life of pi

 Ang Lee

 Yann Martel David Magee

 2012


 amerîka dya taywan îngîlîstan

 îngîlîzî tamîlî frensî japonî hîndî çînî

 127

 fantazî macera dram

  (2020.11.28)

 simurg56 (2016.10.16)

 serpêhatiya kurê xebatkerekî baxçeya hewanan ku navê wî pî ye. piştî qezaya keştiyê, êdî hevalên wî heywanên mîna zebra, orangutan û pilingê bengalê ye.


life of pi - Tirşik

life of pi


. fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin. fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê xelîl ve, li kurdî hat wergerandin. hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

têbinî-1: #118142
têbinî-2: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin.



Array. ev fîlm yek ji wan berheman e ku pirsgirêka têkiliya mirov û xwezayê datîne navenda çîroka xwe û serpêhatiya lehengê xwe bi vegotineke xebroşkî bi kar tîne. senaryo ne seneryoyeke resen e. me heman tişt di çîrokên hay îbn yaqzan, robinson crouse û heta di tarzanî de jî xwendin, temaşe kirin. belkî em dikarin romana lord of the flies jî bînin bîr. hemû xîret û xebat bo jiyînê ye. nerehetiya asêmayîn û êşa lêgerîn û pirî caran kesera biryardayînê rê me didin. lê belkî ji hemû mijaran zêdetir, rê didin ku em, mirov çi afirîdeyên reben in. bi rastî. fîlma life of pi ji yên din ji aliyê dîmen û sehneyên xwe yên xebroşkî vediqete, ku hema hema piraniya wan sehneyên ecêbhiştî û heyrankirî li ser pelên oqyanûsê derbas dibin. ang lee yê ku ji xwe ji ber brokeback mountainê heyranê wî bûm (#52731), bi hêmana avê cîhaneke xweş û tirsnak ava kiriye. temaşevanên din nizanim lê behr û oqyanûs min ditirsînin û xwedê emrê wî dirêj bike, ang lee jî bi rengên tarî, esmanên ewrî, avên bê serûbin û bi pilingekî dirrinde cihê xwe yê çîrokê kiriye mala kabûsekê nîv-xewî. tirşikvanê ezîz, thorê ll-em, mîrê pezkoviyan, kujerê kulûderdan* khaleesi pardon xelîl * jî bi kurdiyekê delal ew kiriye malê kurdî. tercîhekê xweş bûye. destên wî sax bin.



Array. Fîlmeke baş e û xweş e, xwe dide temaşekirin, bi naverok û dîmenan ve meriv diheyirîne. Min vê fîlmê wek 3d (sê dîmen) li sînemayê temaşe kiribû dema nû derketibû, dema balîna ji behrê derket gelek tirsiyabûm ji ber berçavka 3d'yê*. min got çima wernegerînim û min wergerand.* divê birûya hayao miyazakî bi lez û bez ji xwe re ûnvanek bijêre, wer nabe bavêm. du nikari bi navên me bang li me bikî lê destên me vala bihêlî. ez ê konseya maseya girover bicevînim û hayao ji govenda xwedayên kurd ên li çiyayê araratê bidim aforozkirin û bê şert û merc pişeya ûnvandayînê ji destê wî bistînim.* tu bise!



Array. bi dîmenên xwe yên muazzam, fîlmek gelek serkeftî ye. senaryo kêm zêde dikare were texmînkirin lê xweş e. min berî salan temaşe kiribû lê bi qasê tê bîra min, peyamek wisa ya fîlmê hebû;

di fîlmê de mêrik behsa serpêhatîya xwe dike lê guhdar jê bawer nakin. çimkî li gorî senaryoyek din, ew hemû heywanên di kelekê de, temsîla mirovekî dikirin. li gorî karakterên xwe jî, li ber çavên pî, ketibûn teşeya heywanekî. ew hemû çîroka xemilandî û bikitekit, di eslê xwe de şer û pevçûna di navbera van karakteran de bû ku bi hev re ji bobelatê filîtîbûn û di vê keleka biçûk de asê mabûn. bi dîmenên wisa efsûnî, ne xemilandî bû. di vir de çîroka ku zilam dibêje, vegotinên dînî temsîl dike. senaryoya din ya zip û zûwa jî, rastîya dilsoj ya dinyayê temsîl dike. herkes azad e ku ji kîjanê bawer bike. an jî herkes, bûyeran di berçavka xwe re şîrove dike.






Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 86.4
(imdb: 7.9)
pûanê bide fîlmê: