the descent

 Neil Marshall

 Neil Marshall

 2005


 îngîlîstan

 îngîlîzî

 99

 macera tirs rageşî

 Ev fîlm hê li kurdî nehatiye wergerandin (1970.01.01)

 simurg56 (2018.11.03)

 6 jinên maceraperest, ji bo ku Sarah travmayê ji ser xwe bavêje, tûra kifşkirina şikeftekî organîze dikin. ev şikeft berî wan qet nehatiye kifşkirin û di derbarê wê de hema bêje qet agahî tune. bêguman sedema vê yekê heye.


the descent - Tirşik

the descent


. ji sala 2005an fîlmek ji cûreya tirs û rageşîyê. tenê saeteke û nîv e û xweş e. mirov ji tirsan namire lê qet rihet jî nabe. mijara wê hebkî cûda ye û honandin jî ne xerab e. kişandina fîlmekî, di tarîtîyê de ne hêsan e lê derhêner karekî baş derxistîye holê. piştî fîlma ewil, fîlma duyemîn jî derketîye (The Descent: Part 2) û behsa fîlma sêyemîn jî tê kirin.

cinawirên di fîlmê de, îhtîmalek mezin mirovên ji me ne. belkî bi milyonan salan di vê şikeftê de asê mane û loma çavên wan di nav vê tarîtîyê de kor bûye. jixwe weke din, me tu taybetîyeke wan ya taybet nedît. her wiha çermê wan jî spî ye, ji ber ku tavê nedîtine. di eslê xwe de heywanên reben yên dera hanê ne. rebeno kor in û bi derbekî dimirin. mirov ji wan cenawirtir in.



Array. Fîlma ku neil marshall derhênandiye. Hinek klîşe têde hebin jî tama alien dide. 75.



Array. fîlmek ji cûreya tirs û rageşîyê ye. ev du roj e ez û hevalê xwe yê malê û du cîranên ezîz em bi hev re temaşe dikin. min got du roj ji ber ku fîlm wek rêzefîlm du caran hatiye kişandin. ez wek wan fîlma zêde naecibînim ji ber ku senaryoya fîlmê de mantik tune ye * di wextê temaşekirinê de hêrs dibim lê dawîya fîlmê jî tînim.






  • the descent0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 74
(imdb: 7.2)
pûanê bide fîlmê: