168
komedî drama nepenî rageşî rojavaya hov
simurg56 (2016.01.09)
piştî xelasbûna şerê navxweyî, mêrkujek ku hêvî dike bi mehkûmê girtî pere qezenc bike, xwe di zivistana hişk ya wyomingê de dispêre cihekê lê li vir bi mirovên cûda re rêya wan digihe hev.
. 8. fîlma Quentin Tarantino ye. dibêjin gelek xweşik e. lê mixabin ne dikarim herim sînemayê, ne jî li ser înternetê peyda dibe. |
|
Array. filma quentin tarantino ya bi qasê reklam û şiroveyên xwe ne xweş e. filmeke hema bêje ji rêzê ya western ango rojavaya hov e. zêde dirêj e lihin deran ez aciz bum. weke hemu filmên western mirov kuştin pir rehet û ji rêzê ye. senaryo hinekî bi kitekit hatiye fikirîn û baş e lê dibe ji ber ku ez zêde ji western hez nakim, li min zêde xweş nehatibe. min 77 puan dayê li beşa filmande. weke li jor jî hatî gotin torrent peyda dibe û ne zêde bêqalîte ye jî. |
|
Array. -Spoiler- |
|
Array. Ji beriya du hefteyan min ev fîlma heştem a Quentin Tarantino li sinemayê temaşe kir. Weke her car têr xwîn, têr henek, têr soundtrackên xweşik bû. Lê dîsa jî hima wê bêhne meriv tehmê jê seh dike bandora wê weke em bêjin fîlmên hunerî û kûrwate ne dirêj e. Hebe jî dibe ku min serê xwe pê neêşandî be nizanim. |
|
Array. filmeke ku çi ferq di navbera wê û reservoir dogs de heye nizanim. filmeke fizûlî ye. |
|
Array. navê fîlma quentin tarantino a dawîn e. çi ferq di nabera vê fîlmê û reservoir dogs de heye nizanim. yên temaşe nekirine, ji kerema xwe re wextê xwe xerç nakin û temaşe nekin. |
|
Array. Fîlmê ku ji bo wî şevadin heta dereng neraketime ye. Listikvanên hilbijartî pir serkeftî bûn, jixwe ew ên pîr pir baş bûn. Jinik jî wisa. Lê ji dîtina mirinê, xwînê û mejî min got bes. Stranên ku derbas dibûn hêja bûn û bawerim di oscarê de jî ji muzika xwe xelatek girt. Dîmenên geleki xweş hebûn * |
|
Array. filma ji aliyê gelek tirşikvanan ve hatî temaşe kirin lê tenê kesekê tenê puan dayiyê di beşa filmande. (ew kî ye gelo* ) |
|
Array. fîlma ku min niha xilas kirî ye. Senaryoya fîlmê xweşa min çû lê helbet di vê meha remezanê de dîtina ewqas xwîn dilê min hinek li hev xist. Bê wê jî bi baweriya min tenê malek wek mekanbûyîn hêlek din a serkeftinê ye. |
|
Array. fîlm ji gelek milan ve dişibe fîlma 12 angry man ya sidney lumet.. navê fîlmê, heta dawiya fîlmê bikaranîna mekanekî tenê, bi diyalogan teşhîrkirina karakterên fîlmê filan.. |
|
Array. dawîya fîlmê zêde li xweşê min neçû. û
spoilerê veke
|
|
Array. mirovê ku digot ez bijêrvanê nû me wilo pir xweş abraham lincoln digot min fîlm paş dida û carekî dî temaşe dikir. Ji xeynî vê di nav fîlmê de wê gîtarê ku jinê sik lê dixe û ji aliyê zilamê porsor(di bîra min de por û rîyê vî wek sor maye) ve hatiye şikandin entîkeyeke ji kevnargehê hatiye anîn. li gorî senaryoyê divê meriv bişkênî lê derhêner û germendeyên fîlmê wilo difikirin ku her hal zilam kevnareyê naşikîne mirov jî xwe bi xwe dibêje ku di senaryoyê de wisa dinivîse ku ev entîke ji layê min ve tê şikandin û her hal bi lasayî re hatiye guhirandin û dema kişandinê gîtarê dişkîne. tiştê ku dibê pê gîtarê dibê û gîtarê kevnare bi wî awayî tune dibe. Pişt re kevnarxane ji sedemê ziyan danîna berhemên dîrokîyê doz diveke li karbidestên fîlmê, ê dî çava dawî bûye haya min jê nîne. |
|