û di êrîşa xwe ya ewil de têk diçe. ji ber wehşa wan, herkes ji wan ditirse û kes nikare wan tê bibe. yanî daîş bixwe ye. lê paşê rêxistinek bi navê Banu Zahra ku tê de jin jî hene, êrîşek aqilane li daîşê dike û bi ser dikeve. piştî vê êrîşê, serlehengê fîlmê bassam dibêje, me cara ewil rêxistinê tik bir û êdî herkes dizane ku ev rêxistin jî dikare were têkbirin. (mîna şikestina daîşê ya li kobanê). dîsa endameke jin ya banu zahrayê dibêje, çekdarên xelifetiyê herî zêde ji keçên çekdar ditirsin, ji ber ku li gorî wn dema bi destê jinek çekdar werin kuştin, naçin bihuştê. (eyn mîna çekdarên jin yên ypg/jyê)


welhasil bi ya min, di rêzefîlmê de (aniha ji bo beşên s2e5 û s2e6 dikim) rasterast behsa berxwedana kobanê û ypg/jyê dikin.



Array.

bi beşa xwe ya s2e9 hê jî li ser rêça ypgê ye. jı ber neçariyê, serokê abbudinê bi serhildêrên ne cîhadîst re hevkariyê dike. û dibêje "di nav hemû serhildêran de yê herî zêde jê hez dikim" mîna têkiliya pyd û esad ya li dijî daîşê ye



Array. rêzefîlma peyvek kurdî jî tê de derbas dibe. jina qral di cîhekî de dibêje "xelas!" (niza di erebî de jî heye?)

wekî din herêmeke tê de derbas dibe. ango ma-an herêmeke urdunê ye û bajarek e jî. Here lînkê



Array. beşa 11an jî xelas kir û wê heftiya vê bi beşa xwe ya 12emîn, dawîn li sezona duyemîn jî bîne.
di vê beşa 11emîn de efectek gelek amatorane hebû. di sahneya ku xalîfetî, xelîl dorpêş kirine û êrîşê dibin ser de, li pêş çend leşkerên rastîn hene lê leşkerên li baş sexte ne û bi komputerê hatine lêzêdekirin, mirov bi hêsanî vê yekê fêhm dike ji ber ku mîna bot'ên di counter strike'ê de, tevgerên eletewş dikin û mîna keran dimirin.



Array. sezona xwe ya duyemîn jî qedand û ket navberê. sezonaa 3emîn wê kengê be, ne diyar e.

fînala sezonê hinekî ecêb e. ji bo hilweşandina jamal, ewqas kesan ked dan, hatin kuştin û qetilkirin lê nebû. lê dawiya wî çawa çêbû, hema keçika bûka wî hat û di qesra wî de guleyeke berdayê. di eslê xwe de çareserî evqas hêsan e. gelek caran pirsek wisa li min peyda bûbû; gelo dema hîtler evqas hovitiyê dikir, ma li derdora wî kesek tune bû ku hema livek berde serê wî. an jî li derdora sedam, esad, erdogan, ataturk û hwd?



Array. rêzefilma ji reklamên simurg56, ez neçar mam ku temaşe bikim. min du rojande 5 beş temaşe kirin. rêzefilmeke baş e, mirov pê dikeve, lê hê jî ez neketime ruhiyeta temaşekirina rêzefilmekêde, hê jî heç ku ez guhdarî belgeselekê bikim. zêde dişibe buyer û nuçe û nizam çi quzzilqurtên rojhilata navîn. ji min bassam zêde zu her gotinên xwe dide qebul kirin lê ne durî aqilan e jî.
ji imdbê 7.9 standiye û ne xerab e ji bo rêzefilmekê.



Array. rêzefilma naxwazim beşên wê xelas bibin loma zêde guhdarî nakim. xwezî du-sê sal din guhdarî bikira ku zêdetir beş berhevbuyî buya.



Array. ji bo sezona 3. peymana xwe bi televîzyona fx'ê çêkiriye. yanî wê di sala 2016an de sezona nû destpê bike lê beşa ewil wê kengê be, ne diyar e.



Array. bi sezona xwe ya 3emîn dîsa ket weşanê.
min îro li beşa 0301 yanî beşa ewil ya sezona 3. temaşe kir. ji bo destpêka sezonê ne xerab bû lê ji ber ku dh bi şev li tirkiyê tiştên gelek ecêbtir û mezintir çêbûn min qet jê keyf nestand.



Array. tayrint tê xwendin, bi kurdî û kurmancî; despot, zilmkar, tadekar, tîran.



Array. rêzefîlma cara yekem e behsa kurdan dike. xîlafeta rêzefîlmê jî dibêje rûs û kurdan hezar leşkerê me kûştin. ev jî eşkere dike kurdan di cîhanê de deng da ne..



Array. rêzefîlma ku ji aliyê çêkerên wê ve hatiye betalkirin. peymana wan û qenalê betal bûye, mixabin.
ger me bizaniya, qet nebe me li sezona 3. temaşe nedikir.
sezona 3yemîn 10 beş dewam kir û gelek bi heyecan bû. piştî beşa 10emîn bûyer gelek bi pêş ketibûn, erê senaryoyê êdî êde pê li erdê nedikir lê ecêb bû û mirov meraq dikir.
niha derketin û dibêjin rêzefîlm xelas, qediya, çû çû nema tê... xwedê we nehêle.






  • tyrant0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 82.5
(imdb: n/A)
pûanê bide fîlmê: