shichinin no samurai

 Akira Kurosawa

 Akira Kurosawa Shinobu Hashimoto Hideo Oguni

 1954


 japonya

 japonî

 207

 aksîyon macera dram

 xwelî li ser (2020.07.24)

 xwelî li ser (2020.07.18)

 Şer e heft samuraya li dijî nijdevanên talanker...


shichinin no samurai - Tirşik

shichinin no samurai


. li gor ev fÎlmê herî baş ê heya aniha hatiye kişandin e. Di sala 1954'an de hatiye kişandin. Derhênerê wÊ Akira kurosawa ye. ji ber pir dirêj e û kevn e kesî temaşe nekiriye lê elbet herkesê rojekê vê temaşe bike. Di fîlm de leystikvanên hÊja wekî toshiro mifune Û takashi shimura dileyzin.



Array. fÎlmeke şêst saliye. dirÊj Û kevn e lÊ mirov je acÎz nabe. kÊfa min bêhtir samuraya heftemîn (kikuchiyo) re te Û Îmana min ji samuraya pêncemîn (katsushirō okamoto) diçe kÊrÎ gÛyekÎ naye.



Array. fîlma ku diviya pûanê wê yê idmb yê hîn bilindtir bûya û têketa nav 10 fîlmên herî baş *
li gorî sala xwe fîlmekî gelekî hêja çêkiriye û ev fîlm niha jî hêjayî temaşekirinê ye.



Array. helen dewitt di romana xwe ya "samuraya dawî"* de xuya kiriye ku gelek di bin têsîra vê fîlmê maye. hek ez ne şaş bim her beşê roman çend hevokên wergirtî ya senaryoya vê fîlmê destpêdikir. ji xwe berî xwendina romana wê divê ev fîlm bê temaşekirin. ji ber ku pir caran di nav buyeran de peyv û hevokên lehengên vê fîlmê derdikeve sehneyê û dipeyive. lê ka min temaşeyî EV FÎLMÊ KİR? NA. FİRSET NEBÛ. DEMA MİN ROMAN QEDAnd xwe hesiband ku min film jî temaşe kir. *



Array. şaheserek ji girgireyek sînemayê. (bnr: akira kurosawa )

ewil fîlmê japonî, duyemîn fîlmê akîra kurosawa, duyemîn fîlmê samûrayan e min berî seetek seyr kir. filmek dî (bnr: dersu uzala) yê derhêner min seyr kir bû lê ew sovyetîk e, min samûrayê dawî seyr kir bû, ew jî fîlmek hollywood e. di sedsala 16'emîn de tu halê cotkarên japon nîne. ji ber şerên navxweyî hikmê qanûnê nemaye, komên talanker êrîşî gundan dikin, diçin talanên wan. ya rastî di wan heyaman de hema bêje li her derê cîhanê çînên bindest an bin nîrê bacên mîrektî w dewletan de an jî ji ber valahîya otorîteyê bin zilma korsanan, rêgir û talankeran de diperçiqin. dema hêj serî de min fehm kir mijara fîlm belengazîya cotkaran e ku dixwazin xwe ji talankeran biparêzin; min got xwezî derheqê dîroka kurdistan de min zêdetir zanîn hevan. ji ber ku dizanim heta despêka sedsala 20'emîn talankerîya navbeyna eşîran de di aborî û rêxistina civakê de xweyî rolek girîng e, lê nizanim gelo mînakên wek vî filmî hene an na. bi îhtîmal divê hebin. heger mirov fîlmek de xwe bibîne zêdetir keyfxweş dibe. jixwe ji vî alî ve fîlm xwe ji egzotîzma sedsala 16'an xelas kirye hatye bûye pirsgirêkek îroyîn. serkeftina fîlm yek jî ev e, bûyerek lokal û kevnî veguheztîye mijarek rojane û zindî. lê heger min bûyerek nêzîkî vî fîlmî ji dîroka gelê xwe zanîvan keyfa fîlm dayî min dê muhteşem van. ez benîştî sêrî, em bên ser fîlm... wek li jor min diyarkirî pêşya du-sê salan min last samurai temaşe kir bû, lewma li hêvî bûm 7 samûray bikevin pey 40 talankeran û fîlê zer berdin kuzê... hêdî! raweste! ha aha, akira kurosawa jî vê dibêje mirov. ka bise çi ecela te heye? hêdî hêdî serpêhatîya xwe dibe serî. di dîmenên şer de rastîyek pir ji rêzê heye. leystikvan wisan şûrê xwe bi amatorî dihejînin, ewqas jî nabe. lê derhêner bi vê qenç û xweş kirye, tu çelengîya mîlîtarîzmê nîne ku nifşên nû xwe wekî samurayek an jî leşkerek xeyal bikin. heta samûrayên jêhatî pir bi hêsanî dide kuştin ku ev jî rastîyek şer e, serleşker jî wek leşkerên bêpaye ji nişka ve, hema wisan tên kuştin. (tabî ev nêrîn ji bo gelên bindest ne lê ye, heta rizgarîya netewî divê şer û lehengên gel bên pesnandin) di pêkvexistina çîrokê û leystikvanî de fîlm serkeftî ye. cihê dixwaze mirov bikenîne, dikenîne; cihê dixwaze hestiyar bike, dike. diyalogên aqilmendan jî têra xwe hene. derhêner dîmenên xwezayî xweş li rewş û tevgerên mirovan anîye. lerizîna simbilan li gel muzîkê, paldana evîndaran ser beybûnan, geşbûna rûyê wan mîna kulîlkan, hêrsa baranê... çavkanîya tarkovskî deşîfre dibe. cotkarên belengaz ji neçarîya xwe hawara xwe digihênin samurayan, lê hij wan nakin û gumanên wan hene. bi taybetî ditirsin keçên wan hij samûrayan bikin. jixwe di tevahîya fîlm de piştî samûray tên gund tenê li du sehneyan em dibînin jin ji mal derdikevin, yek ber bi dawîya şer ve ew jî êrîşî talankeran dikin, ya dî jî piştî serfirazî dest bi çandinîyê dikin. herwiha samûray jî cotkaran wek kesên bexîl û fêlbaz dibînin, qîma wan bi cotkaran nayê. dawîya fîlm de keça cotkar êdî rû nade lawikê samûray. eşqa wan li wê derê xelas dibe. derhêner ji bo romantîzmek erzan rastîya jiyanê nafiroşe, dîrok lihevnehatina çînan e dilê min. paşê, dinya di halê xwe de li dora rojê dizivire cotkarên keyfxweş bi zibarê û muzîka gelêrî dest bi çandinê dikin. sê samûray berê xwe didin çar tirban û segvanê samûrayan wiha dibêje; cotkar serketin em dîsa binketin.



Array. fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin. fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê Xwelî li ser ve, li kurdî hat wergerandin. hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

têbinî-1: #118142
têbinî-2: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin.






Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 87
(imdb: 8.6)
pûanê bide fîlmê: