125
anîmasyon macera malbat fantastîk nepenî
733 (2020.06.02)
biruya hayao miyazaki (2020.05.28)
Chihiro keçeke deh salî ye û bi dêûbavê xwe re mala xwe bar dike bajarokekê nû. Berî ku bigihijin mala xwe ya nû, bavê wê riya erebeyê winda dike û tên ber avahiyeke pir ecêb. Herçiqas keçik nexwestibe jî li dû dêûbavê xwe têdikeve nav vê avahiyê. ev avahî di ronahiyê de wekî derekê terikandî xuya dike lê çawa ku roj dihere ava, hemû çirayên dikanan ên kûçe û meydanan vedibin û jîndariya seyrangehan her derê dixemilîne. Dêûbavê wê bêyî destûrxwestinê bi çavbirçiyeke mezin hildikişin ser xwarinan û her diçe bedenên wan vediguhere rûyê berazan û mirovbûyîna xwe ji bîr dikin, ruh û xweda û mêxwedayan her derê tije dikin. Bi vê ecebiyê serpêhatiya Chihiro dest pê dike. Bi alîkariya xwedan Hakuyî têdikoşe ku xwe û dêûbavê xwe ji wê derê xelas bike. Sen to Chihiro no Kamikakushi (Rêwîtiya Chihiro) yekem fîlma anîme ye ku xelata oscarê bi dest xistiye.
. êdî bi kurdî dikare were temaşekirin.
fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê biruya hayao miyazaki ve, li kurdî hat wergerandin.
hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 92.
hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê
ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê
vîdyoyê veke
|
|