barda

 Serdar Akar

 Serdar Akar Volkan Sümbül Emre Özdür

 2007


 tirkiye

 tirkî

 92

 tawan-sûc dram rageşî

  (1970.01.01)

 pêşewa (2023.08.09)

 Fîlm ji bûyerekî rastîn de hatiye girtin. Fîlmekî psîkolojîk e. Bersiva, "Bandora civatê û rewşa sosyo-ekonomika sûcdaran ser kiryarên sûcdaran çiqas heye" dide ber çava.


barda - Tirşik

barda


. Fîlmekî Serdar akar e. Ji bûyerekî rastîn de hatiye girtin. Fîlmekî psîkolojîk e. Bersiva, "Bandora civatê û rewşa sosyo-ekonomika sûcdaran ser kiryarên sûcdaran çiqas heye" dide ber çava. Bandora fîlmê ser derûnnasîyê giran e, gelek kes dibêjin ez bi hefteyan ser xwe da nehatim. Ya min her çiqas hewqas nebe jî dîsa bandora fîlmê min hîs kir.

Komekî hevalan heye ku her roj diçin bara hevalên xwe li wir bîra vedixwin, bi muzîkê coş dibin û li sahaya kêleka barê futbolê dilîzin. 5 kes, tam zemanê girtina barê tên û xeynî wan 5 hevalan û xwediyê barê tu kes nemaye. Ew 5 kes bi çek û kêrên xwe li wir zeft dikin û bi saetan îşkence wan dikin, tecawizê jinê li wir dikin yekî li wan dikujin, lingê yekî seqet dikin. Fîlm, wek meriv bi çavê serê xwe mêze bike rastîn xuya dike. Mirov ferqa koma hevalan û 5 sûcdaran gelek zelal dibîne, aliyê lîstikvaniyê, lîstikvaniya 5 sûcdaran baştir e. Lîstikvaniya nejat işler, Erdal beşikçioğlu û volga sorgu gelek serkeftî ye. Dawiya fîlmê da Serdar akar û zeki demirkubuz derdikevin sehnê (mehkûmên girtîgehê). Bûyera Rastiya fîlmê hê ji fîlmê xirabtir e, ev tişt zêdetir meriva aciz dike.
Piştî fîlmê mexdûrekî bûyera rastîn dibêje Serdar akar bê îzna me ev fîlm kişandiye, heqê wî tunne Me 10 sal da ku em vê bûyerê bîr bikin. Paşê derheq wan de dozekî dadgerî vedike lê qezenc nake.






    • barda0 daxistina giştî
    Afîşa fîlmê:
    Afîşa fîlmê
    Puana tirşikê= tune
    (imdb: 7)
    pûanê bide fîlmê: