elysium

 Neill Blomkamp

 Neill Blomkamp

 2013


 amerîka

 îngîlîzî spanî fransî

 109

 aksîyon dram honaka zanistî rageşî

  (1970.01.01)

 simurg56 (2018.05.05)

 di 2154 de, êdî mirovan bi destê xwe dinyayek biçûk avakirina li fezayê û hemû dewlemendên dinyayê li wir dijîn. li dinyaya rastîn û wêrenbûyî, tenê mirovên belengaz mane. zilamê bi navê max, sond dixwe ku vê sîstemê hilweşîne û wekhevîyê bîne vê dinyaya bêedalet.


elysium - Tirşik

elysium


. fîlma ku min herî dawîn temaşe kiriye, ye.
fîlm îsal (2013) derket.
puana fîlmê ya malpera imdbyê de vêga 6.9 e. lê ji vê zêdetir heq dike. puana min jê re 8 e.
ser-lîstikvanê fîlmê Matt Damon, fîlmê de rola sereke "max" dilîze.

fîlm li ser dîstopyayek hatiye avakirin ku li gorî vê dîstopyayê mirovên dewlemend pêşerojê de ji ber ku dinya êdî ne hêjayî jiyanê ye, li fezayê navendek çêdikin û li vir dijîn. lê dîsa jî dev ji mêtîngeriya dinyayê jî bernadin. fîlm li ser serhildan li dijî vê sîstemê hatiye kişandin.

fikra fîlmê %100 ne orjînal e. lê hêjayî temaşekirinê ye. dema mirov temaşe dike, bejin lê bilind nabe lê wextê xwe xweş derbas dike. ne fîlmek kult e.

fîlmê de, sahneyekê de max, sîlehek bi kar tîne ku gelekî bibandor e û li ser çekê navê "CHEMRAIL" dinivîse. wateya vê çi ye, nizanim. lê navê azrail anî bîra min *


[spoiler: ya ku herî bêmantiq ew e ku rêvebirî û dewlemendtirên dinyayê li cihekê biçûk dijîn û qaşê ev der navenda dinyayê ye, lê ev der tenê ji aliyê çend robotan ve tê parastin.
û heçiyê yê din bikuje, cih de dibe serok. sîstemek ewqas pêşketî û ewqas weke pêlîstoka zarokan li hev nayê.]



Array. filma ku ji ber mijar û fikra wan a balkêş dikare were temaşe kirin.
lê tu bêjî ev fikr û mijar bi senaryoyek baş hatiye xemilandin û filmek bêhempa derketiye holê, na. mixabin wisa nebûye. senaryoya filmê wek filma recep îvedîkê ye. evîna zarokatiyê ku weke bîranînek maye felan.

spoiler
filmê de, ew maşîneya li elsyium'ê a ku ji bo derman kirina nexweşiyan dihat bikaranîn gelek tewşomewşo bû. yanê tenê bi fikra "yaw piştî sed û pêncîh salan wê her tişt pêkan be" hatiye fikirîn. yaw temam ez nabêjim ne pêkan e. tebê tiştên aniha jî li gor kesên beriya sed û pêncih salan jiyane ne pêkan bû. lê ma mirov serê meseleyê jî hinek nade. maşîneyek heye, nexweş diçe bin de, di 3-4 xuşekan de nexweşiya wî diyar dibe li ser makîneyê dinivîse "akut lenfoblastîk losemî" paşê di nav 3-4 xulekên din de jî tê derman kirin. malxerabo qene dermankirina wî bila hinek bidome. serê zilam belav bûye. zilamî dikin di bin maşîneyê de, weke ku mirov stranekî ji înternetê daxîne jimêrkerek derdikeve %5, %10, %15 .. serî dîsa dibe wek berê, heta ji ya berê jî baştir * neyse min dirêj kir, welhasil ew mesele zêde zêde tewşomewşo bû.
spoiler

ji ber hebûn û lîstikvaniya matt damon û ji ber mijar û balkêşiyê filmê, puana min jê re 76 e.



Array. Filma min van dawiyan temaşe kirî. Destpêkê de mirov dibêje vaye tişteke orjînal hatiye fikirîn û dê ezê pir jê hez bikim lê mixabin weke li jor jî hatî gotin tenê ew fikir ji cihekî hatiye bihîstin û tew, temama senaryoyê ya mayî dane yeke ku weke stranên kurdî yên tvyên tiroviro dinivîsin. Ji berê havînên germ carna xewa min nedihat û min tv vedikir û hema li filmeke li ser tvyekê guhdarî dikir, bawerim reklam hebuna wê bêtir kesî guhdarî bikira, wextê min guhdarî vê filmê kir ew film hati bîra min. 73.



Array. (bnr: neill blomkamp)






  • elysium0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 81.7
(imdb: 6.6)
pûanê bide fîlmê: