the pianist

 Roman Polanski

 Ronald Harwood Wladyslaw Szpilman

 2002


 îngîlîstan fransa polonya elmanya

 îngîlîzî elmanî rûsî

 150

 bîyografî dram mûzîk şer

  (2020.11.28)

 gumgumok (2020.05.21)

 Pîyanîstekî cihû, di şerê 2.yê cîhanê de, ji zilma nazî'yan direve û li ber jiyana xwe dide.


the pianist - Tirşik

the pianist


. Fîlma ku qala piştî êrîşa Almana li ser cihûyan dike bêkar mayîna piyanîstê bi navê Szpilman û êşên ku dikşîne dike. Ev fîlm Êşên cihûyan tîne ber çavên mirovan. Lê dema kurdek vê fîlmê temaşe bike wê bibîne ku ev tiştên ku hatine ser cihûyan her roj tên ser kurdan jî. Ji zêdetir Fîlmek muzîkal û dîrokî ye. hêjayî temaşe kirinê ye. Film ji aliyê min ve hat wergerandin û li benda weşanê ye. Jê nemînin, temaşe bikin û şîroveyên xwe li bin vê mijarê parve bikin. derbarê fîlmê de: Derhêner: Roman Polański, Robert Benmussa, Alain Sarde Lîstikvanên sereke: Adrien Brody, Thomas Kretschmann Muzîk: Wojciech Kilar Sazk Hervé de Luze Belavker: Focus Features, StudioCanal Cure: Biyografî, Dram, şer, muzîkal Sal: 2002 Dirêjahî: 150 xulek Welat: îngilîstan, Almanya, Fransa, Polonya Ziman: îngilîzî, almanî Pereyê ji re hatiye xerc kirin: US$35 mîlyon Pereyê ji hatiye qezenc kirin: US$120,1 mîlyon



Array. Qala komkujiya Cihûyên ku li Polonyayê dijîn dike (bnr: Holocaust) (bnr: Holokost)



Array. fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin. fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê yûsiv ve, li kurdî hat wergerandin. hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

têbinî-1: #118142
têbinî-2: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin.



Array. Çîroka fîlmê bi bûyerên ku di destpêka şerê Cîhanê yê II-an de, di dema dagirkerîya Almanyayê ya li ser Polonyayê de dest pê dike. Dema we temaşe kir, hûn ê bibin şahidê drama malbateke ku di dema Şerê Duyemîn ê Cîhanê de di rewşeke gelek zehmet û gelek êş û keser kişandî. Di eslê xwe de ev fîlm, fîlmekî biyografîk e lê ji aliyê hin rexnegiran ve wekî fîlmekî dram û şerî hatiye wesifîn. Rêjeya IMBD a fîlmê jî, ji ser dehê 8.5 e û fîlm dema ketiye vîzyonê gelek deng daye û ji aliyê girseyên mezin ve hatiye ecibandin. The Pianist, bi tevahî 2 saet û 29 dom dike lê fîlm ewqas zû diherike ku mirovan di nav xwe de wenda dike û ev wext ji temaşevanan re wekî xulekeke tê. Di vê herikbariyê de senaryo, derhêner û lîstikvan rolek mezin dilîzin lê ya rastî, di vê yekê de faktorê herî mezin binesaziya muzîkê ya fîlmê ye. Muzîka klasîk a bi pîyanoyê re tê vejînkirin hestek nûwaze li ser temaşevan dihêle. Her wiha ev muzîka klasîk di destpêka fîlmê de, bi berhema Chopin a "Nocturne in C-sharp Minor" silaveke li me dide û dawiyê de jî dîsa ji Chopin, berhema wî ‘’Mazurka in A minor’' ji me xatir dixwaze. Ev yek jî wekî fîlmekî nîv-muzîkal derdixîne pêşberî me. Nocturne in C-sharp Minor

Mazurka in A minor
Ez dikarim bê dudilî bibêjim ku fîlima Pianist di cureya drama de şahberhemek e. Ew xebatek e ku bûyerên şerê Cîhanê yê Duyemîn bi rengek û bi awayekî nûwaze pêşkêşî me dike. Hewa û atmosfera fîlimê ewqas baş e ku pê dihesin ku hûn di nîvê şer de ne. Hûn nikarin li her fîlimê ku hûn temaşe dikin vê atmosferê hîs bikin. Di vî warî de, ez difikirim ku ev fîlm., fîlmeke gelek serkeftî ye. Divê parantezek ji lîstikvanê sereke re vebikim. Adrien Brody ku lîstikvanê sereke û di rola Wladyslaw Szpilmanî de dilîze, dema ku fîlim hat kişandin 29 salî bû. Wî bi rola xwe ya Szpilmanî Oscarê Lîstikvanê mêr a Herî Baş stend û bû ciwantirîn mirovê vê xelatê qezenkirî. Adrien Brody ji bo rola Wladyslaw Szpilman 14 kîlo da. Ji bo ku lîstikvaniya xwe ya profesyonel nîşan bide û hesta wendabûnê tehm bike, demek dirêj ji mala xwe dûr ket. Wî heta wê çaxî qet televîzyon temaşe nekir û zû bi zû fêrî lêxistina pîyanoyê bû. Bi destpêkirina şerê Cîhanê yê Duyemîn re, Cihû ji hêla helwestên nijadperest ên Nazî ve dihatin îşkence kirin. Mirovên ku ji ber ku cihû ne dihatin girtin, birçî diman û di girtîgehan de jî rastî şkenceyan dihatin. Mirovên ku di nav belengaziyê de dijîyan hewl didan ku birevin deverên ku ew bikarin li wir di aştiyê de bijîn. Lê ji bo vê jî pirr pere hewce dikir. Piyanîstê navdar Wladyslaw Szpilman jî neçar ma ku li derdorek wisa bijî, ew hewl dida li xwaringehekê bi lêxistina pîyanoyê hem debara xwe bike û hem jî hunera xwe bidomîne. [spoiler: Rojekê, dema ku stasyona radyoyê ya li Luftwaffe-ê hat bombebaran kirin, Szpilman ji bo weşana Warşovayê li piyanoyê dixist. Di encama vê bombebaranê de, him radyo û him jî xeyalên Szpilman têk çûn. Szpilman ji wir dûrket, vegeriya malê û dît ku malbata wî amadekariya derketina ji welêt dikin lê Szpilman li dijî vê derket. Szpilman ne dixwest ji welatê xwe dûr bikeve, bi wî heke dawiya vê tevgerê mirin be jî dixwest li welatê xwe bimire. Di vê navberê de, bi nûçeya ku li radyoyê hat bihîstin, Szpilman û malbata wî biryar dan ku bimînin. Li gor wê nûçeyê Fransa û ingilîstanê ragihandin ku Polonya ne bi tenê ye û ew dê piştgirî bidin Polonyayê. Ev tevger ji bo guhertina pêvajoya şer têra xwe girîng bû û malbata Szpilmanî bawer dikir ku bi vê bûyerê wê şer biqede. Lê wisa nebû. Şer hîn dijwartir bû û rojên reş bûn mêvanê wan. Piştî şer xurtir bû nazîyan Bajarê Warşovayê kirin du beş û biryar dan ku Cihûyan li devereke zîndan bikin. Nazîya Almanyayê Cihûyên ku li vê herêmê, gav bi gav dibirin kampên komkirinê. Ji bilî rakirina fermana almanîyan ti rêyeke xilasiyê ji bo van rêbenan tunebû... Piştî vir êdî film van bûyerên rûreşîya dîrokî şanî me dide; mirin, şkence, bi hezaran cihûyên mirî, odeyên gazê, firûnên mirovî ku tê de dihatin şewitandin... Di sala 1942an de wext hatibû Szpilman û malbata wê jî bibin kampên naziyan. Dema ku wan rêz kirin, Szpilman bi saya polîsekî ji wir reviya lê malbata li wir ma û nazîyan ew birin kampên şewitandinê.. Ev zorî û keser yekemîn tiştê ku were serê Szpilmanî bû. Ji ber ku kesek li bajêr nema Szpilman li bajêr wekî xeyaletekî dijiya û heke kesek wî bidîta jî mirina wî misoger bû. Szpilman dizanî ku heke xwe veneşêre dê bimire lê piştî demeke ji ber ku gelek birçî ma, neçar ma ku cihê xwe vedişêre derbikeve. Szpilman ji bo perçeyek nan mal bi mal geriya û di malekî de rastî piyanoyek hat û hestwar bû, nêzî pîyanoyê bû û berhema Chopin a navdar lê da. Leşkerek wî dît û Szpilman tam difikirî ku leşker ew bikuje, leşker bi awayeke matmayî li Szpilman nêrî û heyranê hunera wî bû. Piştî van hest û nêrînê leşker, Szpilmanî nekuşte. Her çiqas bi vê bûyerê Szpilman ji talûkeya leşkerên Almanî xilas bûbe jî talûkeyek mezin li pey wî bû. Hewaya sar.. Leşkerê Almanî jî vê yekê texmîn kir û dîsa çû li bal Szpilman, ji ber ku Szpilman neqerise sakoya xwe dayê. Roj bi roj leşkerên polonî axên xwe ji destên nazîyan distandin û leşkerên almanî jî neçar diman ku vekêşin. Piştî çend rojan Szpilman, ji bo rewşa dawîn hîn bibe derket kolanê û di encama şaşîtiyekê de ji aliyê polaniyan ve hat gulebarankirin. Szpilman ji piyê xwe birîndar bibû û xwe veşart malekî. Szpilman bangê leşkerên polonî kir û got 'Ez Cihû me, min nekujin' Polonî pirsîn, 'wê demê tu çima sakoyê Almanan li xwe dikî?' Bersiva Szpilmanî jî ev bû "Dicemidim."] Fîlm bi gelek replikên nestêle temaşevan dikşîne xwe. Her wiha bi drama xwe jî lê bi taybetî bi sehneyên xwe xwînê dide sekinandin. Sehne ewqas rastîn tên xuyan ku mirov xwe tê de hest dike. Ew beşên qetilkirina mirovan me dide fikirîn û em dibînin ew kesên ji ber ji netewekî û ji dînekî ne ji aliyê xwinxwaran çawan tên qetilkirin. Her wisa fîlm li ser vê mijarê jî disekine, piştî ku mirov mirin êdî tiştekî bê qezenc kirin tuneye. Ez vê fîlmê pêşnîyarê we dikim, temaşe bikin piştre rûnin û bifikirin encama van şeran heye an tuneye?






Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 87.8
(imdb: 8.5)
pûanê bide fîlmê: