the fault in our stars

 Josh Boone

 Scott Neustadter Michael H. Weber

 2014


 amerîka dya

 îngîlîzî

 126

 dram romantîk

  (1970.01.01)

 simurg56 (2016.12.10)

 Fîlm li ser romana John Green ya bi heman navî, hatiye kişandin. Du ciwanên ku nexweşiyên kanserê bi wan re heye, rojên dawîn yên jiyana xwe bi hev re derbas dikin. Armanca wan ya mezin ew e ku xwe bigînin nivîskarek ku li amsterdamê dijî û ew heyranê wî ne. Di vê rêwitiyê de ji hêvyên xwe bêtir û cûdatir tiştan bi dest dixin.


the fault in our stars - Tirşik

the fault in our stars


. Fîlmek gelek xembar e. di derbarê du ciwanan de ye ku ye k ji wan bi nexweşiya kansera tîroîdê ketiye, ê din jî bi cûreyek din ya kanserê bi osteosarkomê ketiye. di terapiyekê de rastî hev tên û weke texmîna we, dilê wan dikeve hev û din. Pirtûkek heye di debarê mirinê de, bi taybetî keçika me, heyranê pirtûkê û nivîskarê pirtûkê ye. xwezî rojekê bikariya wî nivîskarî nas bikira û pirsên di hişê xwe de, jê bipirsiya... her du cian rojên xwe yên dawîn, bi hev re derbas dikin û li gorî teswîra wan bixwe, di bêdawiyîtiyek biçûk de gelek tiştan parve dikin. min fîlmê li beşa fîlman zêde kir û 85 pûan danê; Here lînkê






  • the fault in our stars0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 82.5
(imdb: 7.7)
pûanê bide fîlmê: