oblivion

 Joseph Kosinski

 

 2013


 amerîka

 îngîlîzî

 124

 macera aksîyon nepenî honaka zanistî

  (1970.01.01)

 simurg56 (2016.12.28)

 koloniyeke mirovan leşkerek xwe yê ewle dişînin gerstêrka bi navê "dinya" ya ku demekê mirov lê dijiyan. ji bo ku li vê dinyayê di derbarê mirovên berê de keşfan bikin lêkolînan dike lê rastî sûrprîzan tê.


oblivion - Tirşik

oblivion


. fîlmeke xeyalê zanistî ye ku sala 2013de hatiye weşandin.
fîlmeke amerîkî ye , bi qasê 2 saetan dirêj e û ji imdbyê 7.1 pûan standiye.
fîlm derbarê şereke pêşerojê ye ku navbera mirovan û êrîşkerên ji derveyî dinyayê, ye. weke hemû fîlmên xeyalî zanistî yên hinekî berê xwe dane psîkolojiya karakterê sereke, fîlm balkêş e û mirov dide meraqkirin.(bnr: 2001: A Space Odyssey), (bnr: Moon) û hwd.
têra xwe aksiyon jî dihewîne. pûana min ji fîlmê re 85/100 e.
pêşniyarî hezkerên fîlmên xeyalî zanistî dikim.



Array. Filmé Tom cruise, morgan freeman û Olga Kurylenko ( ez evindaré wé bûm) té de listikvanin. min dûh temaşe kir jé tér nebum îro dîsa temaşe dikim...



Array. filmekî gelek xweş e.
mijara filmê şerê di navbera mirovan û cûreyekê din ê zindiyan ê ku ji derveyî dinyayê hatine dinyayê.
belkî mijar heçko zêde klasîk be xûya bike lê senaryo bi rastî jî gelek xweş e. heta 30 xulekên dawî jî min got qey ez ê meseleyê fêm nekim lê dawiya filmê de min meseleyê baş fêm kir û gelek xweşa min çû.
ji ber ku ji cûreya xeyalê zanistî gelek hez dikim, ev film ber bi çavê min gelek biqîmet bû.
ji hemû tirşikvanan re pêşniyar dikim.

puana min jê re : 84






  • oblivion0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 82.5
(imdb: 7)
pûanê bide fîlmê: