Jean-Pierre Jeunet Guillaume Laurant
122
Ev fîlm hê li kurdî nehatiye wergerandin (1970.01.01)
simurg56 (2014.12.05)
keçika sempatîk û bêguneh ku bi qasê hêza xwe li hember neheqiyan lîstokên biçûk dilîze, evînê nas dike û mîna lîstikên xwe yên din pê re dilîze.
. navê fîlmeke derhênerê fransî Jean-Pierre Jeunet e. fîlm di sala 2001'ê de hatiye kişandin û li gelek festîwalan xelat standiye û rêza wê ya di "imdb"ê de 68 e. muzîkên vê fîlmê yann tiersen amade kiriye, amélie keçikek bêhnteng e, ji aciziyan aciz e, dixwaze her kes bextewar bibe û bi tiştên kiçik bextewariyên mezin peyda dike. mêrê ku vê fîlmê temaşe bike pirsa wî ewil dibe ev: "gelo, jinek halê li ser darê dinyayê heye ma!?" jina ku vê fîlmê temaşe bike jî amélieyê diheside an jî dixwaze bibe weke amélieyê. |
|
Array. fîlmeke gelekî serkeftî ye. mûzîka wê ewqas xweş e ku li her derî tê bikaranîn. belkî êdî kes nemabe ku nebihîstiye lê gelek kêm dizanin ku aîdê vê fîlmê ye. |
|
Array. fîlma ku navê wê ya tam Le Fabuleux Destin d'Amélie Poulain e. weke jiyana nuwaze ya d'amélie poulain dikare bê wergerandin. muzîkên vê filma gelek xweş û serfiraz in lê ji ber li her derê tê guhdarî kirin an jî herkesî kiriye dengê zîla telefonên xwe, li ber çavên min reş bûye. |
|
Array. Filmê ku dive helbestvanê kurd lê temaşe kin.bi taybetî lordê dilê keçika sir occo. |
|
Array. stirana vî fÎlmî pir xweş e, kerem kin
vîdyoyê veke
|
|
Array. keçikek gelek şerîn audrey tautou le dilîzi |
|
Array. ew fîlm e ku min sê caran temaşe kir û min niyet heye ku car din temaşe bikim , muzîka vê filmê jî gelek xweş e. |
|
Array. dema ku min temaşe kir, min qey got fîlma pirtûka robin sharma ya bi navê "ferrarisini satan bilge" ye. felsefeya wan dişibe hev. |
|
Array. filma ku xwediyê soundtrackên ew qas xweşik in ku, hingî tê bîra min ez ji youtubeê vidikim û nêzikî saetek guhdarî dikim. |
|
Array. fîlma ku soundtracka wê ewqas li her derî tê lêdan ku êdî dilê min ji vê mûzîka hêja reş bûye. |
|
Array. fîlmêkî wisa ye ku dema mirov lê dimeyzene dinya li ber çavên wî xweş dibe. Heya niha min du cara temaşe kiriye |
|