Mr. Morgan's Last Love

 Sandra Nettelbeck

 Sandra Nettelbeck Françoise Dorner

 2013


 amerîqa elmanya belçîqa fransa

 îngilîzî frensî

 111

 komedî drama

  (1970.01.01)

 azadixwaz (2016.01.20)

 kalepîreke jina xwe windakirî bêbiryar li jiyanê digevize, ji nişka ve rasta keçikeke xama tê û tevlîheviyek ango hîseke ji xemgîniyê giringtir dikeve jiyana wî.


mr. morgan's last love - Tirşik

mr. morgan's last love


. filma 2013an ketî sînemayan. ji imdbê 6,8/10 puan standiye. li ser pêşniyareke malperekê min temaşe kir. ne poşman im ku min guhdarî kirî lê min dikarî filmeke xweştir peyda bikim. filmeke bi tempoyeke giran dimeşe, ji xwe behsa jiyana kalepîrekê dike ma wê çiqas bi lez buya! navenda filmêde felsefe û nêrîna jiyanê heye lê ji ber ku filmeke hollywoodê ye nekariye baş vebêje, ku filmeke ewropayî buya dibe ku aliyê felsefeyê pir kûrtir buya.
min 74 puan dayê, hunê bêjin gorî şîroveya te zêde ye lê li ser jiyanê hinek gotinên xweş tên bilêv kirin û divê heqê wan neyê xwarin.

zilameke pîr ku jina wî miriye, jiyan ji bo wî zêde giran e, dû re keçikeke tenê dinase û jiyan rengîntir dibe. li derekê dibêje mirov tenê dikare êriya kesekê tenê bike yên din tenê ewr in, bêdîqatiyên nayên xwestin in, nêrîneke balkêş û hinek gotinên vî awayî hene lê têra xwe nehatine kolan. di filmîde tişta min fêhm nekirî, çima Pauline ewqas bi rehetî dibe hevala miles.






  • mr. morgan's last love0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 74
(imdb: 6.7)
pûanê bide fîlmê: