seven pounds

 Gabriele Muccino

 Grant Nieporte

 2008


 amerîqa

 îngilîzî îspanî

 123

 drama romantîk

  (1970.01.01)

 azadixwaz (2015.12.12)

 zilameke xwe sûcdar hîs dike derdikeve rêwîtiyeke wisa ku jiyana heft kesan bi guherîneke jêneger diguherîne. helbet jiyana xwe jî.


seven pounds - Tirşik

seven pounds


. filmeke Will Smith ê ne komedî ye. film bi senaryoyeke bi hêz û baş hatiye kişandin lê tempoya wê kêm e, mirov carna aciz dibe û diwestê. filmê ji imdê 7.7 standiye lê mirov nikare bêje teqez temaşe bikin.



Array. fîlmek gelek xweşik bû weke her fÎlmê will smith.



Array. fîlmeke drama ye, wekê fîlma the The Pursuit of Happyness di vê fîlmê de jî Gabriele Muccino derhêner û will smith aktorê sereke yê fîlmê ye. mijara fîlmê; will smith(ben, tim) di rê de li ser dîreksiyonê ji ber ku bi telefonê ve mijûl dibe qeza dike û dibe sebeba mirina heft kesan, jina wî jî di nav de. ew jî ji bo vê toqa naletê ji stûyê xwe derxe, li pey heft kesan dikeve ku bi qenciyê jiyana wan biguherîne û êş û azara wijdana xwe hinekî sivik bike.

li gorî mantiqê gelek seqetiyên fîlmê hene, belê ev ne fîlmeke sci-fi ye ji ber wê nehewce ye mirov li pey seqetiyên mantiqî yê fîlmê bikeve, serlehengê fîlmê wekê miroveke ji gelek mirovên ji rêzê li jiyana rastî aqilê xwe dide aliyekî û bi ya dilê xwe dike û xweliya reş bi serê xwe de dike. amîn.






  • seven pounds0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 78.7
(imdb: 7.6)
pûanê bide fîlmê: