pane e tulipani

 Silvio Soldini

 Doriana Leondeff Silvio Soldini

 2000


 îtalya

 îtalî

 114

 romantîk komedî

  (1970.01.01)

 endazer (2016.07.31)

 jineke li îtalyayê jinek navsale ligel mêrê xwe û herdu kurrên xwe bi otobûseka gerrê li bajarekê îtalyayê ji xwe re digerin, li ser rê, li tesîseka xwarin û vexwarinê, dema jin li destşokê, mêr û zarokên jinkê, jinkê ji bîr dikin û otobûs bêyî wê birê dikeve, di rê de ferq dikin, mêrê wê li jinkê digere û şûna lêborînê bixwaze, bi ser jinkê de diqîre dibêje tu çima xwe mijûl dikî û ji otobûsê dimînî. jin li ber dikeve û biryar dide vê ger û geşta malbatî di nîvî de bihêle û bi serê xwe vegere malê, li ser rêya malê, bi kes û bajar û dilînên nû dihese, pace û pencereyên nû li ser jiyana xwe vedike.


pane e tulipani - Tirşik

pane e tulipani


. ango nan û helale, bi îngîlîzî; Bread and Tulips, bi tirkî; ekmek ve laleler
fîlmeka sînemayê ye, sala 2000î li îtalyayê bi derhêneriya derhênerê îtalî Silvio Soldini hatiye çêkirin. fîlmeka romantîk-komedî ye, di fîlmê de Bruno Ganz (Fernando Girasole) û Licia Maglietta (Rosalba Barletta) rola sereke dileyîzin. mijara fîlmê; li îtalyayê jinek navsale ligel mêrê xwe û herdu kurrên xwe bi otobûseka gerrê li bajarekê îtalyayê ji xwe re digerin, li ser rê, li tesîseka xwarin û vexwarinê, dema jin li destşokê, mêr û zarokên jinkê, jinkê ji bîr dikin û otobûs bêyî wê birê dikeve, di rê de ferq dikin, mêrê wê li jinkê digere û şûna lêborînê bixwaze, bi ser jinkê de diqîre dibêje tu çima xwe mijûl dikî û ji otobûsê dimînî. jin li ber dikeve û biryar dide vê ger û geşta malbatî di nîvî de bihêle û bi serê xwe vegere malê, li ser rêya malê, bi kes Û bajar û dilînên nû dihese, pace û pencereyên nû li ser jiyana xwe vedike.
hej fîlmên romantîk-komedî nakim, lê gelek kêfa min ji vê fîlmê re hat, ji bo yekî wekê min dilpîr û dilmirî her çiqasî fîlm û senaryoyeke zêde zêde surrealîst be jî -bi taybet jî dawî û aqubeta fîlmê-, ew curet û cesareta fernando û rosalbayê mirov dilterr û kêfxweş dike.
Licia Maglietta, di hemû sehneyên fîlmê de gelekî spehî bû, belkî dil ketibimê *
û biçekî tehma midnight in paris ya Woody Allen min ji vê fîlmê stand.
imdb, 7.4 puan daye fîlmê, belkî li gor krîterên sînemayê heq neke, ji geometriya gulê fêhm nakim, lê ez ê 8 puan bidimê. yên dixwazin bi jêrnivîsa tirkî û bi kalîteyeka baş ya dîmenan dikarin ji vê lînkê Here lînkê berê xwe bidinê.






  • pane e tulipani0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 80
(imdb: 7.3)
pûanê bide fîlmê: