let the right one in

 Tomas Alfredson

 John Ajvide Lindqvist John Ajvide Lindqvist

 2008


 swêd

 swêdî spanyayî

 114

 dram tirs

  (1970.01.01)

 simurg56 (2014.12.11)

 evîna / hevaltiya seyr ya du zarokên 12 salî: Oskar û Eli. gelo hezkirin dikare rê li ber çiqas xerabiyan bike?


let the right one in - Tirşik

let the right one in


. (bnr: Låt den rätte komma in)
(bnr: bihêle kesê rast bikeve hundir)
filma tirsê ya 2008an de hatî çêkirin.
Derhêner: Tomas Alfredson
nivîskar: John Ajvide Lindqvist (screenplay)
lîstikvan: Kåre Hedebrant, Lina Leandersson, Per Ragnar
puana imdbê: 8.0
ya rast min zêde neeciband. gorî filmên hollywoodê cuda bu lê weke her filmê avrupiyan vî filmî de jî pirsgirêka fêhmnekirina hiinek tiştan hebu ji bo min. heçku hinek tişt tam nekevin ciyê xwe lê nikarim bi aşkere vebêjim. bawerim avrupî hinekî jê dihêlin kêm ku mu bi xwe temam bike lê temaşevanê hinî filmên amerîqî buyî jî ji ber vê yekê pirsgirêk dijî.
ku em vegerin li ser filmî, film li ser keçikeke xwînmij e û têkiliya wê ya bi kurikeke tenga wê re vedibêje. armanca filmî ne tirsandina mirovan e an başnîşandana vampîran, hema wisa parçeyeke dinyaya afirandî radixe ber çavên me û diçe me bi vê yekê re ru-bi-ru dihêle. êdî tu çi bixwazî lê zêde bike û tu çi bixwazî jê derxe...



Array. http://www.tirsik.net/film.php?film=95
fîlmek ecêb e û hinekî "acizker". aşkere ye ku fîlmê xwestiye hinek pirsan li me bide pirsîn. weke mînak: tu dikarî ji bo hezkiriya xwe, keça xwe û hwd. çi bikî? dikarî zerarê bidî mirovên bêguneh? û hwd.
ji ber ku ji bo min bersivên pirsên fîlmê gelek diyar û zelal in, fîlmê nekarî bandorek mezin li ser min bike û loma min zêde jê hez nekir. pûana min jê re 77 e.

di senaryoyê de gelek tiştên kêm û bêmantiq hene lê ev ne fîlmek wisa ye ku em behsa van tiştan bikin. ji ber ku fîlmên bi vî awayî wisa dibêjin "dev ji kitekitên teknîkê yên dinyay rastîn berde, em behsa dinyayek din dikim. rastiyên min bipejirîne û tenê bala xwe bide hestan"



Array. filma min bi xeletî careke din temaşe kirî. ji xwe piştî destpêkê ku min fêhm kir min guhdarî kiriye, min hinekî lez û bez parçe perçe guhdarî kir ka çi bu çi nebu. ya rast niha min puana 72 dayê lê bawerim dema min cara pêşîn guhdarî kirî puan bidayê minê zêdetir bida. qismet!






  • let the right one in0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 74.5
(imdb: 7.8)
pûanê bide fîlmê: