dexter

 nA

 Jeff Lindsay James Manos Jr. Lauren Gussis

 2006


 amerîka

 îngîlîzî spanî

 53

 tawan-sûc dram nepenî rageşî

  (1970.01.01)

 xelîl (2020.05.11)

 Dexer mirovekî ku du jiyanan dijî, bişev kujerekî bimerîfet û xwinsar e û biroj jî hezkirî, bira û karhevalekî aram, sernerm û bêdeng e.


dexter - Tirşik

dexter


. rêzefilma ku ez bûmê bengiyê wê. min heft sezon qedand. lê tesireke wê ye nebaş jî heye ku meriv zêde bihêrs be ihtmale ku meriv ji wek dexter dest bi kuştina dor bi dor bike. xweşkeke dexter heye navê wê debra ye ji ber ku em gelek ji hev hez dikin ez jê re dibêm deb ew ji min re dibê îso. xweşka min kiribe gelek devdijûn û rastgo ye.k u we ji xwe re heya nûha rêzefilmek nehilbijartibe be dexter xweş guncan e.



Array. olandana kujerê nav dilê meriv û şiyarkirina tolhildane gelemperî.



Array. rêzefilmeke pir baş û herikbar e lê min nekarî weke hevalê li jor domdirêj guhdarî bikim. ku wextê min çêbe, di demeke vala de dibe ku ez guhdarî bikim, weke mînak dibe ku dema teqawît bibim guhdarî bikim.



Array. çîroka zilamek ku kujerî di rihê wî de heye û nikare li ber bisekine lê bi kuştine mirovên xerab him daxwaza xwe tîne cih him jî xizmetek baş dike ji bo civakê.
serlehengê fîlmê heçko ji bo vê rêzefîlmê hatiye afirandinç gelek li tê.
min bi qasê 2 sezon li rêzefîlmê temaşe kir. ji ber sedemên sosyal min nekarî berdewam bikim li dema şert û merc çêbûn ev rêzefîlm bi rêzefîlma six feet underê re wê di lîsteya min a temaşekirinê de be.



Array. dexter giyanbirakê min e... rîta jî jina xewn û xeyala min, loma bi kuştina wê ez gelek li ber xwe ketim bi şeref :(



Array. rêzefîlma ku behsa mirovekî du jiyanan dijî dike. dexter bişev kujerekî bimerîfet û xwinsar e û biroj jî hezkirî, bira û karhevalekî aram, sernerm û bêdeng e. yek tişta wî zilamê heye ku dihesûdim, ew jî navdengê wî yê ku birastî jî li bejnûbal û tevgerên wî tê. meriv hema dixwaze hemû karakterên din hiş bin û guhdarî navdengê wî bikim.* (bnr: normal people are so hostile) mûzîka destpêkê ya beşan jî zahf xweş e*:



Array.

bi taybetî sezona duyemîn çîroka enkîdu anî bîra min. wehşê ku ji aliyê yezdanan ve ji bo kuştina zalimekî hatibû şandin, piştî têkiliya bi jinan re dibe yekî medenî û qaweta xwe winda dike.






  • dexter0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 86.2
(imdb: 8.6)
pûanê bide fîlmê: