the cloverfield paradox

 Julius Onah

 Oren Uziel Oren Uziel Doug Jung

 2018


 amerîka

 îngîlîzî elmanî

 102

 dram tirs nepenî honaka zanistî rageşî

  (1970.01.01)

 simurg56 (2020.01.05)

 li dinyayê krîza enerjîyê ye û hindik maye şerê cîhanê rû bide. komek zanyar li fezayê hewl didin ku bi "lezkera partîkulan" enerjîyek bêsînor biafirînin ji bo mirovatîyê. lê ev cerb wê talkeyê dihewîne ku gerdûnên paralel têkilhev bike.


the cloverfield paradox - Tirşik

the cloverfield paradox


. fîlma sala 2018an e. li ser fikr û mijarek xweş hatiye avakirin lê mixabin vê potansîyelê mezixandine. tê de gelek bêmantiqî hene. ev jixwe li alîyekê, hinek sekansên komîk jî tê de ewqas sik xuya dike ku mirov dibêje qey kesek biaqil tune bûye li derdora seta fîlmê. zêde ne hewce ye lê em behsa çend ehmeqîyan bikin; [spoiler: ew dest çawa wan tiştan dinivîse? kesek ku di zikê wî de jîroskopek mezin û bi sedan kurm hene çawa dikare deqeyek jî bijî? dema heman qeza were dubarekirin, çima encamên qezeyê berevajî bibin? li dinyayê çima tenê ew zilam û zarok mabû, ma perê we têrê nekir? ew jinika ku di nav avê de asê ma, çima bi camê ve vezeliqî? ma ne divîyabû bifire valahîya fezayê?] pûana min: 50 halbikî potansîyela event horizon bi vê mijarê re hebû.



Array. Mijarê fîlmê orîjînal e û balkêş e lê camêran rîtine tê da û hiştine wisa.



Array. Li dinyayê qeyrana enerjîyê heye. J'bo çareseriya vê qeyranê komek mirov li fezayê mekîneyekê diceribînin. Lê deriyê fezayeke dî divebe. Mixabin ev fezaya paralel cudatir e. Filmê ku j'ber mijarê min zêde meraq dikir. Lê mixabin ne weke nav û mijara xwe balkêş bû. J'xwe fîlm nîvrê ma û qediya.






  • the cloverfield paradox0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 58
(imdb: 5.5)
pûanê bide fîlmê: