sherlock holmes

 Guy Ritchie

 Michael Robert Johnson Anthony Peckham Simon Kinberg

 2009


 amerîka elmanya

 îngîlîzî fransî

 128

 aksîyon macera tawan-sûc nepenî rageşî

 Ev fîlm hê li kurdî nehatiye wergerandin (1970.01.01)

 simurg56 (2018.05.08)

 Holmesê zîrek û şervanek bêhempa û hevkarê wî Watson biryar didin ku welatê xwe li dijî talûkeyekê biparêzin.


sherlock holmes - Tirşik

sherlock holmes


. réze pirtuke kî héjaye. Nivîskaré wî arthur conan doyle'e. fîlm u rêzfîlmé wî jî hene. bi xéra ev pirtukan min dest bi qelûn kiri bum wexte kî.



Array. rêzçîrokeke gelekî navdar e di seranserê dinyayê de, di sala 1890an de ji alîyê Sir Arthur Conan Doyle ve tê nivîsandin eger ez ne xelet bim. Yê ku ecêb e ew e ku, ev pirtûk/çîrok çawa bo kurmancî an jî zaravayekî din nehatine wergerandin. Bawer dikim bi wergerandina wê rêzçîrokê Sherlock Holmesî gelek ciwanên kurd wê zûtir û zêdetir balên xwe bidin xwendin û nivîsandina kurdî.



Array. arthur conan doyle roman û çîrok û rêzeroman û rêzeçîrokên sherlock nivîsandine. lê piştî wê hingî navdar bûye û hatine hezkirin gelek nivîskarên din derketine û bi heman navê roman û çîrokên pastîş û parodî nivîsandine. ji xwe gelek kes navê yekem nivîskarê xwedî pir nizane, êdî ji kîjan berhema nivîskarî xwendibin, navê wî dibêjin. her wiha di heman demê de navê lehengê rêzefîlma sherlock e. bawer im ya bbc ye. bi min sherlock, benedict cumberbatch e û benedict cumberbatch jî sherlock holmes e. bes. dema min di eskeriyê de pirtûkên wî dixwendin, min wekî ku dr. john watson dergistiyê sherlockî xeyal kiribû. têkiliyên wan pir dişibe yên hezkiriyan. ji xwe yên dizanin hemû çîrok û serpêhatiyên dedektîfê me yê ecêb ji devê dr. john watsonî ve têne vegotin. yanî dema min dixwend, tê bêjî qey watson bi bêrî û hezkiriyek mezin û baldariyeke evîndarî qala wî dikir. lê helbet vê nikare eşkere bike, ji ber ku di serdema vîktoryen de dijîn û hevzayendxwazan gelek tehde ji hikûmetên vê dewrê dîtine. helbet doyle jî nedikarîbû bi eşkere binexşe, bi veşartî û bi dizî kiriye. heke mîna oscar wildeî bi eşkere binivîsanda ew ê jî ji ber sûcê propagandaya hevzayendxwazî û bêehleqiyê di zîndanan de biherimiya.






  • sherlock holmes0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 80
(imdb: 7.6)
pûanê bide fîlmê: