94
aksîyon tirs rageşî honaka zanistî
Ev fîlm hê li kurdî nehatiye wergerandin (1970.01.01)
simurg56 (2017.01.09)
duyemîn fîlma hevpar ya rêzeyên fîlman yên alien û predator. di fîlma ewil de predatorê ku piştî kuştina hemû alienan ew bixwe jî dimire û laşê wî ji aliyê hevalên wî ve tê standin, li dinyayê tovê alienan vegirtîbû. ev jî dibe sedem ku şerê van du nifşan ji nû ve li dinyayê biqewime; lê vê carê nîvê nava bajarekê.
. fîlma herî xerab ya rêzeyên alien û predatoran bû. hema bêje hemû klîşeyên holywoodê dihewîne. mirov çawa dikare fîlmek biherimîne, mînak gelek baş e ji bo vê yekê. di serê fîlmê de gelek karakter didin nasîn, mirov dibêje qey wê v karakterê kêrî tiştekî werin lê tu fonksiyonek girîng ya van karakteran tune di senaryoyê de. berî vê fîlmê jixwe 7 fîlm hatine kişandin yanî bingeha senaryoyê saxlem e. lê bi awayek bêwate û bêmnatiq, mîna ku fîlmek nipûnû be karakterên basît û bêxêr hatine afirandin û têkiliyên klîşe hatine avakirin di navbera wan de. loma min zêde ji fîlmê hez nekir. ji bo xatirê fîlmên berî û ji bo temamkirina rêzeyê, temaşe kir, nexwe tu tiştek nû li zanîna me zêde naake. |
|
Array. (bnr: Requiem) (bnr: Requiem For A Dream) |
|