nerve

 Henry Joost Ariel Schulman

 Jeanne Ryan Jessica Sharzer

 2016


 amerîqa hong kong

 îngilîzî

 96

 macera sûc rageşî

  (1970.01.01)

 azadixwaz (2016.09.08)

 keçikeke ji rêzê bi tiliyên hevalê xwe ji rêzê derdikeve û bi riya lîstikeke populer nema dikare êdî xwe kontrol bike.


nerve - Tirşik

nerve


. struktureke laşê mirov e ku peywira wê veguheztina sinyalên elektrîkî ye. bi kurtasî du tiştî dikin; ji sîstema rehikan ya navendî (mesele mejî) sinyalan distînin û digihînin organên hedefê (weke masîlke, ûr û hwd.). an jî ji organan agahiyan distîne û digihîne mejiyê mirov. rastiyê de yek ji sîstemên herî tevlîhev yê li ser rûyê erdê be jî, bingeha wê ev e.

mixabin nizanim kurdiya wê çi ye. bi tirkî jê re sinir tê gotin. bi kurdî rehik û damar hene lê mixabin hemû ferhengan de ev her du peyv heman demê de ji bo damarên xwînê jî hatine bikaranîn.
ango vê mijarê de tevlîheviyek mezin heye.



Array. bi kirmanci birik yan (bnr: rehik) u herwesa kurd peyva esab jî bikar di înin ku 'erebîye.
bi soranî jî di bêjin demar.



Array. filmeka 2016an hatî nîşandan li sînemayan. vê filmê ji imdbê 7.0/10 puan standiye ango ne filmeke ewqas hatî ecibandin e. min fraqgman û nasandina wê li ser tvyê dît û mijara wê bala min kişand. film li ser lîstikekê ye, rast-gotin an wêrekî. lê li ser appa wê bijareya rast-gotinê tune, yan tu temaşevan î yan jî tu, tiştên ji te tê xwestin, dikî.
ji ber ku min film ne li sînemayê lê ji daxistina zamunda.netê temaşe kir, ez nikarim aliyê dîtbarî rexne bikim (ya min temaşe kirî, pir nebaş bu). lê ji xeynî xweşbuna fikra lîstikê pê ve bi ya min senaryo ne zêde baş bu, kelecan ne dida mirov. keçik xweşik, kurik çeleng bu lê ji xwe ev êdî standardek e.
mirov dikare lê temaşe bike lê zêde hêviyên xwe bilind nekin, ji ber ku pir xewa min dihat dawiya wê tam nayê bîra min loma ez zêdetir tu tiştî nabêjim. ku kesekî din guhdarî bike bila wan deran ew vebêje.



Array. wexta temaşekirina fîlmê mirov dikeve ramanên kûr... heke ku di jiyana rastî de app/sepanek wilo hatiba damezrandin û piştgirî jî standiba gelo wê çi qewimîba... bi ya min di pêşerojê de emê rasta gelek app û lîstikên bi vî rengî bên. û rastiyekî wilo heye ku tenê ji bo weraqekî xelk dikare hemû tiştê bi xetere û ne li gorî aqil bikin..






  • nerve0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 76
(imdb: 6.5)
pûanê bide fîlmê: