Hampton Fancher David Webb Peoples Philip K. Dick
îngîlîzî elmanî japonî macarî erebî
117
16 (2020.04.11)
simurg56 (2018.05.21)
sal 2019 e. şîrketek bi navê Tyrell androîd robotên ku eyn wek mirovan in, hildiberîne. ev androîd di hinek karên îllegal û bi talûke yên li gerdûnên din, tên bikaranîn. ev androîd ji aliyê polîsên taybet yên bi navê Blade Runners ve tên girtin. Rick Deckard detektîfek e ku li pey nêçîra androîdên kopîkirî ye. lê li bajarekî 2 milyon serjimêra wê heye, ji hev veqetandina mirov û van androîdan ne hêsan e.
. li gorî sala xwe, fîlmeke xweş e. min berî 10 salan fîlan temaşe kiribû lê tenê hinek sahneyên tarî, şil û depresyonîk mab di hişê min de. wan rojan min dîsa temaşe kir, dîsa heman sahne man di bîra min de. wisa zêde aksîyon nahewîne lê bes û zêde ye jî. bi çend hevokan mijara fîlmê kûr dike lê min dîalogên bêtir felsefîk hêvî dikir. ji bo hezkirên cûreya honaka zanistî, fîlmek nebe nabe ye. |
|
Array. pir aciz bûm. temam mijar bû diyalog xweş bû lê zêde dûvdirêj dikirin sehneyen. min pêş ve bir û bir wulo temaşe kir. |
|
Array. Fîlm wek yek ji xebatên koma wergera fîlman ya tirşikê, li kurdî hat wergerandin. wergera fîlmê ji alîyê simurg56 ve hate kirin.
hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 66.
hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê
ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê
wêneyê nîşande
|
|
Array. fîlmek e cûreya wê honaka zanistî û dîstopîk e. wek serlistîkvan Harrison Ford dilîze ku favorî aktorê mi min e. her kesê ku salên 90î û destpêka 2000an zaroktiya xwe bihurandiye dizane ku indiana jones qehremanê me ye.* fîlm bi dîmenên xwe, listîkvanên xwe, muzîkên xwe û çîroka xwe ve gelek serkeftî ye lê weke 2001: a space odyssey ew jî zêde hêdî diherike. hinek jî bileztir bûya wê xweştir bûya, bi min. binnivîsa fîlmê jî gelek baş hatiye wergerandin. bê navber min temaşe kir. destê simurg56 sax be. pûana min: 80 nişe: min vê şîroveyê ji bo çalakiya rojên temaşekirina fîlmên kurdî kir. |
|
Array. yekem fîlmê ku min bi jêrnivîsa kurdî darî kir ev bû. loma ji bo min, ji bo hogirbûna min bi xwandina jêrnivîsa kurdî girîng bû. lê ji bo fîlmî nikarim heman tiştî bibêjim. tenê sûda wî ji bo min ev bû ku bi saya wî min blade runner 2049 jî darî kir ku ji vî fîlmî gelek baştir bû bi min. |
|
Array. Her çend dişibe fîlmekê biqeswet û acizker ku pir hêdî diherike û tê de peyivîn pir kêm e, ne fîlmekê vala ye. Hewce ye ku meriv bi baldarî, belkî du sê caran lê temaşe bike da ku peyamên wê fêm bike. Ji xwe di sînemaya honaka zanistî de kultbûna vê fîlmê, çavkaniya xwe ji vê xususiyeta xwe werdigire. Divê temaşevan nivîsa pêşîn xweş bixwînin û fêm bikin an na wê fîlm zêdetir bêhna wan teng bike. wey rebbî, harrison ford di wê trençkota dedektîfan de çi bûye qarîzma. ji xwe mêrik xweş e jî. *o* Here lînkê |
|
Array. bi replîka dawîn ya Rutger Hauer (Roy Batty, serokê androîdan), ji bo min gelek watedartir e. ev replîk, di eslê xwe de, ji aliyê david peoples ve hatiye nivîsandin lê belê şeva berîya kişandina sahneyê, lîstikvan Rutger Hauer hinekî guhertîye û gelek xweştir kiriye; "min tiştên wisa dîtin ku wê we mirovan bawer nekira. Keştîyên êrîşê yên agir pêketî li keraxa orion'ê. min tîrên c-beam temaşe kirin li ber dergeha Tannhäuser'ê. Temama van bîranînan wê di nav zemên de wenda bibin. Wek hêstirên ber baranê. Wextê mirinê ye." Roy Battyê ku di fîlmê de van hevokan bi lêv dikir. andorîd bû. loma rast digot, em ku xwedayê wî ne, dizanin ku ji bo wî piştî mirinê tiştek tune. lê dema em xwe dixin şûna wî de, mirov xwe wek wê dilopa hêstirê hîs dike ku ji çavên wî herikî û tevlî baranê bû. lewra ne pêkan e ku jîndarek xwedî hişmendî û bi hebûna xwe hesîyayî, ji vê hestê bireve. |
|