world war z

 Marc Forster

 Matthew Michael Carnahan Drew Goddard Damon Lindelof

 2013


 amerîka

 îngîlîzî spanî hebrewî erebî

 116

 aksîyon macera tirs honaka zanistî rageşî

  (1970.01.01)

 simurg56 (2018.05.05)

 hikumeta amerîkayê Gerry Lane dixe kar ku dinyayê ji bobelata zombîyan xelas bike ku hejmara wan bi milyaran e û êdî dewlet û artêş nikarin xwe li ber wan bigirin.


world war z - Tirşik

world war z


. fîlmeke amerîkî ye..
sala 2013an de ket vîzyonê. derhêneriya fîlmê Marc Forster kiriye û serhelengê fîlmê jî Brad Pitt e.
ji bo kesên ku temaşekirina fîlmê difikirin pêşîn vê bêjim ku pûana min jê re ji 10 pûanan 6.5 e.
ger fîlm cem we amade be û wextê we hebe, dikare were temaşekirin.
mijara fîlmê bi kurtî, şewba vîrûsekê ye ku heçiyê vîrûs têkil dibe, vediguhere zombiyekê.
mijara wê gelekî dişibe I Am Legend. bi ya min I Am Legend ji vê fîlmê serkeftîtir e. (her wiha kurdiya I Am Legend'ê jî heye: wergerine.com)


---spoiler---
fîlmê dîmenên xweş hene. bi taybetî dema zombî weke mêwiyan berhev dibin û weke quleyekê bilind dibin û bi vî awayî ji dîwara îsraîlê derbasî nava bajêr dibin, dîmenên xweş derketine holê.
weke din piraniya klîşeyên fîlmên wisa, vê fîlmê de jî hene.
sahneyeke din ya min jê hez kir û kêfa min anî jî, sahneya ku doktor/vîrologê ku weke tekane hêviya xelaskirina dinyayê tê dîtin, hê ji balafirê tam peya nebûyî ji ber êrîşa zombiyan ditirse û dixwaze vegere balafirê lê lingê wî ditehise û serê wî merdîwanan dikeve û dimire û loma qene nikare gava xwe jî bavêje erdê, ye.

fîlm piçekî jî heçko bi lezgînî hatiye kişandin. hinek sahneyan de lezbûna bûyeran ez aciz kirim.
lîstikvaniya brad pitt jî ne hêjayî pesindayînê bû.
---spoiler---



Array. filmê ku tê de propagandaya îsraîl jî tê kirin e. leşkera îsraîlî wisa nîşa didin ku temaşevan bawer bikin ku îsraîlî ne tenê filistînîyan dikujin, lê dinê jî xelas dikin. *
filmê ku south park di s17 e3 (World war zimmerman) de henekê xwe pê kiriye ye.



Array. bi 10.06.2014 li mûsile êrişa daîşê, li iraqê bûye rast.

ew fîlm e ku akpê reklama xwe ya navdar ya derbarê alaya tirkan de, şibandibû vê fîlmê.



Array. fîlmeke texlîta aşopiya zanîstî ye ku bi pişadî temaşe kirime û ne pir lê hinek ecibandime..bi min di nava fîlmê de bangeşeya îsraîlê kitekitek pir biçûk e..ku îsraîl di fîlmê de weke welatek rojhilata navîn û paşdemayîn dixuye..di nava çend çavkêlkan de meriv vediguhere zombiyeke lê pir hindik kes neguhere, nabe zombî û bixwe zombî jî xwe nezîkî wan nade..dawiya fîlmê de lehenga fîlmê brat pîtt dermana derzî ya merivan ji zombiyan diparêze dibîne..
buyer hema benavber buyeran dişopîne bo vê meriv fam dike ku fîlm pir bi lêz kişandine û ev jî hêjahiya fîlmê kem kiriye.. mijara fîlmê dişibe kurt kirina rêzefîlma miriyên dimeşîn ( walking dead) e ku çend salan berdewam e..



Array. (bnr: spoiler heval)






  • world war z0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 70.9
(imdb: 7)
pûanê bide fîlmê: