grand budapest hotel

 Wes Anderson

 Stefan Zweig Wes Anderson Wes Anderson

 2014


 amerîka elmanya

 îngîlîzî fransî elmanî

 99

 macera komedî dram

  (2020.03.09)

 gumgumok (2018.10.20)

 Zero mustafa, pîrekî ku xwedî serveteke mezin û the Grand Budapest hotelê ye. Lê ti otêla xwe de di odeyeke bicûk de û erzan de tenê dijî. Behsa jiyan xwe ya zehf ecêb dikê.


grand budapest hotel - Tirşik

grand budapest hotel


. Fîlmé ku hema bêje di her sahneyê de xwedî sîmetriyeke balkêş e. Lîstika Lîstikvanan, cil, cih, diyalog... Tevde zehf sipehî ne. Senaryo ji pirtûka nivîkarê navdar, stafen zweig hatiye kişandin.



Array. Fîlma herî rengîn a wes anderson e. Fîlm li görlitzê fabrîkayekî kevin de piştî restorasyonê hatiye kêşandin. Dema ez li almanyayê bûm ez û hevalekî îspanyol ji dresdenê em ê biçûna li vir ji bo ku otêlê bibînin lê şûnde em çûne wroclawê li ba hevalekî dî.



Array. êdî bi kurdî dikare were temaşekirin. fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê berxweda ve, li kurdî hat wergerandin. hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 60. hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

têbinî: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin. ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be. Hûn dikarin versîyona hêdî jî, dîsa ji rûpela fîlmê daxin.



Array. yekemîn berhema wes anderson e ku min temaşe kir. fîlmên wî yên din nizanim lê ev fîlm tiştekî ecêb bû. wek li jor j hatiye gotin, tê de sîmetrîyek di asta dînatîyê de, heye. hema bêje di hemû sahneyan de kamera nav di navê de ye û dekor jî sîmetrîk e. loma her sahneya fîlmê, wek posterekî ye. min berî nizam çend salan, vê fîlmê vekiribû lê nekarîbû temaşe bikim. aciz bûbû. çima nizanim. çimkî niha min bi wergera kurdî temaşe kir û qet jê aciz nebûm. dev ji acizbûnê berdin, min gelek jê hez jî kir. destên berxweda sax bin. hinekî tama amelie dide. sedema wê jî şêrîn û şekirbûna karakterên sereke ne. lehengên me yên kubar, di nîvê nava şer, kuştin û bobelatan de, qet kubarîya xwe wenda nakin. welhasil min 82 pûan danê û pêşnîyar dikim.



Array. cara ewil dixwazim viya bipirsim: ma law dem zivistan e, lê hemû leheng kincên tenik li xwe kirine, ma ji bo xwedê dinya ji wan re ne sar e? * destên @berxweda sax bin. jêrenivîsekê pir xweş amade kiriye. Tenê replîkek wê tirkî maye, lê xem nake. mîna helbestekê bûye ya ku bêhemdî bûye epîk û xwîna mirov bi zimanê xwe dikelîne. @simurg56 gotiye hinekî lê belê bi min rasterast mîna amelieyê ye. bawer im ekolekî wiha ya fîlman heye: sehneyên rengoreng, xêzên curbecur, şiklên ji hev cuda, îkon û sembolên biçûk, rengên germ û tarî, kadroyeke pir a lehengan û kincên wan ên texlît texlît, her tim peyivînên dûr û dirêj, sêwirandin, helbestî... û van hemûyan jî alegorîk in û hemûyan jî perçeyên hûrgiliyê ne. êdî her kes bi ya fêmkirina xwe dikare şîrove bike yan jî guh nede û pê re biherike. belê, herikandin. ji ber ku van fîlman diherikin, mîna ava dîjleyê diherikin û keleka ser xwe ya ku temaşevan lê siwar bûne, bi xwe re diherikîne. dema xelas dibin, sehneya reş a jenerîkê tê ser dîmenderê, mirov hay lê dibe çawa zû xelas bûye. ev zûbûn xerca van fîlman in.

di nav çîrokê de parçeya herî sade -feqet tije dram- a zero mustafa bû, li ber agathayê ketim. nelet li hemûn şewban bê, şewba prûsyayê tê de. * min pir meraq kir gelo ew pinoka ser rûyê agathayê pinokeke jidayîkbûnê bû yan jî şûna birînekê bû. bawer im di fîlmê de nehat gotin lê heke derbas bûyîbe jkx binivîsnin.
min 90 puan da. ev jî postera fîlmê ya kurdî ye.






Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 87
(imdb: 8.1)
pûanê bide fîlmê: