108
roberz (2020.05.09)
malbatek ji bo betlaneyê diçe mala xwe ya li hafa golekê û fîlm behsa bûyerên ku tê serê wan dike. haneke di vir de du teknîkên cuda bikar aniye. a yekem lîstikvan bi temaşevanan re têkilî datine ango diaxive. a duyem jî ev e ku teknîka senaryoya heyî pir diguherîne. di sînemayê de hema hema em bêjin %95ê fîlman bi teknîka çareserkirina bûyerê diqede. di vê fîlmê de jî dema bûyer li herî lûtkeya jor e fîlm diqede. derhêner xwestiye bi vê jî rexne li sînemaya serdest bike.