the martian

 Ridley Scott

 Drew Goddard Andy Weir

 2015


 amerîka

 îngîlîzî

 144

 macera dram honaka zanistî

  (1970.01.01)

 simurg56 (2016.01.03)

 di peywireke astronotên nasayê ya li marsê, problemek derdikeve û astronotê mark bi birîndar dibe û ji hevalên xwe vediqete. di şert û mercên marsê de pêwist e ji xwe re derfetên nû biafirîne.


the martian - Tirşik

the martian


. fîlmeke derbarê çûyîna mars ê ye, li ser bingeha pirtûka andy weir bi heman navî hat kişandin. niha li emerîka û îngland di sînemê de heye, lê li almanyayê hîn dest pê nekiriye. ev jî trailer:
https://www.youtube.com/watch?v=Ue4PCI0NamI





Array. filma Matt Damon e.
ji ber ku di imdbê de û malperên cûrbecûr de bikarhineran puanên baş dabûn filmê, ez çûm min li sinemayê temaşe kir. film bi teknolojiya 3Dyê hatiye kişandin.

ya rast film ne bi qasê min hêvî dikir xweş bû. ji min re hinek klasîk hat. di heman mijarê de prometheus filmek resentir bû. ji xwe êdî filmên hollywoodê ji min re gelek klasîk tê. gelek tiştên dişibin hev henê.

spoiler
alÎkariya çînê a ji nasayê re, xweşa min çû. baş fikirîne vê yekê.
spoiler

puana min jê re : 79



Array. yek ji fîlmên herî xweş ê vê salê bû. ji xwe meriv nikare çend hebên baş jî bijmêre.
erê fîlm sci-fi ye lê çîrok li me, li gorî zanîna me ya di derbarê marsê de êdî wek sci-fi xuya nabe. dema meriv li fîlm temaşe dike meriv dibêje qey ev tişt normal in. gellek hindik tişt li hewa mane.

fîlm ji hêla kameravanî û efektê jî gellekî hêja bû. wek hin fîlman rengên me di jiyana xwe de nedîtine an jî me nebîhisitye tune bû. Heta meriv dikare bibêje ger ne ji rengê axê be meriv dikare bibêje ew der çolek sehrayî ye.

fîlm xwe piçekî ji hollywoodê dûr xistiye. êdî ew lehengê fîlmê ne heroic ango ne qehremanên wek supermanî an batmanî tune bû. heta navê serleheng jî nayê bîra min. vê carê çîrok, kamera, efectt li pêşiya qehremaniya hollywoodê bû. piçekî din xwe bi pêş bixista me yê bigota qey kîm kî-dukek e *



Array. piştî 3-4 mehan yekemîn fîlm e ku min temaşe kiriye.
[min li beşa fîlman ya tirşikê zêde kir: Here lînkê]

ji bo kesên ku wê nekarin peyama min temamî bixwînin, kurte;
- puana min:83
- krîtîka fîlmê: ji bo heyranên fîlmên honaka zanistî, hêjayî temaşekirinê ye lê ne fîlmek bingehîn yê vê cûreyê ye. bêyî ku zêde hêviyan jê bikin, temaşe bikin.

min 83 puan dan fîlmê. ji ber ku bi cûreya honaka zanistî bû, jixwe min nedikariya puanek gelek kêm bidimê. lê fîlm ji hêviyên min lawaztir bû.
berî her tiştî di senaryoyê de hema bêje tiştek resen tune bû. bûyer gelek ji rêzê bûn, surprîz an jî hêvî-şikestin tunebû. hema we çawa texmîn kiribe, senarîst jî wisa nivîsandiye.

di fîlmên wisa de 2 xal gelek girîng in;
1- divê di derbarê fezayê de teorî an jî xeyalek nû hebe
2- divê li ser karakteran bi berfirehî were sekinîn

ger ev tune bin, tama fîlmên zanistî gelek kêm dibe. li jor jî behsa wê hatiye kirin: weke mînak di fîlma prometheus de di fîlma 2001: a space odysseyê de îdîa û teoriyên gelek resen hebûn. lê em bibêjin derhêner û nivîskar xwestine fîlmek zêdetir nêzikî rastiyê bikişînin;
wê demê diviyabû baştir li ser kitekitên bûyeran û karakteran bisekinin.
weke mînak em di derbarê serlehengên fîlmê de tu tişt nizanin, ne paşeroja wan ne jî malbat û têkiliyên wan. dema mark digihe hevalên xwe, çi diqewimin em nizanin. li ser rewşa derûnî ya mirovekî ku li gerstêrek asê maye û tenê ye, qet berfirehî tune. tu wê bêjî qey di asansorê de asê meye...
welhasil fikra bingeha fîlmê ne orjînal be jî têra xwe balkêş e lê senaryoya ku li ser vê fikrê hatiye avakirin, gelek lawaz maye.
û tiştek bala min kişandin;

ew anten li mark dikeve û sîstem hişyarî dide ku cilê wî yê astronotiyê qetiyaye û oksîjena wî wenda dibe. di vê navberê de komutanê wan ji navendê dipirse: bi vî awayî dikare çend çeqe bijî? heyran tu astronot î, li marsê yî û komutanê yekîneyekê yî û hê jî nizanî bê ka astronotek bêyî cilê xwe dikare çend seqeyan bijî?



Array. filma vaye demeke min digot ezê temaşe bikim. dawiya dawî min guhdarî kir, lê ji ber westînê dibe ku bi qasî 10-15 xuleqan ez raza bim. filmeke hinekî cuda lê aksiyona wê hindik bu, ne filmeke bi kelecan bê guhdarî kirin bu. fikrên resen lê hebun lê senaryo ne zêde xurt bu, weke ku hinekî lezê kirî bun. dibe ku film li ser siparîşeke nasayê hatibe çêkirin, ji xwe heman demê de nuçe derketin ku nasayê av li ruyê marsê dîtiye.






  • the martian0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 83.9
(imdb: 8)
pûanê bide fîlmê: