life

 Daniel Espinosa

 Rhett Reese Paul Wernick

 2017


 amerîka

 îngîlîzî japonî

 104

 tirs rageşî honaka zanistî

 Ev fîlm hê li kurdî nehatiye wergerandin (1970.01.01)

 simurg56 (2017.06.29)

 komek zanyaran ji erdê marsê nimûneyan distînin û di lêkolînên li ser vê axê de rastî formeke jiyanê tên. taybetiya vî jîndarî ew e ku gelek bilez mezin dibe û dikare xwe li gorî her rewşî adapte bike. divê ev jîndar bi tu awayî negihe dinyayê û weke marsê, dinyayê jî zuwa neke.


life - Tirşik

life


. bi îngîlîzî "jiyan". navê fîlemek sala 2017ê ye. di fîlmê de komeke astronotan diçin marsê û hinek nimûneyên axê jê distînin. di nav vî axî de rastî jîndarek bi yek hucreyî tên. ji bo mezinbûna wê hemû şert û mercan jê re peyda dikin lê problem ew e ku ev jîndar/heywan gelek zû mezin dibe.

di destpêkê de tê gotin ku her hucreyeke vî jîndar î, çav e, mejî ye û her wiha masûlke ye. weke wisa be, her ku mezin bû, çima vî ajalî teşeyek nas girt û ji xwe re çav, guh dev û hwd. organên mîna mirovan afirand? ev xeletiyek mantiqî bû. weke her car, dîsa zanyarên ji hev aqiltir nikarin karantînayek basît bi rê ve bibin û him vî ajalî tînin dinyayê him jî yek bi yek dimirin. bêmejîno.. dawiyek klasîk.
min 78 pûan dan fîlmê.






  • life0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 76.5
(imdb: 6.6)
pûanê bide fîlmê: