im lauf der zeit

 Wim Wenders

 Wim Wenders

 1976


 elmanya

 elmanî îngîlîzî

 175

 dram

  (1970.01.01)

 rizgarm (2020.11.12)

 Bruno li ser tixûbê elmanya rojhilat û rojava digere û maşînê filman temîr dike. Robert jî dixwaze pirsgirêka nava xwe bi rêwîtiyê çareser bike. Herdû her ku dikevin nava şaroçkeyan dibînin ku sînemayên van derên seyr hatiye terk kirin û yê maye jî berê xwe daye filmên emerîkî.


im lauf der zeit - Tirşik

im lauf der zeit


. Filma "im lauf der zeit" an jî "bi derbasbûna demê re" filma derhênerê elman yê navdar (bnr: wim wenders) e. Ev filma ji "sêbareya rê"ya derhêner ya dawî ye. Di hersê yan de jî serlîstikvan heman kes e. Min xeletî kir ji vê filmê dest pê kir. Film bi awayek xwezayî hatiye kişandin. Kiryar û lebatên mirovan bê şerm û bê tirs hatiye dayîn. Mînak; serlîstikvanê me diçe gûyê xwe dike kamera vêya dikşîne an makînîstek li dawiya sînemayê xwe dest dike û em vêya jî dibînin an jî li sînemayê porno tê temaşe kirin û em vêya jî dibînin. Film bi westarîyek ne giran didome. Wext nîne û cih jî ne girîng e û qîmeta peran jî qet nemaye. Belê em li şiryarê ne heta bi gotinekê din derveyê dinyayê ne. Û carna bêdaxwaz dikevin nav jî. Ji ber ku fikirîn, bîranîn û paşeroj dest ji me nake. Lê bi awayek berbiçav û bi hurgulî em di derheqê jiyana herdû lehengan de jî agahiyek bikêr naelimin. Ne ew dixwazin ji hevû din re behsa jiyana xwe bikin ne jî yê li hemberê xwe meraq dikin. Lê tişta ku me bi filmê ve girêdide, ruh û hestên ku em jî dijîn bi hizirandin û hûşbûnan dihêle em carekê din li ser bifikirin. Ji ber ku filmek mînîmal e emê ji ber axaftin an jî bûyeran newestin û têra xwe muzîkan gohdar bikin, li dîmenên xweş temaşe bikin û wê ruhê aram û azad piçek be jî hîs bikin. A soxîn filmek rê ya bi çêj li bendî we ye û bi dirûşme ya "divê her tişt biguhere!".






    • im lauf der zeit0 daxistina giştî
    Afîşa fîlmê:
    Afîşa fîlmê
    Puana tirşikê= tune
    (imdb: 7.7)
    pûanê bide fîlmê: