beyto

 Gitta Gsell

 Gitta Gsell Yusuf Yesilöz

 2020


 swîsre

 elmanî tirkî

 98

 dram

  (1970.01.01)

 biruya hayao miyazaki (2021.05.17)

 Beyto avjenekî jêhatî, xwendekarekî jîr e. Bi dêûbavên xwe re li swîsreyê dijî yên ku xwedî dikana kebabpêjiyê ne. di avjeniyê de beyto û mike hevdu nas dikin û dilên wan dikevin hev. dema dêûbavê beyto fêr dibin ku layên wan gey e, dixwazin wî bizewicînin.


beyto - Tirşik

beyto


. çîroka fîlmê têkoşîna geyekî tirk ê swîsreyî vedibêje yê ku bo jiyanekê azad li hemberî dêûbavê xwe disekine. dêûbavê wî hevzayendîtîya layên xwe qebûl nakin û serî li fêl û hîlekariyê didin. fîlm bi nêrînekê rexneyî mihefezekariya dêûbavên wî yanî tirkan jî kiriye kul û derd ên ku li ewropayê li almanya û swîsreyê dijîn. tu çiqas jîr bî, çiqas jêhatî bî, dixwazî bibî layê/zarê tenê yê dêûbavê xwe, mesele berpêbûniya zayendî be, hemû hezkirin û dilrehmiyên mirovan -bo zarên xwe be jî- winda dibin û nefret serdikeve. mirov dikare li vir para kurdan jî bikuje. [ahmet yildiz û roşîn çîçek bi bîr bînin] werhasil çîrok xweş bû, lîstikvan têra xwe profesyonel bûn, derhênerî jî gelek serkeftî bû. lê belê di senaryoyê de hinin caran xavbûnek dihat dîtin. bi xisûsî di sehneyên dilketina beyto û mike-î û berî dawetê de. meseleyek din jî ziman û usluba replîkan bû. temaşevan bêyî xebat û xîret fêm dike ku senarîst yek ji welatên ewropayê ye. ji ber ku replîkên gundiyên tirk xweş li devê wan nedihatin mîna bajarî xuya dikir. ev kêmasiyeke mezin e ji ber ku di navenda çîrokê de xerabiyên mihefezekariya gundiyan jî hene. ji xwe bo piştgiriyê bidin vê fikra xwe wekî dijberê bajêr cih didin gund. lê ev pirsgirêk ji bo temaşevaneke alman tune ye, tenê ji bo tirkî-axivêran berbiçav e. honandina çîrokê bêyî van xisusan serkeftî bû. dîmen ji serî heta dawî xweş bûn. min fîlm eciband, xweş bû. dengê lîstikvanê beytoyî pir xweş bû. hinekî ziravik bû. lê adonisên wî her tiştî da jibîrkirin.*






  • beyto0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 75
(imdb: 6.6)
pûanê bide fîlmê: